Ehmed Hesen
Di nava her civakekê de dîrokên taybet ên qehremaniyê hene û ew dîrok weke rojên taybet û pîroz tên dîtin, ji bo civaka kurd jî dîroka qehremaniyê ne tenê bi derketina tevgera azadiyê re zindî ye, lê belê ji hezar salan ve ev dîrok her gav xwe nû dike û diherike, di dîroka kurdan de qehremanên weke Derwêşê Evdî, Elîşêr û Zerîfe, Kawayê Hesinkar, Mezlûm Doxanli dijî Dehakan û heta qehremanê dawî Ziyad Heleb û Denîzan her tim li dijî zordarî û koletiyê serî hildan e û hil didin jî, li cihê ku zordarî û çûngdayîn hatibe sepandin, ev qehremanî bê teredud derketine û ew çûngdayîn veguherandina serhildan û berxwedaniyê.
Derwêşê Evdî di sedsala 18an de li herêma Wêranşarê jiyaye û berxwedaneke mezin li dijî Dewleta Osmanî û eşîrên Ereban nîşan dayê. Wê demê Temir Paşayê Milî di sala 1780î de dibê serokê eşîrên kurd ê kîkan, milan û eşîrên êzdiyan li Beriya Wêranşarê û Derwêşê Evdî jî ji bêr jîrekiya xwe dibê serleşkerê Temir Paşayê Milî. Di şerekî sala 1790î di navbera eşîrên Temir Paşayê Milî û Osmaniyên û eşîrên Ereban de Derwêşê Evdî tê kujtin.
Wekî din evîna Derwêşê Evdî, ku bi eslê xwe kurdê êzdî bû û Edûlê ku bi eslê xwe kurdê misilman bû di nava civaka kurd de tê naskirin. Her wisa Elîşêr Ew rêxînerê serhildana Qoçgiriyê û yek ji serokên sereke yên serhildanê Dêrsimê bû. Bi hevberkirina îfadeya wêjeyî bi berxwedana rêxistinkirî tê nasîn, ew di dema hilweşîna împeratoriya osmanî û derketina holê ya komara Tirkiyeyê de bû yek ji serokên herî bibandor ên kurd li Bakurê Kurdistanê. Mirov çendîn behsa qehremanên ku ji nava civaka kurd derketine behs bike jî, dê nikaribe rastiya van qehremaniyan rast pênase bike, ji ber ku hêzên mêtînger her tim hewla windakirina dîroka qehremaniya kurdan kirine û li şûnê dîrokek ji qirkirin û serîtewandinê rêz kirine, lê ev yek tu car nikare rê li ber hêza kurdan a di dîrokê de deng vedide bigire, wê hêzê her tim xwe zindî kiriye û belav bûye, lewra jî heta di dîroka nûjen de jî ev qehremanî xwe dide pêş û didome. Lê carcaran parçebûn û nebûna zanebûna rasteqîn a di nava eşîr û mîrên kurdan de rê li ber têkçûnên krîtîk vekiriye û heta roja îro jî vedike. Di çarçoveya rastiya kurd de teslîmkarî nîne, pir caran bi bêbextiya navxweyî çorsbûn û lawaziyeke mezin di nava civaka kurd de hatiye afirandin, ev jî bi pilan û şerê psîkolojîk a hêzên dagirker xwe di nava parzûnka çanda kurdan de dadirvîne. Ancax bi têgihîştina rastiya kurd ev bêbextî ji holê were rakirin û riya ber bi serkeftinê ve were misogerkirin.






