CEMÎL XOCE
Bi salan e cîhan Sûriyeyê wekî meydana şerekî siyasî û leşkerî dibîne. Lêbelê, pêşketinên dawî yên li herêmê nîşan didin ku cewherê nakokiya li dora Sûriyeyê hatiye guhartin. Îro, meseleya sereke êdî ne tenê kî Şamê bi rêve dibe yan kîjan hêz herêmê kontrol dike ye, lê belê rola Sûriyeyê di projeyên herêmî û navneteweyî yên mezintir ên têkildarî enerjî, bazirganî û bandora jeopolîtîk de ye.
Herêm şahidiya guhertineke mezin a hevpeymaniyan û hevsengiya hêzê û ji nû ve dîzaynkirina wê dike. Di nav van veguherînan de, Sûriye careke din bûye lîstikvanekî navendî di hesabên herêmî û navneteweyî de. Cihê wê yê erdnîgarî, wê dike xelekeke girêdanê di navbera Kendav, Tirkiye, Deryaya Spî û Ewropayê de. Ev yek girîngiyekê dide wê ku sînorên wê yên neteweyî derbas dike.
Ev rastî, reqabeta zêde ya di navbera Tirkiye û Îsraîlê de di qada Sûriyeyê de rave dike. Her du welat Sûriyeyê wekî qadeke stratejîk dibînin ku rasterast bandorê li berjewendiyên wan ên pêşerojê dike. Tirkiye hewl dide hebûna xwe ya siyasî, aborî û ewlehiyê xurt bike, di heman demê de Îsraîl hewl dide ku pêşî li derketina holê ya her rêkeftinên herêmî yan leşkerî bigire, ji ber ku ew wê weke gefek li ser ewlehiya xwe yan jî cihê xwe li herêmê dibîne.
Lê bingehê reqabeta heyî ne tenê di baregehên leşkerî yan jî qadên bandorê de ye, lê di heman demê de di korîdorên aborî û boriyên enerjiyê de jî ye ku dikarin di nav axa Sûriyeyê re derbas bibin. Cîhan niha şahidê reqabetekê ye ji bo avakirina rêyên nû yên bazirganî û veguhastina enerjiyê ku Asyayê bi Ewropayê ve girê didin û Sûriye dibe navenda vê hevkêşeyê.
Di dehsalên borî de, boriyên petrol û gazê faktoreke veşartî bûn ku bandor li gelek nakokiyên herêmî dikir. Îro, ev faktor vedigere pêş. Zêdetir behsa projeyên veguhestina enerjiyê ji Kendav, Iraq û Rojhilatê Deryaya Spî bo bazarên Ewropayê tê kirin. Wekî din, dikare bê gotin ku Sûriye dibe navendeke lojîstîkî ya girîng di nav toreke herêmî ya berfireh de ku enerjî, bazirganî û veguhastinê bi hev ve girê dide.
Ev yek eleqeya zêde ya bi aramiya Sûriyeyê re rave dike. Projeyên mezin ên aborî hawîrdoreke aram û saziyên ku dikarin veberhênanan biparêzin hewce dikin. Tu welat an şîrket nikare bi milyaran dolaran li boriyên enerjiyê yan rêyên bazirganiyê yên ku di nav deverên ku di kaos an pevçûnên berdewam re derbas dibin, veberhênan bike.
Lêbelê, pirsgirêka bingehîn ew e ku Sûriye hîn jî ji gihiştina ev asta aramiyê dûr e. Şer bandorên kûr li ser binesaziya wê, saziyên dewletê û aboriya wê hiştiye. Wekî din, dabeşbûnên siyasî û civakî bi tevahî nehatine çareserkirin, ji ber vê yekê axaftina li ser projeyên stratejîk ên mezin zû ye.
Li vir paradokseke girîng heye: Her ku girîngiya jeopolîtîk a Sûriyeyê mezintir be, pêşbaziya li ser wê jî mezintir dibe. Ev tê wê wateyê ku cihê wê yê stratejîk dikare bibe çavkaniya hêzê û derfetek ji bo pêşveçûnê, lê di heman demê de dikare bibe sedemek ji bo zext û destwerdana berdewam a derveyî.
Her wiha, Sûriye bi pirsgirêkên ewlehiyê re rû bi rû ye ku nayên paşguhkirin. Pirsgirêka DAIŞ’ê hîn jî mijareke girîng di nîqaşên siyasî û ewlehiyê de ye û nezelaliya berdewam li hin waran ji bo welatên ku difikirin ku di projeyên demdirêj de veberhênan bikin an jî beşdar bibin fikaran çêdike.
Pêşeroja Sûriyeyê ne tenê bi têkiliyên wê yên derve ve girêdayî ye, lê di heman demê de bi şiyana wê ya avakirina lihevkirineke navxweyî ya berfireh ve jî girêdayî ye. Dewleteke ku bixwaze roleke girîng a aborî û herêmî bilîze, pêdiviya wê bi saziyên aram, qanûnên zelal û hevkariyeke rastîn di navbera pêkhateyên wê yên cuda de heye. Bêyî van, welat dê li hember bêîstîqrariyeke siyasî û ewlehiyê ya xeternak bimîne
Qonaxa pêş me dixuye ku dê li pêşiya Şamê pirsgirêkên aloz derxe. Ji aliyekî ve, zexteke zêde heye li hemberî tevlîbûna çi rêkeftinên nû yên aborî û herêmî heye. Ji aliyê din ve, pêdivîyeke lezgîn heye ku krîzên navxweyî werin çareserkirin û aramiya siyasî û civakî were bidestxistin. Hevsengkirina van her du rêyan dê ne karekî hêsan be.
Tiştê ku îro li Sûriyeyê tê jiyîn, guhertineke berfirehtir di xwezaya nakokiyên li Rojhilata Navîn de nîşan dide. Şer êdî ne tenê li ser sînor û artêşan in, lê niha bi rêyên bazirganiyê, xetên enerjiyê û zincîrên dabînkirina cîhanî ve girêdayî ne. Ji ber vê yekê, erdnîgariya Sûriyeyê bûye beşek ji pêşbaziyeke herêmî û navneteweyî ku ji sînorên dewleta Sûriyeyê bi xwe pir wêdetir diçe.
Di berçavgirtina vê rewşê de, pirsa herî girîng ku derdikeve pêş ev e: Gelo Sûriye dikare cihê xwe yê stratejîk veguherîne derfetek ji bo başbûn û aramiyê, yan jî ew ê wekî qadeke ku projeyên herêmî yên nakok lê pêşbaziyê dikin bimîne? Bersiva vê pirsê ne tenê dê pêşeroja Sûriyeyê diyar bike, lê di heman demê de dibe ku bandorê li ser şiklê hevsengiyên siyasî û aborî yên li Rojhilata Navîn di salên pêş de bike. Welatên ku li ser xaçerêyên rêyên bazirganiyê yên sereke ne, derfeteke dîrokî heye ku bibin navendên bandor û pêşkeftinê, lê ew di heman demê de bi xetereya ku bibin qadên şer ên daîmî re jî rû bi rû ne ger ew nekaribin aramiya navxweyî ava bikin û projeyeke neteweyî ya berfireh formule bikin ku berjewendiyên wan biparêze û wan hêzdar bike ku bi guhertinên herêmî û navneteweyî yên ku bi lez diguherin re mijûl bibin.






