Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Qeydkirina jinê di bin navê kevneşopiyê de

07/06/2026
in JIN
A A
Qeydkirina jinê di bin navê kevneşopiyê de
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk Mihemed

Her çendî serdema heyî pêşketiye jî, lê kevneşopiyên civakî weke kiryarekê li ser jinê didomin. Kevneşopiyeke ku mafê jinê ya rewa tune dike, wê demê ew dibe kiryarek û li ser beden, fikir û hebûna jin, tê meşandin.

Di nava her welat, civak, gel û netewekê de kevneşopiyên wan yên taybet heye ku bûne mîras ji wan re. Lê belê gelek kevneşopî hişk û di astekê de sînordar mene. Di bin navê kevneşopiyê de jinê bê maf û bê wate dikin. Hin kevneşopî dibin sedema kuştin û tundiya li ser jinê. Kevneşopiyên hişk û zayedperest ku rasterast dibe sedema tunekirina jinê, ji ber tirsa ji civak û axaftina derdor gelek malbat wan kevneşopiyên xwe berdewam dikin. Li tevahî cîhanê û ji ber kevneşopiyên cûda yên ku hêdî hêdî jinê dihelîne bi hezaran jin dibin qurbanî.

Li her welatekî kevneşopiyên cûr be cûr li ser jinê tê meşandin

Li Kamerûn, Nîjerya û Afrîqaya Başûr ji bo ku keç “bi zûyî nebin jin” û bala mêran nekşînin, sîngên wan bi kevirên germ têne pelixandin.

Sinetkirina jinan li 28 welatên Afrîqayê û hinek deverên Asyayê tê kirin. Bi birîna beşên organên zayendî re, daxwaza jinê tê kuştin. Ev kiryar dibe sedema mirinê, nexweşiyên giran ên wekî enfeksiyonan û pirsgirêkên derûnî.

Li Çînê Ji bo ku lingên jinan piçûk bimînin, ji zarokatiyê ve dihatin şikandin û girêdan ev yek dibû sedema seqetmayînê û nedihîşt jin ji malê derkeve.

Li hinek civakên li Kenya û Ugandayê, dema mêrek dimire, jina wî wekî mîras ji birayê mêr re dimîne.

Li Nepalê, jin di dema menstruasyonê(nexwaşiya mehane ango regl) de wekî “pîs” têne dîtin û li derveyî malê di kulikên teng û sar de têne girtin.

li Pakistan, Hindistan, Efxanistan û Urdunê jinên ku naxwazin bi darê zorê bizewicin an jî li daxwaza malbatê guhdar nakin, têne kuştin.

Li welatên wekî Efxanistan, Îran û hinek deverên Iraqê, keçên ku dixwazin bizewicin bi darê zorê di bin kontrolên fîzîkî de têne derbas kirin

Li Efxanistanê ev yek ji kevneşopiyên herî hovane ye. Dema di navbera du malbatan an eşîran de dijminatî, kuştin an deyn hebe, keçeke ciwan wekî berdêl an qurbanî didin malbata din da ku şer bisekine. Ew keç di malbata nû de wekî kole tê dîtin û bi salan rastî îşkenceyê tê.

Efxanistan niha di cîhanê de yekane welat e ku tê de keçên ji pola 6’an mezintir mafê xwendinê nîn e û jin ji piraniya karên giştî hatine dûrxistin. Ev perwerde û aboriya jinê ya ku bingeha hebûna wê ye, tune dike.

Li welatên wekî Hindistan û Pakistanê, heke malbata jinê pereyê têr nede malbata mêr, jin bi tundiyeke giran re rû bi rû dimîne û carinan tê kuştin.

Li Hindistanê jinek ku mêrê wê miribe, bi saxî li ser darbesta mêrê xwe tê şewitandin. Bi vê yekê tê nîşandan ku jin tenê bi mêrê xwe heye eger ew tune be, pêwîstiya jinê jî bi jiyanê nîne.

Zewaca bi temenê biçûk li Bangladêş, Hindistan û Nîjerê weke kevneşopî tê dîtin û rêjeya wê gelek bilinde.

Li Çîn û Hindistanê, ji ber ku kur baştir têne dîtin, fetusên keç têne kurtajkirin an jî keçên nûbûyî têne îhmalkirin.

Li Kirgîzistanê, jin li kolanan têne revandin û bi darê zorê têne zewicandin.

Li welatên wekî Kamerûnê, siingên keçên ciwan bi kevirên germ an darên germ tên şidandin ku mezin nebin. Armanc ji vê yekê ku parastina keçikê bikin da ku mêr bala xwe nedinê, lê ev yek şaneyên laş tune dike.

Li gelek deveran keçên biçûk di bin navê namûsê an aboriyê de tên zewicandin. Li hinek herêman weke Etiyopyayê revandina keçan ji bo zewacê kevneşopiyeke rewa tê dîtin ku jinê bê daxwaza wê dike koleya malekê.

Li Îranê, mêr dikarin ji bo demeke diyarkirî (ji çend saetan heta çend salan) bi jinan re bizewicin ku ev yek wekî bikaranîna fihûşê û binpêkirina mafên jinê tê kirin.

Li hinek welatên wekî Papua Gîneya Nû û Nîjeryayê, jinên pîr wekî sêwir têne gunehbarkirin û dibin hedefa êrîşên komî.

Li welatên wekî Erebistana Siûdî (li hinek deveran hîn heye) û Yemenê, jin wekî “biçûk” (qasir) tê dîtin. Heya ku bav, mêr an birayê wê destûr nede, mafê wê yê geştê, kar û carinan jî yê dermanbûnê tune ye. Ev kevneşopî îradeya jinê ya serbixwe ji holê radike.

Li welatên wekî Yemen, Morîtanya û di kampên penaberan ên Sûriyê de hîn jî gelek e. Keçên di bin 15-18 saliyê de wekî amûrekê ji bo kêmkirina barê aborî yê malbatê têne dîtin û bi darê zorê têne zewicandin.

Li hinek gundewarên Erebî, du malbat keçên xwe bi hev re diguherînin yek keçê dide wê malbatê, ew malbat jî keçê dide malbatê miqabil bêyî ku nêrîna keçan bipirsin. Li vir jin tenê wekî “malekî” ji bo pevguhertinê tê dîtin.

Li Sûriyê gelek kevneşopî hene ku jinê bi awayekî veşartî tune dikin. Pirjinî di nava civaka Sûriyê de gelek li pêşe, zewaca bi temenê biçûk, zewaca bi darê zorê, bihevguhertina jinan û zewcandina keçan bi kurê apê wê re bi darê zorê ku ji dema jidayîkbûna keçê, bav û ap diyar dikin ku ew keç mezin bû dibe ya kurê min be ev weke kevneşopiyekê gelek di nava Sûriyê de tê dîtin.

Kuştina giyan û saxmayîna laşî

Di bin navê kevneşopiyên de jin tên qeydkirin û tunekirin. Diyardeya kevneşopiyê ku di nava civak, netew, gel û pêkhateyan de weke sembol û rêbaza wan e, gelek caran jinan tune dikin û dibin sedema kuştina giyana jinê tenê mayîna laş. Ji ber ku di bin navê kevneşopiyê de gelek jin rastî bê mafiyê tên di bin navê ku eger keş biryarê malbetê nemeşîne wê serî bavê xwe daxwe rastî bê mafî, tundî û kuştinê tê. Li gelek civakên kevneperest, jin dema ku li dijî zagonên malbatê derdikeve an daxwaza mafên xwe dike, bi hinceta “namûsê” tê kuştin. Bi darê zorê zewicandina keçên biçûk ku hem zaroktiya wan hem jî pêşeroja wan a perwerdehî û tenduristiyê tune dibe. Gelek diyardeyên wiha di nava civakan de pêşdikevin weke; Qedexekirina perwerdehiyê, xebatê û derketina derve ku jinê dike koleyeke nav malê û dengê wê di civakê de tune dike. Jin wekî “mal” tê firotin an pevguhertin. Heke malbata jinê perê ku jin dide mêr kêm bide, jin di malê de rastî tundiyê tê û carinan bi daxistina asîdê an şewitandinê tê kuştin.

Li gorî edet û biryarên nû, jinek nikare bêyî zilamekî ji malbata xwe ji malê derkeve, biçe bajarekî din an jî serdana bijîşk bike. Ev yek jinê bi temamî li hundurê malê dixwe nava zindanê. Piştî mirina mêr, jin mecbûr dimîne ku bi birayê mêrê xwe re bizewice. Li vir daxwaz û rûmeta jinê tune ye, ew tenê wek “mîrateyek” ku ji malbatê dernekeve tê dîtin. Li hinek civakan xwarinên herî bi feyde (wek hêk an goşt) ji jinan re qedexe ne. Jin û keçên ku herî dawî li ser sifrê rûdinin, rastî kêmxwarinê û nexweşiyan tên. Qedexekirina perwerdeyê û xebatê jinê ji qada civakî derdixe. Jina ku perwerde nebûye û aboriya wê nîne, wekî îrade tune dibe û dibe girêdayî zilam. Ev test rûmeta jinê û mafê wê yê li ser bedena wê tune dikin. Jina ku vê testê derbas nake carinan di civakê de tê reşkirin an jî bi kuştina namûsê tê cezakirin.

Li gorî hemû pêşketinan paşverûtiya zihniyetê

Cîhan di gelek waran de pêşketiye weke; teknolojî, zanistî, wêjeyî û hwd… lê belê li beramberî wê zihniyeta zayendperest, kevneperest û paşverû li gorî hemû pêşketinan xwe didomîne. Kevneşopiyên çawt li bermaberî mafê jinê bi sedê salane xwe didomîne û xwe derbasî nifşên pêşerojê jî dike. Zihniyeta baviksalar ku bi sedê salane di nava civakê de pêşketiye û dema me ya îro de xwe berfireh û kûrtir dike. Bi rêya kevneşopiyên hewaldidin ku jinê di nava sînor û qaliban de bihêlim. Da ku jin nebe xwedî deng û zanist. Çiqas civak di warê zanist, fikir û tekonolijiyê de xwe pêş bixwe ewqas kapîtalîzm li kêlekî wê xwe bi pêş dixwe. Ev jî bandoreke wê ya mezin li ser zihmiyeta mirovan dike ku dihêlê di warê zihniyeta kûjer, paşverû û zayendperest de xwe kûr bike û jin dibe qurbaniya vê zihniyetê .

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.