Farûk Sakik
Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem di destpêka salên 1920’î de, herêma Kurda bû navenda planên parvekirinê yên dewletên şerker. Biryarên ku di Lozanê de girtibûn hêdî hêdî diketin meriyetê.
Dewletên li heremê bûn peymana Lozanê li gor xwe-berjewendiyên xwe şîrove dikirin. Ji qûrbaniyên Rojhilata Navîn yek jî Kurd bûn. Bêbextî derketibû asta herî gemarî. Îngilizên li Lozanê xwedêgiravî li mafê Kurdan xwedî derdiketin, dema hatin Mûsûl û petrola heremê dîtin, gotinên xwe ji bîr kirin. Bi dewleta Tirkiyê ya nû ava buye re ketin nav danûsandinan. Di dîroka destpêka Komara Tirkiyê de du peymanên Enqere yên cuda, hatin îmzekirin.
Ya yekem, di 20’ê Cotmeha 1921’ê de di navbera Tirkiyê û Fransayê de hat îmzekirin. Bi vê peymanê sînorê Tirkiye-Sûriyê hat destnîşan kirin. Peymana Enqereyê ya duyem jî, di 5’ê Hezîrana 1926’an de hat îmzekirin. Bi peymana ku di navbera Îngilîstan, Tirkiye û Iraqê de hat îmzekirin, rewşa dawî ya sînorê Tirkiye-Iraqê hat diyarkirin. Bi vê peymanê Tirkiye jî dev ji îdiayên xwe yên li ser Mûsilê berda.
Di pêvajoya ber bi peymana Enqerê ya 1926’an de, dewlemendiya petrolê ya herêmê faktoreke diyarker bû. Petrola Mûsilê, di navenda siyasetên hêzên mezin ên herêmê de, bi taybetî jî Îngilistanê, cih girt. Îngilistan, ji ber ku dizanibû Parêzgeha Mûsilê ji petrolê dewlemende, nexwest vê herêmê bide Fransayê û Tirkiyê.
Ev her du peyman, bûn sedem ku Kurdistan bibe çar parçe. Bi Lozanê ji xwe bûbû çar parçe, bi van herdu peymanan aliye teknikî pêkdihat.
Turkiye ji wî rojê hetanî roja me van herdun sînora li dijî Kurdan wek çek bikaranî. Tixûbên di nava axa Kurdan de xêz kiribûn, di destpêkê de bi mayin û têlan rîstîn, piştre diwarên mezin û bilind çêkirin, qîm nekir dest bi kolandina hendekan kirin. Bi van hewldanên xwe dixwest herêma Rojavayê Kurdistan wek talukeyek ji bo sînorê xwe bide nîşandan.
Di sînorê di navbera Başûr û Bakûrê Kurdistan herêmek çîyayî bû. Rîsandina têl û dîwaran zehmet bû. Li vêderê bi tedbîrên eskerî midaxleyek axa Kurdan kirin. Dîrokê de li vî tixûbî gelek komkujî pêkhatin. Bûyêrên wek 33 Gule, Roboskî, bikaranîna çeken kîmyevî çend mînakên li vî tixûbî qewimîne.
Dema ku hêzên hegoman dihatin Rojhilata Navîn wan jî behsa Mûsûl û Helebê dikirin. Behsa sînorê xwe yê mîsakî mîllî dikirin. Digotin, li Iraq û Sûrî hun nikarin bê me dîzayinên nû bikin.
Di destpêka sala 2026’an de dema êrişî rojava kirin, me ji vê siyaseta wan re şahidî kir. Îngiliz û Tirkiye bi peymanek veşartî derbarê Kurdan de biryar dabûn û li gor daxwaza Tirkiyê êrişî rêveberiya xweser kirin. Di encam de gelek destkeftiyên Kurdan bûn armanc.
Li Iraqê jî anha heman tişt di qewimin. Piştî ku şerê Îranê dest pê kir, tevgerek li Iraqê û bi taybet li herêma Kurdistan dest pê kir. Dema ku biyar hat dayin Heşid Alşabî tevlî artêşa Iraqê bibe, heman tişt ji peşmergeyan jî tê xwestin. Tirkiye jî dixwaze bi karta Turkmena daxilî kaosa Iraqê bibe.
Dewleta Tirkiyê ya ji peymana bi Îngilizan re çêkiribû cesaret girt û pêvajoya bi Kurdan re dabû destpêkirin da seknandin anjî paşve xist.
Îngilîz di dîrokê de hetim di demên arîfeya ku Kurd ber bi azadiyê ve herin ketiye dewrê. Li Lozanê mafê Kurdan dida pêş ku Tirkiyê bi daxwazên wan razî bibe. Îro jî bi heman siyasete midaxleyî qedera Kurdan dike. Kurd bi têkoşîna xwe ev herdu peymanên Enqerê berteref kirine. Êdî di asta rihê netewî de bi hev re tevdigerin.






