Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Ev gef biryara me naguherîne em ê xebata xwe berdewam bikin’

10/06/2026
in JIN
A A
‘Ev gef biryara me naguherîne em ê xebata xwe berdewam bikin’
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk Mihemed/Hesekê

Nûçegihana Ajansa Nûçeyan A Jinê Zîlan Ebdo diyar kir ku ev êriş û gefa sîber ne tenê êrişa li dijî saziyeke raghandinê ye, ev êrîşa li dijî têkoşîna jinan û gelê Kurd e û wiha got: “Ev gef biryardariya me naguherîne em ê xebata xwe berdewam bikin”

Komeke serhêl ku xwe wekî “Handala û Eksena Berxwedanê” bi nav kirine, di 6’ê hezîranê de li dijî ajansa NÛJINHA peyamên  gefxwarinê weşandiye. Di nav van gefan de daxuyaniyên li dijî Kurdan jî hebûn. Di peyamê de hatiye gotin ku wan koordînatên hedefên leşkerî yên diyar dane “Yekîneyên mûşekî yên Pasdarên Şoreşa Îranê” û bi hevoka “Şevên bi stêrk li benda we ne” peyma xwe bi dawî kirine.

Ajansa Nûçeyan a Jinê rastî êrişeke sîber hat û di encamê de gelek nûçeyên bi zimanên Farisî, Erebî û Îngilîzî hatin jêbirin û weşana bi awayekî demkî hate astengkirin, piştre tîmên teknîkî karibûn ku xizmetê vegerînin. Grûpa ku berpirsiyariya êrişê girt ser xwe ku xwe wekî “Hindala” û “Eksena Berxwedanê” bi nav dikir, gef li Kurdan, saziyên ragihandinê û rojnamevanan dixwar û ragihand ku ew ê êrişên xwe yên sîber bidomîne, bi îdiaya ku agahiyên wan li ser cihê ajansê hene.

Di vê çarçoveyê de Nûçegihana Ajansa Nûçeyan A Jinê (NÛJINHA) Zîlan Ebdo ji Rojnameya me re axivî.

‘‘Ajansa me têkoşîna jinê dewlemend kir’’

Zîlan Ebdo diyar kir ku armanca sereke a NÛJINHA çareserkirina pirsgirêkên jina ye û wiha got: “Ajansa me NÛJINHA beşdarî avakirina hişmendiya hişyariya hevpar a jinan li ser pirsgirêkên têkildarî jinan bûye. Li vir, ez bi taybetî behsa şideta ku ji hêla zihniyeta baviksalar ve li dijî jinan tê kirin dikim. Ev beşdariya me girîngiya têkoşîna jinan a li dijî şidetê bi hemû şêwe û awayên wê temsîl dike, ku em balê dikişînin ser mijarên girîng, ango pirsgirêka jinan da ku em derxînin pêş û wekî pirsgirêkeke sereke ji raya giştî pêşkêş bikin ya ku divê bê çareserkirin. Ajansa me di çareserkirina pirsgirêkên jinan de ji xwezaya takekesî de roleke girîng lîstiye û pirsgirêk di pozîsyona xwe ya rast de bi cih kiriye. Ez dikarim bêjim ku ajansa me têkoşîna jinê dewlemend kir, ku rehendeke kolektîf û civakî lê zêde kir. Pirsgirêka jinan yek ji pirsgirêkên civakî yên herî lezgîn e ku divê werin çareserkirin.”

‘‘NÛJINHA di nava jinan de hişmendiya hevpar afirand’’

Zîlan Ebdo destnîşan kir ku hesta hevpar û berpirsiyariyê di navbera jinan de encamên têkoşîna ragihandinê ye û wiha pê de çû: “Ajansê di salên têkoşîna xwe ya ragihandinê de, karibû di nav jinên li welatên cuda yên Rojhilata Navîn de hişmendiyeke hevpar ava bike. Jin êdî ne tenê di çarçoveyeke erdnîgariya teng de bergiriyê li mafên xwe dikin. Ew hişmendiya ku ji aliyê NûJINHA yê ve hatî afirandin, di navbera jinên li welatên cûda yên Rojhilata Navîn de hestiyarî û têkoşînek hevpar da avakirin. mînak, êdî jina efgan ne bi tenê ye di rûbirûbûna zilmê de ne li vir li Rojava jin bi jinên li Efganistanê re hevxebat û hevgirtinê nîşan didin. Ev hesta hevpar a berpirsiyariyê, yek ji encamên têkoşîna ragihandinê ya ajansa me û hejmarek saziyên din ên ragihandinê ye ku parastina doza jinê di serê armancên xwe de bi cih dikin. pergala mêrsalarî bi berdewamî hewl didin di nav civakê de û bi taybetî di nav jinan de parçebûnê bafirînin, da ku têkoşîna jinê di rewşeke lawazî û bêhêziyê de bihêlin.”

‘‘Li hember serkeftinan êrişên ne exlaqî’’

Zîlan Ebdo da xuyakirin ku NûJINHA di navbera jinan de pirek ava kir û wiha domand: “Bi rûbirûbûna van pergalan re, ez dikarim tekez bikim ku NûJINHA bi piranî di yekkirina têkoşîna jinan de û rizgarkirina wê ji perçebûna ji ber polîtîkayên pergala zordar, bi taybetî li herêmên ku pevçûnên berdewam ên wekî Lubnan, Sûriye, Sûdan, Cezayir, Lîbya û Tunis dijîn, bi ser ketiye. Herwiha ez dikarim bêjim ku NûJINHA di navbera jinên welatên cuda yên Rojhilata Navîn de pirek ava kir û platformek afirand ku jin dikarin dengê xwe bigihînin tevahiya cîhanê û bala raya giştî bikişînin ser bêmafiyê li ser jinan û têkoşîna ku ew ji bo xwe ji bêmafiyê rizgar bikin û mafên xwe bi dest bixin. Îro em dibînin ku dengê jinan li hemberî her bêmafiyê ku li wan tê kirin çawa bi hev re bilind dibin. Li Sûdanê, jin piştgiriya xwe ji li Sûriyê re nîşan didin. Jinên Lubnanî jinên Sûriyeyî diparêzin ev hesta hevpar a berpirsiyariya jinan a li hemberî hevdû yek ji encamên têkoşîna me ya raghandinê ye. Dema ku ev pergala zordar van serkeftinan bibînin, bêguman ew ê bi hemû rêbazên neexlaqî hewl bidin ku van serkeftinan têk bibin û pêşveçûnên di rêya azadiya jinê de asteng bikin.”

‘‘Ev êrişa sîber êrişeke siyasî, neteweperestî û zayendperestî ye’’

Zîlan Ebdo tekez kir ku ev êrîşa sîber li dijî têkoşîna jinan û gelê Kurd e û wiha got: “Êrişa sîber ya vê dawiyê ya ku ajansa me di 6’ê hezîrana vê mehê de rû bi rû bû, mînakek zelal a nêzîkatiya pergela otorîter e ku jinan hedef digirin. Wekî ku me di daxuyaniya xwe ya li ser vê mijarê de diyar kir, êriş ne tenê êrişa li dijî saziyeke raghandinê ye, êrişa li dijî têkoşîna jinan û gelê Kurd e. Koma ku berpirsiyariya êrişê girt ser xwe, ku xwe wek “Handala û Eksena Berxwedanê” bi nav dike ku girêdayî Îranê ye û gefên ku wê kirin, tekez dikin ku êriş xwedî rehendên cuda ne. Gotinên nefretê yên li dijî jin û Kurdan ku ji hêla wê komê ve hatî pejirandin, nîşaneya zelal e ku êriş siyasî, neteweperest û zayendperest e. Helbet armanca êrişê bêdengkirina dengê jinan e, pirsgirêkên wan ên ku bi hêz xwe îfade kirine veşêrin û di heman demê de pirsgirêka jinan di rewşeke bêdermanî û xitimandinê de bihêlin.”

‘‘Ev gef wê biryardariya me naguherîne em ê xebata xwe berdewam bikin’’

Zîlan Ebdo di dawiya avaftina xwe de wiha got: “Ev êriş armanc dike ku jinan bitirsîne da ku wan ji doza xwe ya bingehîn a rizgariya ji bêmafiyê û jiyana azad dûr bixe. Lê bêguman em ê li ser vê yekê bêdeng nemînin, em ê berdewam bibin dengê hemû jinên ku dixwazin azadî û hemû jinên bindest bindest bin. Ev gef wê biryardariya me neguhere, lê dê biryardariya me ya têkoşînê zêdetir bike. Herwiha ez dixwazim li ser navê ajansê spasiya hemû rojnamevan û jinênku piştgirî dane me û li gel me sekinîn bikim, ev yek tekez dike ku doza jinan yek e û parçe nabe. Di dawiyê de, em soza berdewamkirina têkoşînê û parastina hemû jinên li seranserî cîhanê nû dikin, da ku têkoşîna xwe ya ku sînor û netewan derbas dike bidomînin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.