Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Tirkiyê derfeteke dîrokî bi dest xistiye ku demokratîk bibe’

03/06/2026
in ROJEV
A A
‘Tirkiyê derfeteke dîrokî bi dest xistiye ku demokratîk bibe’
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn

Endama Desteya Rêveber a DEM Partî Derya Arslan diyar kir ku Tirkiyê bi hewldanên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd derfeteke dîrokî bi dest xistiye ku ji van qeyranên binyadî derkeve û veguherîneke demokratîk bijî. Lewma divê dewlet gavekê biavêje û pêvajoyê ji bêlivbûnê rizgar bike.

Di 24’ê Gulanê de endamên Şandeya Îmraliyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên li Îmraliyê re civiyan. Piştî hevîdîtinê, di 25’ê Gulanê de ji aliyê DEM Partî ve daxuyaniyek nivîskî  hat dayîn. Di daxuyaniyê de Rêber Abdullah Ocalan derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, êrişa polîsan a li ser avahiya CHP’ê û geşedanên heyî de, hişyariyên girîng da.

Daxuyanî û nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan wiha bû:

“Civakên ku xwedî hêrsekî mezin in bêyî fikir û nirxên etîk nayên veguherandin. Civak li hemû qadên jiyanê ji etîkê bigire heta siyaset, hiqûq û aboriyê xitimandinekê dijî. Lewma em di pêvajoyê de israr dikin û dilezînin dikin. Ez wisa difikirim ku konjektura Rojhilata Navîn ji her tiştî re vekirî ye. Dewletên weke Îsraîl û Îranê tûj dibin û wisa xuya dike ku dê hê tûjtir jî bibin. Li Rojhilata Navîn xurtkirina netewperestiyê, ji hev cihekirin û mezinkirina netewperestiya teng zerarê dide. Em pêvajoyeke ku çavdêriya geşedanên bi rîsk dike, pêşî li vê bigire û hesabên xwîndariyê ji holê rake bi rê ve dibin. Helbet ya girîng ew ê ku hemû tiştên tên kirin bi qanûnan dikare bê mîsogerkirin. Li bendemayîn û tevgerîna bi bendewariyê tenê xetereyan derdixîne. Dema me ya ku em winda bikin tune ye. Ez bawerim hemû aktor dê bi vê berpirsyariya dîrokî tevbigerin û Meclîs jî dê xebatên xwe bi vê hesasiyetê bi rê ve bibe. Çarçoveya qanûnî dikare bingeha pêvajoyê ava bike. Sererastkirina qanûnan dê bibe pêvajoyeke avakirina înşayeke pozîtîf a rasteqîn û demokrasiyê. Demokratîkbûyîn pêdiviyeke bingehîn e û serkeftina pêvajoyê me nêzî vê armancê dike.

‘Pêşxistina pênaseya demokratîk a komarê lezgîn be’

Gelo ketina bi zorê ya navenda giştî ya partiyeke siyasî, bi şikandina deriyê wê ya bi balyozê, li gorî rêbazên demokrasiyê ne? Pêkanînên li ser Partiya Gel a Komarê (CHP) û geşedanên ku diqewimin, bi nebûna demokrasiyeke rast û siyaseteke demokratîk re têkildar in. Sedema ku rewş anî vê astê bêparbûna ji prensîba demokrasiyê ya di bingeha komarê de ye. Encamên nêzîkbûna li demokrasiyê mîna ku luksek, demagojiyek an jî gotegotek be û piçûkdîtina demokrasiyê şaşiyeke giran û girîng e. Ti rewşeke ku bi qasî pêşxistina pênaseya demokratîk a komarê lezgîn be, nîn e.

‘Di vê serdemê de pêdiviya me bi aştî û demokrasiyê heye’

Em di vî welatî de hewl didin ku zemîna vê pêş bixin û îmkanên wê mezin bikin. Dema ku em li Îmraliyê ber bi çareseriyê ve ber bi gavên qanûnî ve diçin, amadekirina komarê ji bo derketineke demokratîk û hiqûqeke demokratîk pir girîng dibînin. Em vê weke gaveke ji bo jiholêrakirina kêmasiya demokrasiyê ya di nav partiyê de û di navbera partiyan de jî dibînin. Divê beramberiya hemû hewldanan; gihandina komarê ya bi naverok û çandeke demokratîk û avakirina pergaleke saxlem a hiqûqî erkeke sereke be. Li ser vê bingehê ez bang li her kesî dikim ku piştgiriyê bidin pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk.

Ev e wateya entegrasyona Kurdan a di komara demokratîk de. Em hewl didin rewşeke ku bi salan e ji ber meseleya Kurdî asê maye, derbas bikin. Hêmana şîdetê ya ku ji meseleya Kurdî çavkaniya xwe digire, bi sîstematîka çareseriyê tê derbaskirin. Em dikarin ji vê pêvajoyê re pêvajoya ji nû ve birêkûpêkkirin, nûjenkirin û modernîzekirina têkiliyên Tirk û Kurdan jî bibêjin.

Peyamên ronakbîr û akademîsyenên navneteweyî yên ku piştgirî dane pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, kirin pirtûk. Di vê çarçoveyê de ez dixwazim destnîşan bikim ku ez amade me her cure pêşniyar, rexne û tevkariyan bi awayê herî hûrgilî binirxînim. Di vê serdemê de ku herî zêde pêdiviya me bi aştî û demokrasiyê heye, ji bo piştgiriya wan a pir girîng, ez silav li wan hemûyan dikim.”

Derbarê vê nameyê û nirxandinên Rêber Apo, endama Desteya Rêveber a DEM Partî Derya Arslan ji Rojnameya me re axivî.

‘Îro Tirkiyê derfeteke dîrokî bi dest xistiye ku demokratîk bibe’

Derya Arslan diyar kir ku li Rojhilata Navîn tu gel bi rêbazên şer û pevçûnê azad nabe û wiha got: “Li temamê cîhanê bi taybetî jî li Rojhilata Navîn krîz roj ji roj kûrtir dibin. Li Tirkiyê xitimîna demokrasiyê, hiqûqê, siyasetê ji rabirdûyê ve hene. Ev krîz pirsgirêka rojekê yan jî ji ber bûyerekê nînin. Bi salan e pergalek li ser kar e ku tenê ji bo berjewendiya xwe dixebite. Şer, otorîterbûn û ne wekhevî mixabin her ku diçe kûrtir dibin. Xizanî, ne wekheviya dahatê, rûxandina ekolojîk, berberîkirina civakî û di serî de şîdeta li dijî jinan zêdebûn û binyadîbûna şîdetê krîzên binyadî ne û ji bo siberoja me gef û talûke ne. Şerê ku di navbera hêzên hegemonîk û hêzên statukoparêz de berdewam dike, ne tenê li ser xeta sînor diqewime; wekî buhabûn, enflasyon, xizanî, koçberî, bê ewlehî û otorîterbûnê di jiyana hemû civakan de xwe nîşan dide. Li Rojhilata Navîn tu gel bi rêbazên şer û pevçûnê azad nabe. Rêber Abdullah Ocalan di paradîgmaya xwe de jî nîşan dabû ku krîzên heyî ji ber modernîteya kapîtalîst û pergalên netew-dewletê derdikevin. Îro Tirkiyê bi hewldanên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd derfeteke dîrokî bi dest xistiye ku ji van qeyranên binyadî derkeve û veguherîneke demokratîk bijî. Lewma serketina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo tevahiya Rojhilata Navîn pir girîng e. Derketina ji van xitimandinan bi biserxistina vê pêvajoyê mumkin e.”

‘Divê dewlet gavekê biavêje û pêvajoyê ji bêlivbûnê rizgar bike’

Derya Arslan di dewamkirina axaftina xwe de eşkere kir ku bi xîret, xebat û kûrbûnên Rêber Abdullah Ocalan pêvajoya aştiyê dest pê kir û wiha anî ziman: “Ji salek zêdetir e pêvajoyek dimeşe. Bi xîret, xebat û kûrbûnên Rêber Abdullah Ocalan Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dest pê kir. Hûn jî dizanin rêxistinê gavên dîrokî avêtin û ji bo silametiya pêvajoyê bi berpirsyarî tevdigerin. Niha divê dewlet gavekê biavêje û pêvajoyê ji bêlivbûnê rizgar bike. Berî her tiştî divê şert û mercên azad ji bo Rêber Abdullah Ocalan bên dabînkirin. Zagona çarçoveyî gaveke girîng e ku divê demildest bê avêtin. Piştî vê qanûnê em ê bibînin ku çerx dizîvire û em ber bi avakirineke pozîtîf ve dimeşin. Êdî wextê me nîne ku em wenda bikin. Divê em wext wenda nekin. Ji bo siberoja vî welatî divê rojek berî rojekê qanûna çarçoveyî bi Rêber Abdullah Ocalan re bê parvekirin. Ji bo avêtina gavên ku dê aştiyê civakî bikin, demokrasiyê kûr bikin û wekheviyê sazî bikin, hewce ye demildest bi awayekî qanûnî dest bi guherînê bê kirin.”

‘Avakirina aştiyê mijara hevpar a Rojhilata Navîn e’

Derya Arslan tekez kir ku pirsgirêkên wan bi Komara Tirkiyê re nîne, lê pirsgirêka rast ew e ku komar ne demokratîk e û wiha berdewam kir: “Em li avabûna Komarê binêrin, wê demê Tirk û Kurdan bi hev re di yekîtiyekê de Komar ava kirin.  Wê demê ruhekî yekgirtî hebû. Tu pirsgirêka me bi Komarê re tuneye. Pirsgirêka rastîn ev e ku Komar ne demokratîk e. Demokrasî tekane çareserî ye ku dikare Komarê xurt bike. Lewma divê em ji bo wî ruhî têkoşînê bilindtir bikin û Komara ku gelan bi hev re ava kirine, îro demokratîk bikin. Komarê bikin Komara hemû gelên ku tê de dijîn. Bikin a Kurdan, Tirkan, Suryanan, Ereban, Çerkesan. Avakirina aştiyê ne tenê mijara gelê Kurd e, mijara hevpar a Rojhilata Navîn e. Ji bo vê yekê jî weke li jor jî me behs kir divê gavên hewce bên avêtin. Ji bo sazîbûna aştiyê, divê şert û mercên xebatê yên azad û çalak ji bo Rêber Abdullah Ocalan werin dabînkirin; bingeheke demokratîk û hiqûqî ya ku bikaribe ramanên xwe rasterast bi civakê, saziya siyasetê û derdorên têkildar re parve bike û nîqaş bike, were avakirin.”

‘Demokratîkbûn pêdiviyeke dîrokî ye’

Endama Desteya Rêveber a Dem Partî Derya Arslan axaftina xwe wiha qedand: “Yek ji pirsgirêkên herî bingehîn ên Tirkiyê, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û avakirina aştiya civakî ye. Demokratîkbûn pêdiviyeke dîrokî ye. Wekî Rêber Abdullah Ocalan pêşniyaz dike entegrasyona demokratîk ji bo avakirina têkiliyên baş di navbera gelan de, di navbera gelan û dewletê de xwedî girîngiyeke mezin e. Ji bo jiyana hevpar û bi hev re li ser bingehên wekhevî û azadiyê gelekî girîng e ku zagonên entegrasyona demokratîk bên derxistin. Bi vî awayî di serî de têkiliyên gelê Kurd û Tirk û gelên din, dê li ser bingeheke demokratîk û zagonî, li ser bingeha hemwelatîbûnê ji nû ve bê sazkirin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.