Esma Mistefa
Diyardeya karkerên navmalî pirsgirêkek civakî û aborî ye ku li gelek welatên cîhanê, bi taybetî li Rojhilata Navîn, Asya û Afrîkayê, belav bûye. Gelek malbat ji bo birêvebirina karûbarên malê, lênêrîna zarok û kal û pîran, û pêkanîna karên rojane, xwe dispêrin xebatkarên navmalî. Lêbelê, ev cure kar, tevî girîngiya xwe, hîn jî bi gelek dijwarî û binpêkirinan re rû bi rû ye ku karkerên jin di şert û mercên mirovî yên dijwar de dihêlin.
Raporên Rêxistina Navneteweyî ya Kedê nîşan didin ku bi milyonan jin li çaraliyê cîhanê di sektora xizmetguzariya navmalî de dixebitin, û jin rêjeya herî mezin a vê sektorê pêk tînin, û ew pir caran ji çînên xizan an jî koçber in ku li derfetên kar digerin da ku rewşa aborî ya malbatên xwe baştir bikin.
Li gorî International Labour Organization li seranserê cîhanê, 75.6 milyon kes, ku piraniya wan jin in û gelek ji wan koçber in, di vê sektorê de dixebitin, ku ev jî ji sedî 4.5’ê giştî ya hêza kar temsîl dike. Tevî rola wan a girîng di piştgiriya malbat, civak û aboriyan de, karkerên navmalî hîn jî ji nebûna qîmetdayîn û parastin, dikişînin.
Sedemên xebatê di xizmeta navmalî de
Gelek jin ji ber hejariyê, rêjeya bêkariyê ya bilind û derfetên kêm ên perwerde û kar li welatên xwe, xwe dispêrin karê malê. Her wiha şer û pevçûn hin jinan neçar dikin ku ji bo debara malbatên xwe koçber bibin û li derveyî welêt bixebitin. Pir caran, ev yekane vebijarka jinên ku di rewşên aborî yên dijwar de dijîn, dibe.
Pêdiviya bi karkerên malê di civakên ku dê û bav bi kar mijûl in, an jî di malbatên ku hewceyê lênêrîna domdar a kal û pîr an zarokan in, her wiha malbatên gelek zengîn û luks in de herî zêde diyar e, ev jî vê sektorê dike beşek girîng ji jiyana rojane ya gelek malbatan.
Hin jin karên navmalî yên li derveyî welêt wekî derfetek dibînin da ku asta jiyana xwe baştir bikin û dahatiyek ji welatê xwe bilindtir qezenc bikin.
Pirsgirêk û binpêkirin herî berbiçav ên ku karkerên navmalî pê re rû bi rû dimînin
Tevî rola girîng a karkerên navmalî jî, gelek ji wan rastî gelek binpêkirinan tên, di nav wan de demjimêrên xebatê yên dirêj, bêparhiştina ji bêhnvedanê, derengketina an nedayîna mûçeyan, û di hin rewşan de îstîsmara psîkolojîk û laşî jî hene.
Karkerên koçber ên navmalî her wiha bi pirsgirêkên wekî desteserkirina pasaportê, sînordarkirina azadiya tevgera wan, û xebata di hawîrdorên bê parastina qanûnî de re rû bi rû dimînin. Li hin welatan, qanûnên kedê bi tevahî karkerên navmalî nagirin nav xwe, ev yek wan bêtir li hember îstîsmarê, bêparastin dike.
Xala herî girîng jî tenêtiya civakî ye ku yek ji pirsgirêkên herî berbiçav e ku jinên karker pê re dimînin û bandorê li ser wan dike, ji ber gelek ji wan bi salan ji malbatên xwe dûr dijîn, ev yek jî dibe sedema streseke psîkolojîk û hesteke tenêtiyê. Pirî caran ji muameleya ne mirovî ji aliyê xwediyên kar gelek xebatkarên jin yên ku ji derveyî wî welatî ne, nahêlin ku bi telefon û medyaya civakî bi xwediyên xwe re têkildar bibin.
Di mijara demjimêrên dirêj yên xebitandinê de, carinan ji 12 an 16 demjimêran zêdetir di rojê de, bêyî bêhnvedanek têr an betlaneyên birêkûpêk, dimînin
Her wiha ne tenê ev, hin ji binpêkirinên herî mezin ku têne kirin ew jî; Heqaretên devkî, lêdan û gef, û her wiha muameleya nijadperestî an cudakariya li ser bingeha netewe, reng, an ziman in.
Raporên Rêxistina Navneteweyî ya Kedê û Çavdêriya Mafên Mirovan (Human rights watch) piştrast dikin ku karkerên navmalî di nav wan kesên herî zêde di bin xetereya îstîsmar û kiryaran de ne ku di bazara kar de rastî îstîsmarê tên.
Divê em pira gelo jinên ku di paqijkirina malan de kar dikin rastî destdirêjiya cinsî tên an na?
Belê, gelek jinên ku di paqijkirin an jî di lênêrîna zarok û kesên temen mezin de kar dikin li çaraliyê cîhanê rastî cûrbecûr tacîz û destdirêjiyê tên, û ev pirsgirêk yek ji binpêkirinên herî giran e ku ew pê re rû bi rû dimînin, bi taybet karkerên koçber an jî ew kesên ku di hundurê malên girtî de, dûrî çavdêriya yasayî û civakî dixebitin.
Her wiha gelek jin ji ber tirsa ji windakirina kar û feqîrtiyê bi taybet ên koçber, li ser hemû binpêkirin û destdirêjiyên li wan têne kirin, bêdeng dimînin.
Hêjayî gotinê ye ku Rojhilata Navîn û Asya di nav wan herêman de ne ku giliyên têkildarî îstismara karkerên navmalî herî zêde lê hatine tomar kirine.
Hin ji welatên herî navdar ên ku hejmareke mezin ji jinan di paqijkirina malan an jî xizmetên navmalî de dixebitin ev in:
Fîlîpîn- Yek ji mezintirîn îxraçkarên karkerên navmalî ye, bi taybetî bo Dewletên Kendavê, Asya û Ewropayê. Ev ji ber rêjeyên bilind ên xizaniyê û girêdayîbûna qismî ya aboriyê bi şandina pereyan ji karkerên derveyî welat e.
Endonezya- ji ber bêkarî û dahata kêm li deverên gundan, û her wiha nebûna derfetên kar ji bo jinan, bi hezaran jin berê xwe didin karên navmalî.
Etiyopya- Gelek jinên Etiyopyayî ji ber şert û mercên dijwar ên aborî, rêjeyên bilind ên xizaniyê û bandora pevçûnên navxweyî ji bo xebatê diçin derveyî welatê xwe.
Srî Lanka- Gelek malbat xwe dispêrin pereyên ku ji hêla jinên ku li derveyî welêt dixebitin, bi taybet di xizmeta navmalî de, têne şandin.
Nepal- Aboriyeke qels û derfetên kar ên sînorkirî di nav sedemên sereke de ne ku jinan ber bi paqijkerên malan ve dibin, hem li welêt û hem jî li derveyî welêt.
Bangladeş- Hejmara nifûsê ya bilind û xizanî dibin sedem ku hejmareke mezin ji jinan ber bi vî rengî karî ve hem li herêmê û hem jî li derveyî welêt, herin.
Welatên ku herî zêde pêşwazî dikin
Ji welatên ku hejmareke mezin ji karkerên navmalî werdigirin, welatên Kendava Erebî yên wekî Erebistana Siûdî, Îmaratên Yekbûyî yên Erebî û Kuweyt ji ber hewcedariya mezin a bi karkerên navmalî û asta dahata bilind a gelek malbatan derdikevin pêş.
Hewldanên Navneteweyî ji bo Parastina Jinên Karker
Gelek rêxistinên mafên mirovan û yên mirovî hewl dane ku şert û mercên karkerên navmalî baştir bikin, Rêxistina Navneteweyî ya Kedê daxwaz kiriye ku parastina qanûnî ji wan re were peyda kirin û mafên wan ên bingehîn ên wekî destnîşankirina demjimêrên xebatê, wergirtina mûçeyên adil, mafê betlaneyê û lênêrîna tenduristiyê werin garantî kirin.
Hin welatan dest bi pêkanîna reformên yasayî kirine ku armanc dikin karkerên jin ji îstismarê biparêzin û têkiliya di navbera xwediyê kar û karkerên jin de bi peymanên zelal ên ku maf û erkên her du aliyan garantî dikin, birêkûpêk bikin.
Gotina dawî
Karkerên navmalî hîn jî beşek girîng ê civakê û hebûneke bi bandor di jiyana rojane ya gelek malbatan in, lê ev girîngî divê bi muameleyek dadperwer û mirovî were pêşwazîkirin ku rumet û mafên wan biparêze. Rêzgirtina li karkerên navmalî û dabînkirina jîngehek xebatê ya ewle ji bo wan ne tenê erkek yasayî ye, lê di heman demê de berpirsiyariyek exlaqî û mirovî ye jî ku nîşan dide ka civak çiqasî rêzê li mafên mirovan û edaleta civakî digirin.






