Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Pênc sal ji desthilata Talîban; Afganistan di nav qeyrana maf, azadî û jiyanî de dixeniqe

07/06/2026
in NÛÇE
A A
Pênc sal ji desthilata Talîban; Afganistan di nav qeyrana maf, azadî û jiyanî de dixeniqe
Share on FacebookShare on Twitter

Şaho Xanim/Qamişlo

Bi derbasbûna pênc salan ji desthilata Talîban, Afganistanê bi qeyraneke kûr a civakî, aborî û mafê miroavn re rû bi rû ye. Di bin navê pêkanîna şerîeta Îslamê de jin tên hedefgirin, tecawizkirin û ji mafên xwe yên bingehîn bêpar dimînin.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê piştî 20 salan ji kontrolkirina Afganistanê û şerê li dijî tevgera Talîban a Isalmî a radîkal, di 30’ê Tebaxa 2021’an de vekişîna xwe ya leşkerî ji Afganistanê temam kir, bi vî awayî şerê xwe yê biyanî yê herî dirêj bi dawî kir.

Di Tebaxa 2021’an de, piştî vekişîna DYA, Talîban desthilatdarî desteser kir û Afganistan wekî mîrinşîna Islamî ragihand. Bi desthilatdariya Talîban re rewşa Afganistan her ku çû xerabtir bû. Bi derbasbûna 5 salan li ser hikmê talîban, binpêkirinên mafê mirovan, bi taybet kiryarên li dijî jinan, hejarî û nearamî taybetmendiyek diyarker a vê tevgerê dimînin.

Rewşa ewlehiyê

Rewşa ewlehiyê li Afganistanê pir ne aram e û tevlîheve. Welat ji bilî xetereyên revandin û girtina keyfî, ji rêjeyek bilind a sûcên asayî jî dikişîne. Ji ber vê rewşa ne aram, piraniya hikûmetên Rojavayî hişyarîyên rêwîtiyê yên hişk didin û hişyarî didin welatiyên xwe ku ji neçin Afganistanê.

Her çend Talîban kontrola piraniya welêt diparêze jî, ew bi êrişên berdewam yên komên çekdar ên li dijî Talîban û sivîlan rû bi rû dimîne. Rêxistina terorî (DAIŞ-Xorasan) gefa herî mezin li dijî Talîban e. Ev rêxistin cihên giştî, mîsyonên dîplomatîk, cihên îbadetê û navendên hikûmetê hedef digire. Di çileya 2026’an de di êrişeke xwekujî a (DAIŞ –Xorasan) a li diî xwaringehkê ku kesên biyanî û bi taybet çînî sedana wê dikin de, bi dehan kes hatin kuştin û birîndar bûn. Herwiha komên din, wekî El Qaîde jî hene û li dijî artêşa Talîban bi awayekî domdar êrişan pêk tînin.

Li aliyekî din jî herêmên sînor ên di navbera Afganistan û Pakistanê bi awayekî domdar rageşî û pevçûnên çekdarî yên demkî dijîn.

Rewşa aborî

Asta hejariyê li Afganistanê her ku diçe xirabtir dibe, nêzîkî 28 milyon kes nikarin pêdiviyên xwe yên herî bingehîn bidest bixin. Ev xirabûn bi zêdebûna bilez a nifûsê ve girêdayî ye ku ji mezinbûna aborî ya kêm derbas dibe, digel sînorkirinên li ser kar, kêmbûna alîkariya navneteweyî û bandora giran a guherîna avhewayê.

Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ji bo Koordînasyona Karûbarên Mirovî (OCHA) texmîn dike ku nêzîkî 22.9 milyon kes di nav kêmasiyên mezin ên fînansmanê û kêmasiyek giran a budceya alîkariya navneteweyî de hewceyê alîkariya mirovî ya bilez in. Di heman demê de ji sedî 42 ji nifûsê di bin xeta xizaniyê de dijîn.

Herwiha Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê hişyar da ku 3.5 milyon zarok di xetereya kêmbûna xwarinê de ne û krîza hejariya xwarinê di nav zarokên di bin du salî de xirabtir dibe.

Rêjeya bêkariyê li Afganistanê gihîşt ji sedî 13.35, ji ber ku aboriya wê ji ber tecrîda navneteweyî, kêmbûna alîkariya biyanî û vegera bi sed hezaran koçberan rastî krîzeke giran hat. Piraniya mezin a hêza kar (ji sedî 60-80) xwe dispêre sektora çandiniyê.

Rewşa jinan

Efganistan li ser asta cîhanê yek ji welatên herî zêde ku li dijî jinan binpêkirin tên kirin. Rewşa jinan li Afganistanê bi krîza mafên mirovan a herî xirab a cîhanê tê binavkirin. Ji ber ku Talîban sînordarkirinên sîstematîk ferz dike ku armanc dike jinan bi tevahî ji jiyana giştî dûr bixe û wan ji mafên wan ên herî bingehîn ên perwerde, kar, azadiya tevger û derbirînê bêpar bihêle.

Li Afganistanê bi mîlyonan keç ji mafê xwe yê perwerdehiyê bêpar dimînin, ji ber ku qedexeya fermî ya qeydkirina wan li dibistanan ji pola şeşan û zanîngehan ev pênc sal in berdewam dike. Jin ji xebata di karên hikûmetê û rêxistinên nehikûmî de qedexe ne û karê wan bi sektorên taybetî yên wekî lênihêrîna tenduristiyê di bin rêziknameyên hişk de sînorkirî ye. Ev bûye sedema valahiyek mezin a hêza kar û rêjeyên xizaniyê di nav malbatan de zêde bûne. Jin ji derketina ji malên xwe an rêwîtiya dûr û dirêj bêyî parêzvanek mêr (mahram) qedexe ne. Cihên giştî yên wekî parkan jî ji wan re qedexe ne.

Hikûmeta Talîbanê qanûnên berdewam ên wekî “fermankirina qenciyê û qedexekirina xerabiyê” derxistiye, ku rêziknameyên cil û bergan ên hişk ferz dikin û heta jinan ji axaftina li derve qedexe dikin. Talîban fermanên nû, wekî Fermana Taybet, tundûtûjî û qanûnên zordar ên navmalî bicîh kirine. Qanûna Malbatê (Fermana Hejmar 18) çarçoveyek qanûnî ya newekhev ava dike ku mafên jinan sînordar dike û ji bo wan dijwar dike ku cuda bibin, di heman demê de di vî warî de mafên mutleq dide mêran. Tevî vê zordariya sîstematîk, gelek jinên Afganî cûrbecûr şêwazên berxwedana takekesî û veşartî didomînin, wekî birêvebirina dibistanên li malê û karanîna platformên dîjîtal ji bo şopandina perwerdehiyê û xebata ji bo vegerandina mafên xwe.

Binpêkirinên li dijî jinan

Neteweyên Yekbûyî bi raporekê piştrast kir ku berpirs û endamên Talîbanê li dijî jinên Afganî kiryarên şîdeta cinsî kirine. Mîsyona Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî li Afganistanê (UNAMA) di sala 2025an de bi tevahî 21 dozên şîdeta cinsî belge kiriye, di nav de tecawizên komî, ku 15 jin û 6 keç hedef girtine.

Li gorî raporê, ev jin ji hêla berpirs û endamên Talîbanê ve rastî êrîşa cinsî an tecawizkirina komî hatine, di heman demê de hin ji wan neçar mane ku cilên xwe tazî bikin an jî bi zorê bên zewicandin. Herwiha di raporê de hat destnîşan kir ku rayedarên Talîbanê bi awayekî keyfî jinên xwepêşander girtine û dema ku di bin çavdêriyê de ne îşkence, muameleya xirab û şîdeta cinsî li wan kirine.

Di derbarê şideat li dijî jinan li girtîgehên Talîbanê de, Zarîfe Yaqubî, çalakvana mafên mirovan a Afganî, ku berê ji aliyê Talîbanê ve hatibû girtin, piştrast kir ku ew û hevkarên wê di dema girtina xwe de ji aliyê servîsa îstîxbaratê ya Talîban ve rastî gelek cureyên îşkenceyê û îtîrafên bi zorê hatine.

Rewşa medyayê

Medyaya li Afganistanê ji dema vegera Talîbanê bo ser desthilatê ve rastî kêmbûnek tûj hatiye, zêdetirî ji sedî 40 ji dezgehên medyayê hatine girtin û bi hezaran rojnamevan karên xwe winda kirine. Rayedar di nav marjînalîzekirina berdewam a rojnamevanên jin de, sînorkirinên tund ferz dikin, di nav de qedexekirina weşandina wêneyên zindiyan, qedexekirina weşana muzîkê,û sansurkirina bernameyên siyasî.

Bi taybet jinên di sektora medyayê de dixebitin zehmetiyên mezin dibînin, Ji sedî 80 ji rojnamevanên jin dev ji kar berdane û yên ku mane bi zehmetiyên giran re rû bi rû dimînin, wek qedexekirina derketina li ser ekranê bêyî nixumandina rûyên xwe û sefera bêyî parêzvanekî mêr.

Rojnamevanên Bêsînor ji havîna 2021an vir ve girtina zêdetirî 231 dezgehên medyayê û windakirina karên zêdetirî 6,400 rojnamevanan ragihandin.Di heman demê de Rojnamevan rastî kampanyayên çavtirsandinê û girtinên keyfî tên, raporên mafên mirovan girtina berdewam a xebatkarên medyaya herêmî ji hêla karûbarên îstîxbarata Talîbanê ve û sepandina sansurek tund belge dikin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.