Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bendava Firatê… Girîngiya wê di piştgiriya sektorên çandinî û elektrîkê de

03/06/2026
in Aborî û ekolojî
A A
Bendava Firatê… Girîngiya wê di piştgiriya sektorên çandinî û elektrîkê de
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Bendava Firatê ku wekî Bendava Tebqayê jî tê naskirin, yek ji projeyên avê yên herî girîng û stratejîk di dîroka Sûriya nû de ye. Ji bilî rola wê di hilberîna elektrîkê de, bendav dibe alîkar di avdanî û rêxistina avê de, ev yek wê dike beşek girîng ji binesaziya enerjiya herêmê û mînakek sereke ya serkeftina projeyên hîdroelektrîkê.

Bendava Firatê, ku wekî Bendava Tebqayê jî tê naskirin, yek ji projeyên avê yên herî girîng û stratejîk li Sûriyê ye. Bendav dikeve li ser Çemê Firatê li Parêzgeha Reqayê û bi qasî 50 kîlometreyan dûrî bajarê Reqayê ye. Di salên 1968’an de bi piştgiriya Yekîtiya Sovyetê dest bi avabûna wê hat kirin. Di destpêka salên 1970’an de dest bi xebatê kir, da ku bibe bendava herî mezin li ser xaka Sûriyê. Dirêjahiya bendavê bi qasî 4,5 kîlometreyan û bilindahiya wê ji 60 metreyan zêdetir e û li pişt wê Gola Esed heye, ku mezintirîn gola çêkirî ya Sûriyê ye.

Mijar vedgere demên borî

Ev fikire vedigere demên hikûmetên li pey hev ên sala 1955’an, lê ji ber jihevqetandina di navbera Sûriyê û Misrê de di sala 1958’an de proje hate rawestandin. Piştî hilweşandina yekîtiyê, di bin siya hikûmetên Beşîr El-Ezim de, ku ji 16’ê Nîsana 1963’an heta 14’ê Îlona 1963’an û Xalid El-Ezim, ku ji 17’ê Îlona 1963’an heta 9’ê Adara heman salê wekî serokê humik kirin, proje berdewam kirin. Di sala 1957’an de, hikûmeta Sûriyê ji bo bidestxistina piştgiriya teknîkî û darayî ya pêwîst ji bo pêkanîna projeyê peymanek hevkariyê bi Yekîtiya Sovyetê re îmze kir.

Li gorî malperên medyayî, Kovara (Hefteya Erebî), di hejmara xwe ya ku di 3’ê Kanûna sala 1963’an de derxistibû, tê de diyar kir ku piştî ku hikûmeta Almaniya ji bo fînansekirina “Bendava Firatê” rawestiya, hikumeta Sûriyê Wezîrê Karên Giştî yê wê demê Robert Elias şand da ku bi hikûmeta Fransayê re danûstandinan bike.

Wê demê Wezîr got ku “hikûmeta Fransayê bi beşdariya xwe biryardariya Almanya Rojava ya ji bo avakirina Bendava Firatê piştrast kir û beşdariya Fransayê dê di navbera ji sedî 30 û 40 de be, ku tê texmînkirin ji 200 milyon dolarên Amerîkî zêdetir e.

Lê li gorî agahiyan hatina Partiya Baas’ê ser desthilatê bi rêya darbeya 8’ê Adara 1963’an, pêkanîna peymanan rawestand. Piştre di sala 1968’an de pêkanîna projeyê ji nû ve dest pê kir, lê bi peymanek bi Yekîtiya Sovyetê re, ku endezyarên wê ji lêkolînên fransî û almanî sûd wergirtin.

Kar û xebatên pêkanîna projeyê di sala 1968’an de dest pê kir berî ku “Hafiz Esed” di sala 1970’an de were ser desthilatê û dayîna fermanê da ku avakirina projeyê bi rêya avakirina wezareta “Bendava Firatê”, pêşxistin û vegerandina erdên Hewza Firatê, berdewam bike.

Destpêkirina xebatên avakirinê

Avakirina bendavê di sala 1968’an de bi alîkariya Yekîtiya Sovyetê dest pê kir û nêzî pênc salan berdewam kir. Hewildanên mezin hatin kirin û teknîkên pêşketî hatin bikaranîn da ku avakirina wê di sala 1973’an temam bibe. Lê belê piştî ku rêça Çemê Firatê di sala 1974’an hat guhertin, ji nû ve proje bi giştî qediya. Projeya Bendava Firatê di çend qonaxan de hate bicîhanîn, ku bi avakirina avahiyên mezin, avahiya bendavê, tesîsan, stasyonên jêrxaneyê û stasyonên hîdroelektrîkê ji bo hilberîna elktrîkê dest pê kir, piştre jî guhertina rêça çem û sazkirina beşên daîmî yên jenerator û yekîneyên hilberîna enerjiya hîdroelektrîkê pêk hat.

Lêçûna giştî ya Bendava Firatê nêzî 340 milyon dolarê Amerîkî bû, ku ji wê 100 milyon dolar wekî deyn ji Yekîtiya Sovyetê hat wergirtin. Nêzîkî 12 hezar xebatkarên Sûrî û 900 pisporên Rûsî beşdarî xebatên avabûna bendavê bûn, ku li nêzîkî cihê avakirinê diman, paşê navê vî cihî bû Bajarê “El-Sewra”.

Piştî temambûna avakirina bendavê, Serokê Sûriyê yê berê Hafiz Esed nêzîkî 4 hezar malbatên Ereb ên ku li beşa ku lehî lê çêbû, dijiyan, wekî beşek ji planeke ji nû ve belavkirina nifûsê û avakirina kembereke Ereb li deverên li ser sînorê Sûriyê bi Tirkiyê û Iraqê re, da ku Kurdên li Sûriyê ji beşên Tirkiyê û Iraqê yên herêma Kurdistanê veqetînin, bi cih kirin.

Taybetmendiyên endezyariyê ya avahiya bendavê

Avahiya bendavê ji çîmento û hesn hatibû avakirin û ji bo ku karibe li hember erdhejan bisekine hatibû dîzayn kirin. Avakirina wê di 18’ê Adara 1978’an de qediya.

Li gorî hejmarên fermî, dirêjahiya Bendava Firatê 4 hezar û 500 metre ye, firehiya wê ya bingehîn 512 metre, firehiya wê ya jorîn 19 metre û bilindahiya wê 60 metre ye. Bilindahiya wê ji asta deryayê 308 metre ye û avahiya bendavê dikare 41 milyon metrekup av bigire. Di nav de 8 deriyên rijandina avê hene ku bi turbînan ji bo hilberandina elektrîkê hatine sazkirin.

Stasyoneke hîdroelektrîkê bi bendavê ve girêdayî ye, ku yekem stasyona bi vî rengî li Sûriyê ye, xetên voltaja bilind ji wir ber bi çend herêmên Sûriyê ve derdikeve.

Stasyon ji heşt yekîneyên hilberîna hîdroelektrîkê pêk tê, her yek bi kapasîteya nêzîkî 110megawatt e, kapasîteya giştî ya stasyonê 880megawatt e.

Gola Esed û krîza avê ya bi Iraqê re

Li pişt Bendava Firatê golek heye ku rejîma Sûriyê jê re digot “Gola Esed”, lê piştî destpêkirina şoreşa Sûriyê, jê Gola Firatê hat binav kirin.

Dirêjahiya golê 80 kîlometre ye, 8 kîlometre firehiya wê ye, bi dorfirehiya 200 kîlometre û rûbera wê 640 kîlometre ye. Kapasîteya wê ya depokirinê 14.1 milyar metrekup av e.

Di sala 1974’an de, hikûmeta Sûriyê bi kêmkirina herikîna ava Çemê Firatê dest bi dagirtina bendava li pişt Bendava Firatê kir. Ev yek di demekê de hevdem bû ku Tirkiyê dest bi dagirtina Bendava Kebanê kir, ev yek bû sedema kêmbûnek mezin di herikîna avê ya ku digihîje Iraqê û bû sedema hişkesaliyekê herwiha aloziyên siyasî di navbera her sê welatan de derket.

Para ava Çemê Firatê ya Iraqê bi awayekî berbiçav kêm bû, ev yek bû sedem ku Bexda Sûriyê bi sedema krîzê tawanbar bike û daxwaza destwerdana Komkara Ereban bike. Rewş gihîşt gefên bikaranîna leşkerî li dijî bendavê. Piştî danûstandinan û navbeynkariya Ereb û navneteweyî, lihevkirinek hat kirin ku tê de hat diyar kirin ku bi qasî ji sedî 60’î ava Firatê ya ku ji Tirkiyê ber bi Iraqê ve diherike dê ji axa Sûriyê re derbas bibe.

Di sala 1987’an de, Tirkiyê, Sûriyê û Iraqê peymanek îmze kirin, li gorî wê Tirkiyê soz da ku herikîna navînî ya 500 metrekupî (18 hezar lingênkupî) avê di kêliyê de ji Çemê Firatê ber bi Sûriyê ve, ango 16 kîlometrekupî (3.8 mîlênkupî) av di rojê de, biparêze.

Bendavên ku projeya Firatê temam dikin

Projeya pêşxistina Çemê Firatê bi Bendava Tebqayê nesekinî. Piştre bendavên din ên ku bi bi armanca baştirkirina rêveberiya çavkaniyên avê û zêdekirina hilberîna elektrîkê, ku bi bendava Firatê girêdayî hatin avakirin. Ya herî berbiçav ji van projeyan Bendava Mensûrayê (berê Bendava Baasê) bû, bi qasî 18 kîlometreyan dûrî Bendava Firatê ye, di sala 1986’an hat çêkirin. Ew ji bo rêxistina herikîna avê, kêmkirina xetereyên lehiyê û hilberîna elektrîkê tê bikar anîn.

Herwiha Bendava Tişrînê, ku ew jî li nêzîkî sînorê Sûriyê-Tirkiyê hate çêkirin, di sala 1999’an de dest bi dagirtina embarê xwe kir û bû yek ji girîngtirîn bendavên hîdroelektrîkê yên welêt. Ev bendav ji bo baştirkirina karanîna ava Çemê Firatê, baştirkirina karîgeriya hilberîna enerjiyê û rêkxistina çavkaniyên avê hatine çêkirin. Ew 80 kîlometre (50 mîl) li başûrê sînorê Sûriyê-Tirkiyê ye.

Armanca avakirina Bendava Firatê

Armanca sereke ya projeyê avdana deverên berfireh ên erdê bû ku bi tevahî 640 hezar hektar e, bi vî awayî qada zeviyên avî berfireh bike û bandorên neyînî yên guherînên avhewayê û barana nerêkûpêk kêm bike. Ev dever li ser hewzên ku ji Helebê li rojava heta bajarê El-Bûkemal li rojhilat û ji sînorê Sûriyê li bakur heta deştên El-Resafa li başûr dirêj dibin, belav bûye.

Tevahiya qada avî ku ji Çemê Firatê tê dabînkirin li ser van deveran hate dabeş kirin: Hewza Belîx, Herêma Firatê, Hewza Xabûrê Jêrîn, Hewza El-Resafê, Deşta El-Meyadîn û Hewza Meskenê ya Helebê, ev herêm bi pompkirinê tê avdan.

Herwiha ji armancên wê hilberîna 880megawatt ji bo elektrîkê. Rêxistina herikîna çem û sivikkirina lehiyên salane yên ku berê gundên li Sûriyê û Iraqê tehdît dikirin, zirar didan berhem û erdên çandiniyê herwiha ajalan dikuştin.

Perwerdekirina pergaleke teknîkî ya pispor. Pêşxistina dewlemendiya masiyan di golê de ji bo dabînkirina hewcedariyên xerckirina herêmî.

Bendava Firatê di şerê Sûriyê de

Di şerê Sûriyê de, ji ber şerên ku li herêmê qewimîn, bendav rastî şert û mercên dijwar hat. Di sala 2013’an de, bendav ji destê hikûmeta Sûriyê derket û di 2014’an de DAIŞ’ê ew kontrol kir. Di salên kontrolkirina DAIŞ’ê de herêma derdora bendavê rastî operasyonên leşkerî yên dubare hat, ku bandor li ser xebitandina stasyona hîdroelektrîkê û torên elektrîkê kir.

Di sala 2017’an de, tirsa hilweşîna bendavê zêde bû piştî ku hin tesîsên wê di dema operasyonên leşkerî de zirar dîtin, ku ev yek dikarîbû li seranserê Çemê Firatê karîsateke mirovî ya berfireh çêbikra.

Lê belê, xebatên sererastkirinê yên awarte rê li ber çêbûna wê karîsetê girt.

Piştre kontrola bendavê gihîşt Hêzên Sûriya Demokratîk. Herwiha di Çileya 2026’an de, piştî vekişîna QSD’ê ji bajarê Tebqayê hikûmeta Sûriyê ya demkî kontrola wê girt ser xwe, herwiha di vê dawiyê de jî ji ber vekirina Tirkiyê deriyên bedavên xwe, bajarê Dêrazorê û Reqayê şaîdiyê lehiyê bû û di encamê de gelek zirarên madî çêbû.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.