Ayşa Silêman/ Dêrik
Şaredarî saziya herî sereke ye ku jiyana hevpar a civakê bi rê ve dibin û xizmetên bingehîn digihînin welatiyan. Di nav avahiya şaredariyê de, yekeya ku rasterast têkiliyê bi dispilîn, ewlehî, tenduristî û aramiya civakî re datîne, zabîte ye.
Zabîte, wekî polîsê herêmî yê şaredariyê ye, karê wan bi cih anîna sepandin, parastina qanûn û biryarên şaredariyê ye. Xebatên zabîteyê pirreng in û rasterast bandorê li ser jiyana rojane ya welatiyan dikin, wek kontrolkirina Tenduristî û Paqijiyê; Zabîte cihên ku xwarin û vexwarinê hildiberînin û difroşin herdemî kontrol dikin. Ew çavdêriya paqijiya van cihan dike û dîroka dema derbasbûna hilberan û guncavbûna wan a ji bo tenduristiya mirovan dikin. Sazkirin û birêvebirina bazarê di bin berpirsiyariya zabîteyê de ye. Di heman demê de, ji bo parastina mafên mirovan zabîte etîketên bihayê li ser kelûpelan kontrol dikin da ku rê li ber firotina neqanûnî û bihayên bilind bigirin.
Di derbarî kar û xebatên zabîteyê û bi rêveçûna wê di bajar de Endamê Zabîteya bajarê Dêrikê Mihemed Xêr Fetah ji Rojnameya me re axivî.

Kar û xebatên zabîteya bajarê Dêrikê
Endamê Zabîteya bajarê Dêrikê Mihemed Xêr Fetah da zanîn ku zabîteya şaredariyê 4 beşê wê hene beşê avahiyan, tenduristî, paqijî û bazarê ye û wiha got: “Her beşek 3 endamên wê hene hevalek jin du mêr. Beşê disiplîna sûkê li ser lîsansên dikanan disekine û dispilîna resîfan disekine ku her dikanek 40 s tenê ji wan re guncawe, kesê ku vê sîstemê pêk nayînê destpêkê em wan hişyar dikin heger dubare bû em mûxalefê li wan didin, her wiha her sal pêwîst e xwediyê dikanê lîsansên xwe nû bikin. Em endamekî xwe ji beşa tenduristiyê rêdikin bazara sewalan û yekî din rêdikin bazara qesaban da ku baqijiya swalan kontirol bikin û rê li ber belavbûna nexweşiyan bigirin, di heman demê de du bijşkên me yên sewalan jî hene rojane li ser van herdu bazaran disekinin. Di heman demê de ev beş li ser xwaringeh, firingeh, şîranî û berberan jî disekinin û her roj li cihekî ji van digerin da ku kar kontirol bikin û her yek ji van beşan mûxalefên wan cûda ne.”
Her beşek ji zabîtê erkê wê cûdaye
Fetah axaftinên xwe domand û wiha got: “Beşê paqijiyê di hefteyê de 3 rojan di nav bajar dene û rojên din di nav bazarê de ne, ji bo bazarê me demek ji wan re diyar kiriye ku rojane çopa li cem wan heyî derxin pêşiya dikanên xwe û karkerên paqijiyê diçin wê çopê kom dikin, dema vê yekê binpê bikin, dest pêkê em hişyarîkê didin xwediyê dikanê heger dûbare bû mûxalefê em lê didin. Di heman demê de em di nav bajar de jî bibînin ku hin mal dispilînê xira dikin û zagonên paqijiyê pêk nayînên em wan jî muxalefe dikin. Endamên Beşê avê hertim di nav hereketê dene tu dem diyar nîne ji bo wan, ji ber ku bajar rastî pirsgirêka qutbûna avê dihat û di gelek taxan de av diherikî û gel bê berpirsyarî tev digeriyan. Beşê avahiyan destpêkê serlêdana me dikin da ku avahiyekî ava bikin, destpêkê em destûrê yek ser nadin wan em mihekî derfet didin, gelek kes hebû di nav bera wan de pevçûn çêdibû ji bo avahiyan. Heger mihek derbas bû tu pirsgirêk derneketin êdî em destûra kolanadinê didin wan û hemû kaxezên pêwîst ji bo malê amade dike û dest pê dike.”
‘Endamên me her di nav tevgerê de ne’
Endamê Zabîteya bajarê Dêrikê Mihemed Xêr Fetah axaftinên xwe bidawî kirin û wiha got: “Em hertim li ser avahiyan digerin di milê hesin û esasê wê de heger pirsgirêk nebin em destûrê didin berdewam bikin. Her wiha gelek avahî hene bi rojan kelûpelên lêkirinê rê digre û çûn û hatina gel asteng dike lewma em destpêkê hişyarî didin û heger çareser nebû em muxalefe lê didin. Em hertim di nav tevgerê de ne ji sihara heya nîvê şevan em rojên betlane jî derdikevin. Ne qebûl kirina gel ji van sîsteman re dibe astengî li pêşiya me, heya ku fêr dibin û nas dikin ku ev kar hemû ji bo wa ye wext gelek diçe.”






