Navenda Nûçeyan
Di serdemeke ku siyaset û welat hêza leşkerî bi rê ve dibe, li Îranê ev yek terz e, hêzeke leşkerî wek pasedaran destwerdanê di hemû waran de dike. Pasedarên Îranê hêzeke leşkerî ye, piştî kuştina Elî Xumeyînî kî vê hêzê bi rê ve dibe?
Destê veşartî Pasdaran bi rê ve dibe?
Rojnameya The Telegraph a Brîtanî guhertinên kûr di nav desthilatdariyê ya Îranê de bi taybetî di nav Pasdarên Îranê de eşkere kir. Wê destnîşan kir ku Rojava avakirina nû ya xeternak a ku di dilê rejîmê de ji hêla toreke kesayetên ewlehî û leşkerî yên bi bandor ve tê rêvebirin, paşguh dike. Rojname bi wê pêşgotinê dest pê dike ku nûçeyên rojavayî yên li ser rewşa di nav Îranê de rastî kêmasiya rastbûn û kûrahiyê tên, nemaze di têgihîştina navendên rastîn ên desthilatdariyê de piştî guhertinên serokatiyê yên dawî, di nav de kuştina Elî Xumeneyî û dûrbûna kur û cîgirê wî Mujtaba ji cihê geşedanên siyasî. Vegotina rojavayî ya dibêje serokê parlamentoyê Mihemed Baxêr Xalîbaf bûye kesê bihêz ê nû li Îranê, şaş e. Qalîbaf dûrî qada biryardayînê ketiye û ew hatiye paşguhkirin. Herwiha di nava windakirina baweriyê bi hin torên Pasdaran re, nexasim nifşên ciwan de, dijî. Berevajî vê, The Telegraph radigihîne ku Ehmed Wahidî ji hêla hin kesan ve wekî fermandarê nû yê Pasdaran tê hesibandin. Rojnameya TheTelegraph tekez dike ku ev agahî ji hêla raporên îstîxbarata rojavayî ve tê piştrastkirin. Lê belê, ew destnîşan dike ku ev bandor ji ber dûrbûna Wahîdî ya bi salan ji fermandariya rasterast a meydanî û saziyên hikumetê de, di nav de Wezareta Karên Hundirîn di bin serokatiya Îbrahîm Reîsî de, ew rastî astengiyan dibe. Telegraph destnîşan dike ku ev yek bûye sedem ku Wahîdî hewl bide cihê xwe di nav Pasvanan de bi taybet nifşên ciwan û milîsên Besîj de, bigire. Ev gav derî li ber roleke girîng vedike da ku fermandarê berê yê Pasvanan Mihemed Elî Caferî vê derfetê qezenc bike, ji ber ku ew yek ji kesayetên herî bi bandor ên niha di nav rejîmê de tê hesbandin.
Caferî; Hêza veşartî ya Pasdaran
Caferî di dema fermandariya xwe de ji 2007 heta 2019’an wekî yek ji sazûmanên sereke yên veguherîna stratejîk di nav Pasdarên Şoreşa Îslamî de tê hesibandin. Wî çavdêriya pêvajoyeke jinûveavakirinê ya nenavendî kir û bû sedema avakirina yekîneyên herêmî yên Pasdaran ji bo amadekariya gefên derve û tevlîheviya navxweyî. Caferî di pêşxistina asta îstîxbarat û sîberaniya Pasedaran herwiha pêşvebirina stratejiyên şerê bêhevsengiyê de rolek girîng lîst. Di heman demê de di tepeserkirina xwepêşandanên 2009 û 2017 heya 2018’an de xwedî rol bû û rê li ber gefê ku aramiya rejîmê dixwar, girt. Di 2019’an de Caferî saziya Baqiyet Ellah wekî şaxek civakî û çandî ya Pasedarên Îranê ava kir, armanca wê rêxistin û seferberkirina gel ji bo rejîmê bû. Ev tore ji sed hezaran komên piçûk pêktê û li taxên cûda yên Îranê belav bûne. Ew ji bo seferberiya îdeolojîk, bandorkirina hilbijartinan û jinûvedîzayînkirina qada siyasî ya navxweyî bi piştgiriya namzetên taybetî û dûrxistina yên din tê bikaranîn.
Rola Qalîbaf û hevalbendiya Wehîdî û Caferî
Di heman demê de Qalîbaf weke semboleke biragmatîk a rêjîmê tê dîtin, lê hem jî li ser wî gelek dozên gendeliyê hene, ev yek jî dihêle kesayeta wî di çavên nifşên nû de reş bibe, bi taybet qata radîkal a di nava artêşa Pasdaran de. Tevî hebûna şiyana Qalîbaf ku di her rewşekê de bi hemû geşedanên siyasî re rû bi rû dima û xwe diguncand, hem jî bi gelek erkan di nava saziyên hikumetê de radibû, lê vê rewşê hişt bêbawerî li hemberî wî were avakirin. Ew wekî beşek ji çîna olîgarşî ya girêdayî Pasedarên Îranê tê dîtin. Di dema heyî de hevpeymaniyeke veşartî di navbera Ehmed Wahidî û Mihemed Elî Caferî li ser bingeha danûstandina berjewendiyên siyasî û stratejîk de dest pê kiriye. Pêdiviya Wahidî bi ezmûn û torên berfireh ên Caferî heye, ev yek jî ji bo misogerkirina piştgiriyê di nav Pasdaran û ciwanên xwedî îdeolojiyeke kûr de. Di heman demê de Caferî sûdê ji cihê Wahidî werdigire da ku bandora xwe xurt bike û dijminên wî werin paşguhkirin bi taybetî Qalibaf. Hevpeymana di navbera Wehîdî û Caferî de jinûveavakirina binesaziya Pasedaran diteyîsîne, ev yek jî li ser bingeha avakirina şepêleke îdyolojîk a hişk pêktê, di warê rêxistinî de jî li aliyekî pişta xwe bi amadekirina ciwanan ji bo şer xurt dike û hêzê ji toreyên pêkanîna desthilatdariya li ser civakê digire, ev yek jî li şûna bîroqratiya kilasîk tê bikaranîn. Serkeftina vê hevalbendiyê dikare bibe aktoreke sereke ji bo guhertina hêdî hêdî di terzê rejîma Îranê de, ber bi modelek navendîtir û îdeolojîk a ewlehiyê di nav Pasdarên Şoreşê de, bi potansiyela hişkbûna navxweyî ya mezintir û bandorên wê li ser siyaseta herêmî û siyaseta derve ya Îranê.






