Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şêra Osê: Paşguhkirina Kurdan rewabûna parlementoyê kêm dike

03/06/2026
in ROJEV
A A
Şêra Osê: Paşguhkirina Kurdan rewabûna parlementoyê kêm dike
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn/Qamişlo

Endama Desteya Hevserokatiyê ya MSD’ê Şêra Osê diyar kir ku nebûna nûneratiya rastîn a Kurdan di parlementoyê de, cihêrengiya civaka Sûriyê nîşan nade. Paşguhkirina Kurdan rewabûna parlementoyê kêm dike û bandorê li pêvajoya demokratîk dike û got, “Divê parlemento temsîla hemû pêkhateyên welat bike.”

Derbarê hilbijartinên Parlementoya Sûriyê, herwiha diyarkirina endamên parlementoyê, endama Desteya Hevserokatiyê ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Şêra Osê bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

Di demekê de ku hikumeta demikî bi navê pirrengiya Sûriyê û hevjiyana netewî bang dike, careke din gelê Kurd li Sûriyê wekî serdema Baas di Meclisa Gel a Sûriyê de tên paşguhkirin, hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Meseleya temsîla Kurdan di saziyên neteweyî yên Sûriyê de, ne tenê girêdayî kursiyan an hejmaran e, lê belê li ser xwezaya dewleta ku di vê qonaxa krîtîk a dîroka Sûriyê de tê avakirin e. Dema ku em behsa Sûriyeyeke demokratîk û pirralî dikin, ev yek hebûna hemû pêkhateyên neteweyî di saziyên biryardanê de, di serî de jî parlemento, nîşan dide. Ji ber vê yekê, her dûrxistina Kurdan an kêmkirina rola wan a siyasî, fikarên rewa li ser vejîna zihniyeta siyasî ya ku bi dehê salan Sûriyê birêve dibir, zihniyetek li ser înkar, paşguhkirin, nepejirandina cihêrengiya neteweyî û çandî ya welêt, derdixe holê. Gelê Kurd ne kesên nûhatî ne ji bo Sûriyê, ew pêkhateyeke resen e ku di avakirina dewleta Sûriyê ya nûjen de beşdar bûne û di seranserê serdemên cûda de, nemaze di salên krîza Sûriyê û şerê li dijî terorê (DAIŞ’ê) de, qurbaniyên mezin dane. Ji vê perspektîfê ve, paşguhkirina hebûna wan a siyasî nikare wekî mijarek teknîkî were dîtin, lê belê têgihîştineke şaş a bingehîn a têgeha hevkariya neteweyî nîşan dide. Ji bo serkeftina her veguherîneke siyasî, avakirina baweriyê di navbera dewlet û pêkhateyên wê de hewce dike û ev bawerî tenê bi rêya naskirina hevbeş, temsîliyeta adil û hesteke hevpar a xwedîtiyê di şekildana pêşeroja welêt de, dikare were avakirin.

Paşguhkirina Kurdan û nebûna nûnertiya wan di parlementoya Sûriyê de, wê çiqasî bandorê li ser entegrasyona demokratîk û pêvajoya siyasî li Sûriyê bike?

Nebûna nûnertiya rastîn a Kurd di parlementoyê de dê bandorên wê hebin ku ji civaka Kurd bi xwe wêdetir diçin, ji ber ku ew cewhera pêvajoya demokratîk û pêşeroja aramiya siyasî li Sûriyê kêm dihêle. Demokrasî ne tenê pêkanîna hilbijartinê yan avakirina saziyên fermî ye, ew pergalek berfireh e ku li ser beşdarbûn, pirrengî û naskirina hevbeş di navbera hemû pêkhateyên civakê de ye. Dema ku pêkhateyek neteweyî ya sereke xwe ji bandora siyasî dûrxistî hîs bike, ev yek baweriya bi pêvajoya siyasî qels dike, herwiha di navbera civak û dewletê de valahiyekê çêdike. Wekî din, her parlementoyek ku nikaribe cihêrengiya rastîn a civaka Sûriyê nîşan bide, hem jî dê li hemberî xwe astegiyan di derxistina qanûn û polîtîkayên ku xwedî meşrûiyeta neteweyî ya berfireh in, bibîne. Ji ber vê yekê, em bawer dikin ku aramiya pêşeroja Sûriyê bi giranî bi şiyana pergala siyasî ya nû ve girêdayî ye ku hemû pêkhateyên wê yên neteweyî, olî û çandî di çarçoveya hemwelatîbûna wekhev de bi cih bike. Civaka navneteweyî û sponsorên çareseriya siyasî jî dizanin ku her çareseriyek ku hemû hêz û pêkhateyên çalak ên li ser erdê negire nav xwe, dê netemam bimîne û di yekemîn pirsgirêka siyasî an ewlehiyê de wê têk biçe. Ji ber vê yekê, tevlêbûna rastîn a Kurdan di saziyên dewletê de, veberhênanek di îstîqrara neteweyî de ye, ne bersivek ji bo daxwazên komek an aliyekî taybetî ye.

Hikumeta demkî gelek caran behsa yekîtiya neteweyî dike, lê pratîka wê li ser erdê berovajî ye. Hûn wekî Meclisa Sûriya Demokratîk van nêzîkatiyên hikumetê çawa dibîne û çi mekanîzmayên siyasî dikarin maf û nûneratiya Kurdan, biparêz in?

Em her tim di navbera gotinên siyasî û pratîka siyasî de cudahiyekê dibînin. Bilindkirina dirûşmeyên yekîtî û jiyana neteweyî hêsan e, lê dijwariya rastîn di wergerandina van prensîban bo polîtîka, pêkanîn û saziyan de ye. Ji ber vê yekê, pîvana ku her hikumet an desthilata siyasî pê tê nirxandin, ne helwestên wê yên îlankirî ne, lê pêkanîna wê ya pratîkî li ser erdê ye. Em dibînin ku pêdiviya Sûriyê bi peymanek civakî ya nû heye ku têkiliyek cûda di navbera dewlet û civakê de ava bike, têkiliyek li ser bingeha naskirina pirrengiyê wekî rastiyek neteweyî ku nayê paşguh kirin an înkar kirin. Ji bo parastina mafên Kurdan û civakên din ên Sûriyê jî, divê garantiyên destûrî yên zelal û bê guman hebin, ev garantî jî divê ku neyên kêmkirin a jî guhertin. Di heman demê de pêwîst e ev garantî naskirina mafên çandî û neteweyî, garantiya beşdariya siyasî ya dadperwer, pejirandina prensîba nenavendîbûna demokratîk wekî çareseriyek rastîn ji bo birêvebirina cihêrengiya Sûriyê di nav xwe de hilgirin. Herwiha em tekez dikin ku ji bo avakirina dewletek aram, pêdivî bi saziyên neteweyî heye ku hevsengiyên civakî yên rastîn nîşan didin, da ku rê bide hemû welatî û civakan ku di cihê biryarê de beşdar bibin. Hemwelatîbûna wekhev nayê wateya paşguhkirina taybetmendiyan, berevajî vê, ew tê wateya garantîkirina mafên takekesî û kolektîf di çarçoveya yekîtî û serweriya dewletê de. Ji ber vê yekê, her projeyek siyasî ku van rastiyan li ber çavan negire, dê di bidestxistina îstîqrar û pejirandina gel de bi zehmetiyên mezin re rû bi rû bimîne.

Bê nûneratiya rastîn a Kurdan, wê Parlementoya Sûriyê nikaribe temsîla hemû gelên Sûriyê bike. Ji bo ku Kurd cihê xwe di parlemento de bigrin, ji gelê Kurd, bi taybet partî û rêxistinên siyasî çi tê xwestin? 

Berpirsiyariya misogerkirina nûnertiya Kurdan ne tenê li ser milê Kurdan e, ew berpirsiyariyeke giştî ya neteweyî ye ku li ser dewletê û hemû hêzên siyasî yên Sûriyê ye. Lê belê, qonaxa niha berpirsiyariyên zêdetir li ser hêz û partiyên Kurdî ferz dike, di nav de xurtkirina helwesta wan a siyasî ya yekgirtî, pêşxistina mekanîzmayên ji bo çalakiya hevbeş û tevlêbûna bi hêzên demokratîk ên Sûriyê yên cûrbecûr re. Ezmûna siyasî nîşan daye ku maf bi rêya çalakiya siyasî ya rêxistinkirî, vîzyonek zelal û şiyana avakirina hevpeymaniyên neteweyî yên berfireh têne parastin. Ji ber vê yekê, tiştê ku îro hewce ye, ev e ku diyaloga navxweyî ya Kurdan were xurtkirin, vîzyonek hevpar ji bo siberoja Sûriyê were pêşxistin û ji bo avakirina hevkariyên rastîn bi hêzên ku pabendî demokrasiyê, pirrengiyê û mafên mirovan in, xebat were kirin. Di heman demê de, ji dewleta Sûriyê ya siberojê tê xwestin ku ji zihniyeta serketî û şikestî dûr bikeve û têgeha hevkariya neteweyî ya tevahî qebûl bike. Nûnertiya Kurdan di parlementoyê de, ne tenê pirsgirêkek Kurdî ye, ew ceribandinek rastîn a şiyana Sûriya nû ye ku li ser mîrata dûrxistin û paşguhkirinê bi ser bikeve û dewletek ava bike ku hemû welatî, bêyî ku girêdayîbûna wan çi be, hîs bikin ku ew di maf û berpirsiyariyan de û di biryardana neteweyî de hevkarên wekhev in. Sûriya ku em dixwazin ber bi wê ve biçe, Sûriyeyeke ji bo hemû gelên wê ye û ev armanc tenê bi rêya naskirina hevbeş, temsîliyeta dadperwer û pabendbûneke cidî bi prensîbên demokrasiyê û pirrengiya siyasî dikare were bidestxistin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.