Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi sîstema nûjen re kêmbûna civakbûnê û têkiliyên civakî

03/06/2026
in CIVAK Û JIYAN
A A
Bi sîstema nûjen re kêmbûna civakbûnê û têkiliyên civakî
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk Mihemed

Çawa sîstema nûjen civakbûn, têkiliyên civakî, çanda alîkarî û nasîna cîranan ji nav civakê bir û mirov kirin xerîbên hev?

Civakbûn, têkiliyên civakî û cîrantî sê hêmanê bingehînin di jiyan her mirovekî de ye, ku bi rêya wê danasîn, hevaltî û belavkirina kevneşopiyên civakan çêdibe. Lê di roja me ya îro de sîstema nûjen mîrasa civakî ya bav û kalan ji ortê winda kir.

Civakbûn çi ye: Pêvajoya ku mirov tê de fêrî ziman, nirx, kevneşopî û çanda civaka xwe dibe da ku bibe endamekî çalak û lihevhatî. Ev pêvajo ji dayikbûnê dest pê dike û heta dawiya jiyanê berdewam dike. Girêdanên di navbera kesan de wek malbat, hevalbendî û cîrantî bingehê civakbûnê ne. Parvekirina ziman, dîrok, çand, exlaq û erdnîgariyê ye ku kesan dike yek. Mirov çanda xwe, ziman û awayê jiyanê ji civaka xwe werdigire ango civak nasnameya mirov diyar dike. Civakbûn di heman demê de li hember hemû zehmetî, xetereyan, xwe û hebûna xwe diparêze.

Têkiliyên civakî çi ye: Ew çalakî û danûstandinên rojane ne ku di navbera kesan, koman û saziyan de çêdibin, ev têkilî bingeha avakirina civakê ne û bi rêya wan rola her kesî di nava civakê de diyar dibe.

Cîrantî tê wateya têkilî, hevalbendî û cîrantiya di navbera malbat an kesên ku li nêzî hev dijîn de. Ev têgeh di çanda Kurdî de xwedî cihekî gelekî girîng e, exlaqê civakî, alîkarî û rêzgirtina hevpar li ber çavan digire. Piştgiriya hevdu di rojên teng û şahiyan de dikin. Parastina rêzgirtina malê û mafê hevdu dikin. Li gorî nirxên civakî, cîranê mirov di gelek mijaran de li pêşiya xizmên dûr tê girtin ango cîranê nêzîk çêtir e ji birayê dûr e.

Stonê bingehîn ya jiyanê civakbûn e

Me li jor civakbûn, têlikiyê civakê û wateya cîrantiyê pênase kir, ev sê stonên bingehînin ku jiyan û her civakek tê re derbas dibe. Di dema bav, kal û dayîkên me de çanda civakbûnê gelekî li pêş bû, têkiliyên civakî xortbûn û hestên mirovbûnê gelekî bilind bû. Mirov xwedî li civak, kes û xizmên xwe derdiket û têkiliyên xort ava dikirin. Herwiha dema ku em dibêjin civakbûn tê wateya alîkarî û hevparbûna jiyanê, ku ev yek ji bingehtirîn bendên civakbûnê ne. Di heman demê de civakbûna tê wateya parastina endamên civakê, çand û kevneşopiyên ku civakê temsîl dike. Jiyana komînal li gel civakên rast tê dîtin.

Bi rêya têkiliyê civakbûn ava dibe

Bi rêya têkilî ango danûstandinê civakbûnê ava dibe, ku li gorî wê mirov hevdu nasdike û li ser wê esasê têkiliyên hevaltî, xizim û zewacê ava dike. Herwiha bi vê rengî çand, nasname û kevneşopiyên civakan di nava welatan de belav dibe. Têkilî ango danûstandina ku di navbera kesan de çêdibe bi rêya wê fikir, nêrîn û zanîna kesan belav dibe û di nava civakê de nêrîn û fikirên cûr bi cûr derdikevin pêş. Bi rêya têkiliyê nasîn, zanebûn, şaştî û rastî derdikevib pêş.

Cîrantî jiyana hevpar e

Cîratî tenê di du dîwarên mal bi hev ve girêdayî sînordar namîne, lê belê bi hevre avakirina jiyanekê ye. Cîrantî jiyana hevpar ku di navbera çend malan de ye ku şîn, şevîn û şahiyê xwe bi hevre derbas dikin. Cîran ji bo cîranê xwe ya din dibe palpişt, di heman demê de ew têkiliyê xort di navbera cîranan de li ser esasê rêzgitina pîvanên malên hev û exlaqê danûstandinê tê avakirin.

Di serdema nû de hilweşîna pîvanên civakbûnê

Di nifşê nû de pîvanên civakbûnê ku bav û kalên me li ser dimeşîn neyê dîtin, ango wê kevneşopî, têkiliyên civakê û civkbûnê weke nezanîbûnê dibînin. Herwiha dikare were gotin ku di dema me ya niha de civkbûn kêmbûye, têkiliyê civakî gelek lawaz bûye û cîrantî qels bûye. Zarok ango ciwan çand, tevger û kevneşopiyên civakên berê nizanin û gelek jê dûrin. Em dîbînin ku di serdema nû de pîvanên civakbûnê hilweşîne. Jiyana hevpar, komînal û alîkar her ku diçe kêm dibe. Li beramberî wê çanda tenêtiyê û ezeziyê pêşdikeve.

Ji ber ku di dema me ya niha de kapîtalîzim û teknolojî gelek pêşketiye ev yek jî dihêle ku mirov ji civakbûnê dûrbikeve û bi tenê bimîne. Di heman demê de bi van hemû pêşketinan re zihniyata berjewendiya kesayetî jî pêşketiye ku ev hişmendî li dijî jiyana civakbûnê ye, ji ber vê yekê jî civakbûn lawaz bûye.

Herwiha çanda cîrantiyê kêmbûye, li şûna cîran bi hevre rûnin û danûstandinê çêbikin li ser telefonan li rewşa hevdû dipirsin. Ev yek jî çanda ku dayîk û bavên me bi salane parstina wê dikin di dema me ya niha de bi hêsanî winda dibe. Di serdema nû pîvanên civakbûnê hilweşîne û ev serdem dibe sedem ku têkiliyên kûr û rûbirû yên civakî cihê xwe bidin tenêbûn, fedyakarî kêm dibe û pîvanên civakî ku li ser hêmana exlaqî hêdî hêdî qels dibin.

Ji ber vê yekê em di dema me ya niha de dibînin ku mirovbûn, exlaqên civakî û pîvanên jiyanê zû bi zû hildiweşin û ji nû ve avakirina wê zehmet dibe.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.