Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Sûriyê; Rêxistinkirina xwendekaran li ser îdeolojiya cîhadîst

10/06/2026
in ROJEV
A A
Li Sûriyê; Rêxistinkirina xwendekaran li ser îdeolojiya cîhadîst
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa

Xwendin û xwendekarên zanîngeh û lîsansên bilind li Sûriyê eşkere ye ku di bin zihniteya cîhadîst de têne organîzekirin û rêxistinkirin. Li Lazqiyê kampanyaya girtina jinan ku bi banga xwendekarên xort v hatiye destpêkirin, nîşaneya rêxistinkirina îdeolojiya cîhadîst a bi destê xwendekaran e.

Xwendekarên zanîngeh û lîsansan, ew di her welatekî de hêzên avaker yên civakê û pêşxistinê ne, lê dema ku ev hêza herikbar têne birêxistinkirin, wê demê dibin kitleya herî bandorker. Aliyê rêxistinkirinê erênî yan neyînê be, ew dibin hêza bandorê. Ji ber bi zanist û xwendima xwe dikarin pir xurt xwe birêxistin bikin. Li Sûriyê piştî hatina hikumeta demkî û ji nû ve birêxistinkirin û derketina hişmedniya cîhadîst a ku em bi DAIŞ’ê dikarin pênase bikin. Careke din ev kom, kes û civakên meylên wan yên DAIŞ’î ne derketin holê û rêxistinkirina vê hişmendiyê di nava civakê de dest pê kir.

Di pêvajoyên destpêkê de xwestin li ser xwendekaran ferz bikin ku li gorî şerîeta DAIŞ’ê tevbigerin û cilên reş li xwe bikin. Ev nêzîkatî hemû pêkhate û bawerî di nava xwe de vedihewand. Lê rastî redkirineke pir mezin hat û rawestiya.

Di mehên dawî de, li hin zanîngehên Sûriyeyê nakokî derketine holê piştî kampanyayên ku bang li xwendekarên jin dikin ku nîqabê li xwe bikin an jî cilên ku wekî cilên li gorî Şerîetê têne binavkirin bişopînin ku ev yek nîqaşek berfireh li ser azadiyên kesane û mafên xwendekarên jin ên hilbijartina cilên xwe, vekiriye.

Di rojên dawî de, li bajarê Laziqiyê kampanyayeke hişyarkirina olî ji aliyê hejmarek xwendekarên zanîngeh û xwendekarên lîsansa bilind ên asta master û doktorayê ve hat birêvebirin. Kampanya ji daliqandina poster û weşanên ku banga pabendbûna bi tiştê ku ew wekî cilên şerîetê bi nav dikin, li hejmarek kolan, tax û bazarên giştî yên bajêr pêk dihat.

Li gorî çavkaniyan, kampanya înîsiyatîfeke ciwanan bû bi gotineke rastir komek xwendekarên cîhadîst bi karekterekî olî û civakî ku van ciwamên beşdar posterên ku li ser wan hevokên ku jinan teşwîq dikirin hicab û cilên mutewazî (Şeriî û girtî ) bin, digel peyam û gotinên olî yên ku “nixumandin û paqijiyê” teşwîq dikin, li gorî tiştên ku di weşanên belavbûyî de hatine gotin, daliqandin.

Çavkaniyan ragihandin ku kampanyayê di nav niştecihên bajêr de bertekên cûda dît, hin kes wê wekî “çalakiya parêzvaniya aştiyane” dihesibînin ku dikeve çarçoveya azadiya olî, hinên din jî wê wekî destwerdanek li azadiyên kesane û hewldanek ji bo ferzkirina şêwazên civakî yên taybetî di nav civaka herêmî de dibînin.

Bankert û mulsaqat li deverên cuda yên bajêr, di nav de li derdora zanîngehan, bazarên gelêrî û hin taxên qerebalix hatin daliqandin, di heman demê de wêneyên kampanyayê li ser medyaya civakî belav bûn û di navbera alîgir û dijberan de nîqaşek berfireh dan destpêkirin.

Heta niha ti daxuyaniyên fermî ji aliyê rayedarên herêmî yên Lazkiyê ve derbarê kampanyayê an jî xwezaya saziyên ku wê organîze dikin de nehatine dayîn.

Girêdayî van mijaran û bikaranêna xwendekaran di ferzkirin, birêxistinkirin û girêdana wan bi îdeolojiya DAIŞ’ê ve, her wiha daxwaza lixwekirina xwendekarên jin ji cilên reş û şeriî re, xwendekarên Zanîngeha Rojava bertekên xwe nîşan dan û ev nêzîkatiya xwendekaran li hember xwendekarên jin red kirin.

‘Divê xwendekarên jin li hember van nêzîkatiyan bê deng nemînin’

Xwendekara Fakulteya Çandiniyê di Zanîngeha Rojava de Meyav Xelef da zanîn ku piratîka ku ji aliyê xurtan li hember jinên xwendekar û hemû jinan tên kirin, nayê qebûlkirin û wiha got: “Bikaranîna xwendekaran di mijareke wiha de tê wateya ku li benda civaka Sûriyê kirîzên pêşerojê hene û divê her kes di ferqa vê yekê de be. Ev kampanyaya ku ji aliyê komek xwendekarên xurt ên Lazqiyê ve hatiye destpêkirin, ne ji mafê wan e ku dawe tiştekî bi vî awayî bikin. Helbet em xwendekaên zanîngeha Rojava van nêzîkatî û ferzkirinan qebûl nakin. Ji ber ku em xwe ji wan xwendekarên jin ên li Lazqiyê û tevahî Sûriyê qut nabînin. Kiryar û nêzîkatiyên ku li ser wan têne kirin em xwe parçeyek jê dibînin. Em van nêzîkatiyên olperest û cinsperest qebûl nakin û dengê xwe tevlî xwendekarên jin yên li wê derê dikin ku divê ew li hember polîtîkayên azadiya wan ya kesane û jintiya wan qels û tune dike, serî rakin.”

‘Ev kampanya polîtîkayeke rêxistinkiriye ji aliyê hikumetê ve ye’

Her wiha Meyav di domdariya axaftina xwe de ev anî ziman: “Bi taybet ev kampanya ji aliyê tu aliyekî fermî ve nehatiye destpêkirin, ev koma xurtan bi çi mafî vê yekê dikin. Gelo nikarin bi jineke ser vekirî re jiyan bikin û li pêşiya xwe bibînin? bi taybet ev kampanyaya wan ne tenê xwendekarên zanîngehê digre nava xwe, armanca wan hemû jinên di nava civakê de ye. Hişmendiya qirêj ya dewletê di kesayetên weke van xwendekaran re derdikeve pêş, ger ev kampanya ne girêdayî tu kesî ye, ev nayê wê wateya ku dewlet û hişmendiya xwe jê dur e, ji ber ku berê jî hikumetê û komên di nav de hewla van nêzîkatî û ferzkirina kirine. Ji ber wê ev yek polîtîkayeke rêxistinkiriye ji aliyê hikumetê ve û bi destê xwendekarên cîhadîst dixwazin bi taybet di nava civaka Lazqiyê de pêk bînin.

‘Bila xwendekar nebûn amûr di destê tu aliyan de’

Girêdayî heman mijarê xwendekarê Fakulteya Zanistên Siyasî Elî Mehmûd wiha got: “Ev hişmendiya ku bi destê xwendekaran tê belavkirin, em red dikin. Divê xwendekar nebin amûrên bikaranîna destê tu aliyan de, berûvajî wê divê xwendekar bibin hêza guhertina welat ber bi pêvajiyeke aram û aştyane ve. Bi ferzkirina zihniyeta olperest ev yek pêk nayê. Bila xwendekarên Sûriyê piştî ewqas sal ji kirîz û nearamiyê bibin hêza avaker ku bi siyaset û hişmendiyên cîhadîst bandor nebin.

Her tim xwendekaran di Sûriryê de bê cudahî di navbera her du cinsan, pêkhate û baweriyan de bi hev re jiyan kirine û xwendine, ji ber ku her kes xwedî armanc e. Em di zanîngeha Rojava de bi hemû ol, bawerî, pêkhate, reng û cudahiyan bi hev re dixwînin û jiyan dikin. Şekil û şemala jin tu carî li tu welatan nebûye mijara nîqaş û mudexeleya ji aliyê xwendekarên xurt ve. Û em jî vê nêzîkatiyê red dikin û qebûl nakin, ger  îro insiyatîfek ji aliyê xwendekaran ve hatiye destpêkirin, wê sibê bibe diyardeya hemû civaka

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.