İsyan Karadeniz
Di pirtûka Notên Dersa Jineolojî de ji bo na arkeolojiya jin pênaseyekê wûha heye; Girên ku ji dûr ve wekî girên biçuk xuya dikin û ji aliyê arkeologan ve tên kolandin, di her qonaxê de çand û şaristaniyeke cuda derdixin pêşberî mirov. Hûn dinêrin ku di binê wan girên piçûk de qesrên bêhempa yên mezin, berhemên ku keda destan û roniya çavên bi hezaran salan in derdikevin holê. Ji cerê şikestî, kevirekî nexşandî yan jî mayîna dîwarekî, dîrok li ber çavên we şiklê xwe digire. Arkeolojiya jinê jî rêbazek e ku şopandina şopên avabûna nasnameya jinê pêkan dike. Rêbazeke lêkolînê ye ku derbarê lêkolînkirina jinê wekî girêdana kirde-bireserê ye. Arkeolojiya ku lêkolînên dîrokî dihewîne, dema ku şopên avahiyên madî û çandî yên ku mirovan li pey xwe hiştine lêkolîn dike û şîrove dike, pênaseya arkeolojiyê ya ku em bikar tînin ne tenê danahevên madî, danahevên ramanî jî lêkolîn dike. Şêwazekî lêkolînê ye ku tê de etîmolojî, mîtolojî, arkeolojî û antropolojî, dîn, wêje, huner û kevneşopiya devkî digihêjin hev. Di vê xalê de, di têkoşîna tevgera azadiya Kurdistanê û tevgera jinê de pileyeke vî rengî ya berikandin û tecrûbeyê ava bûye. Îdiaya Rêber APO a li ser sosyolojiya jinê jî bi vê berikandinê şiklê xwe girtiye. Rêbazeke lêkolîna sosyolojîk e ku tê de analîza rastiya civakî ya ku jin jê hatine, bidestxistina hişmendiya wê û pratîkbûna vê hişmendiyê bi berdewamî tê pirsîn.
Di dîrokê de jinan di serdema klan, kabile, heta roja iro gellek beşên civakê de bu ne hêza afrinêr, bi rola pêşengtiyê rabu ne lê ev yek pir caran rast lê berovajî kirinê hatine; yan ne hatiye nivisandin an jî dema ku hatî nivisandin naveroka wê hatiye vala kirin, ji eslê xwe hatiye dûr xistin. Jinên Şifager bune pirabok, jinên zana bune şaytan, jinên xwedî lêgerîn û bi meraq wek jinê xirab hatiye bi nav kirin, bi hezaran jin hatine qetil kirin. Li dijî Katilê kastik berxwedan û têkoşina jinan her tim hebu ye, her çiqas heya roja iro tene wek damarekî berxweder mayî be jî her dem di mekanekî cuda de derketiye pêşberî dirokê. Ji çanda komkirina giyayan dayikên Pîr/Zana/Şifager, jî kevneşopiya Tavananna a Kibeleyê heya jinên rahibe ya manastiran jî Aborjin heta jinên Amazonan bi rêxistinbunên xwe yên di aliyê parastin, aborî û parvekirina zanistiyê de kombuyinên jinan pêşketi ye.
Akademiya Jineolojî wekî zanista ku bi çavê jin li xwe vegere. Jinan bi hişmendiya çanda dayikê ji bo avakirina hebunê xwe perwerde dikir. Îro jî li Akademiya Jineolojiyê li ser vê axê qedim disa kombuyinekî jinan heye. Ji xebatên cuda cuda ji bo na fêm kirin û kûrbuna di Manifestoya Civaka Demokratik û Aşitiyê dewreyekî perwerde hatiye vekirin. Cihê ku jin xwe zana dike, beramberi her cure êrişên katilê kastik têdikoşî; li vir ast û rewşa civakê jî diguherî. Pirsgireka esasî ya bingeha civakê nakokiya di navbera her du zayendan wek jinê kole û zilamê kurnaz tene bi awayekî li xwe veger/ xwebunê bi rê ya xwe perwerde kirinê ve dikarin werin çareser kirin. Diroka derewîn a ku ferî me kirine, hişmendiya ku li ser me hatine ferz kirin, cilê kapitalizmê ku li me kirine êdi li ser me runane. Bi manifestoya Civaka Demokratik û Aşitiyê ve jiyana kominal a bi şewaza komin çawa were pêkanin dê di vê dewrê de were niqaş kirin. Bi rêbazê Jineolojîk xwendin û lêkolin kirina Manifastoyê bi xwe re jinerjiyekî xurt bide avakirin. Encama ku derkevê holê demên pêş werin parve kirin.






