Navenda Nûçeyan
Di van rojên dawî de gefên Îsraîlê ji bo başûrê Lubnan û bi taybet Beyrûtê pir bûne, gefên operasyonên berfireh têne xwarin. Di heman demê de ji ber metirsiya zêde, sivîl ji başûrê Lubnanê koçber dibin. Êriş gaveke plankirî ya rastîn bû, li gorî Axios axaftina Tramp û Netanyaho yek ji axaftinên herî tund bûn û hişt asta operasyonan bilind nebe. Tevî agirbest di rojevê de ye, Îsraîl dibêje wê operasyon bidomin.
Axaftina Trump bi balyozxaneya Lubnan û serkêşên Hizbullahê re
Trump li ser Truth Social, bi postekê got ku wî bi nûnerên bilind ên Hizbullahê re peywendiyeke pir baş kiriye û ku her du aliyan li ser agirbesteke giştî li hev kiriye. Trump da eşkerekirin ku Netanyaho jê re gotiye artêşa Îsraîlê dê tu leşkeran neşîne Beyrûtê û hêzên ku ber bi paytexta Lubnanê ve diçûn wê vegerin. Di posteke din de, serokê Amerîkayê piştrast kir ku têkiliyên bi Komara Îslamî ya Îranê re bi lezekê berdewam dikin. Li hêleke din balyozxaneya Lubnanê li Washingtonê diyar kir ku rayedarên Lubnanê piştî peywendiyeke di navbera Serok Joseph Aoun û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio de, piştrastkirina pejirandina Hizbullahê ya pêşnyara Amerîkayê ya ji bo rawestandina êrişan a hevbeş wekî beşek ji hewldanên dewleta Lubnanê ji bo parastina aramiyê û pêşîgirtina li aloziyên zêdetir, wergirtine. Balyozxaneyê diyar kir ku pêşniyar di çarçoveya rawestandina êrişên Îsraîlê li ser başûrê Beyrûtê de ye, ev yek bi mercê ku Hizbullah nema êrîşî Îsraîlê bike û agirbest berfireh bibe da ku hemû axa Lubnanê bigire nav xwe. Wê zêde kir ku Trump di pêwendiyeke telefonî de ji balyoza Lubnanê ya li Dewletên Yekbûyî, Neda Muawed re ragihand ku wî ji bo rêkeftina pêşniyarkirî, erêkirina Netanyaho wergirtiye. Nede Muowed encamên hevdîtinan ji serok Mîşêl Ewin re gotin. Li gorî posta Trump danûstandinên plankirî dê roja 2 û 3’ê Pûşperê berdewam bikin da ku li ser vê yekê nîqaş bikin û pêş ve biçin. Ev yek piştî çend demjimêran ji daxuyaniyên Netanyaho û Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz ku wan ferman daye artêşê ku li taxên başûrê Beyrûtê êrîşan pêkbîne, hat.
Berteka Îran li hemberî gefên Îsraîlê
Ji ber ku şerê Isarîl li hemberî Lubnan û Îranê bi hev re têkildar in, Îranê da zanîn ku lihevkirin bi Amerîka re pêknayê bêyî ku agirbest li Lubnanê çênebe. Herwiha çapemeniya Îranî destnîşan kir ku riyên diyalogê yên di navbera Tehran û Washingtonê re hatine girtin, ev yek jî wê wiha bimîne heya ku êrişên li ser Lubnan û Xezayê neyên rawestandin. Gefên Netanyaho û artêşa Îsraîlê ji bo başûrê Beyrûtê fikar çêkirin, di demek kurt de li ser rêyên wê tevlîheviyek mezin afirand ji ber ku hejmareke mezin ji niştecihan ji wê herêmê reviyan. Li hemberî van gefan fermandariya Leşkerî ya Navendî ya Îranê hişyariyek da niştecihên bakurê Îsraîlê û diyar kir ku hedefgirtina taxên başûrê Beyrûtê ji aliyê Îsraîlê ve dibe ku wê herêmê bixe armanc ji êrişên dijwar re.
Bertekên hêrs ên Îsraîlê
Daxuyaniyên Trump di nav Îsraîlê de bertekên bi hêrs çêkirin. Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz da zanîn ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dê rê li ber tiştê ku wî wekî mafê Îsraîlê yê parastina bajarokên xwe yên bakur negire. Herwiha Katz tekez kir ku artêşa Îsraîlê dê operasyonên xwe di hundirê Lubnanê de bidomîne û bigihîje her cihê ku pêwîstiya Îsraîlê pê hebe. Wezîrê Ewlekariya Neteweyî ya Îsraîlê Itamar Bin Xevêr banga nerazîbûnê li hember helwesta Amerîkî kir û got, “Dem hatiye ji Trump re were gotin na.” Bin Xevêr destnîşan kir ku hedefgirtina Hizbullah, destwerdana hêzên Îsraîlê ya bêserûber û xebata ji bo vegerandina ewlehiyê li bakurê Îsraîlê tiştê wekî “erk” bi nav kir. Herwiha serokê opozîsyona Îsraîlê Yair Lapîd rexne li daxuyaniya Trump kir û diyar kir ku tiştê qewimî veguherîna Îsraîlê bo dewleteke bi wesayetparêz nîşan dide.
Helwesta Lubnanê
Li Lubnanê endamê Bloka Wefaa Elmuqaweme, Hesen Fedlallah, ji Reuters re got ku Hizbullah piştgiriyê dide agirbestek berfireh li seranserê axa Lubnanê. Fedlallah rave kir ku bidestxistina agirbestek giştiyane dê rê li ber vekişîna hêzên Îsraîlê ji hemû axa Lubnanê veke. Di heman demê de wezîrê ragihandinê yê Lubnanê Paul Morcos xurtkirina agirbestê wekî deriyekî ji bo berdewambûna danûstandinan bi Îsraîlê re nirxand. Wî tekez kir ku serokê Lubnanê Aoun bi berdewamî tekez dike ku şer ne riya guncav e û destnîşan kir ku hewldanên ku ji hêla dewleta Lubnanê ve hatine kirin di xurtkirina agirbestê de bi ser ketine û helwesta fermî ya Lubnanê temsîl dike. Di çarçoveya pêşkeftinên siyasî de, kenala Eljadeed ragihand ku serokê Parlamenterê Lubnanê Elî Hesen Xelîl niha wekî nûnerê Berrî li Dewhayê ye, di heman demê de têkiliyên berfireh di navbera her sê serokan de berdewam dikin da ku agirbest were pêkanîn.
Axaftina tund a Trump û Netanyaho
Li gorî malpera Axios ku ji rayedarên Amerîkî û çavkaniyan taybet agahî wergirtin hat eşkerekirin ku serokê Amerîkayê Donald Trump di dema peywendiyeke telefonî ya di navbera xwe û Netanyaho de derbarê zêdebûna aloziya leşkerî ya Îsraîlê li Lubnanê de bi tundî rexne li Netanyaho kiriye. Rapora Axios dibêje ku Trump hêrsa xwe li hember planên Îsraîlê yên berfirehkirina operasyonên leşkerî û hedefgirtina Beyrûtê nîşan daye û hişyarî daye ku kiryarên bi vî rengî dê Îsraîlê di asta navneteweyî de bêtir bixe bin qeydan, hem jî hewldanên dîplomatîk ên berdewam ên li herêmê bixe xeterê. Li gorî rayedarekî Amerîkî, Trump ji Netanyaho re gotiye ku zêdebûna aloziyê li Lubnanê dikare danûstandinên bi Îranê re têkbibe, di vê danûstandinê de peymanek heye ku agirbestek li Lubnanê pêkwere û vekirina Tengava Hurmizê bikeve meriyetê. Çavkaniyan zêde kirin ku Trump bi tundî ji Îsraîlê xwestiye ku ji êrişa berfireh a li ser Beyrûtê dûr be. Ji dema vegera Trump bo Koşka Spî heya roja îro banga Trump yek ji tundtrîn bangên wî bûn. Raporê destnîşan kir ku Trump ji zêdebûna hejmara qurbaniyên sivîl li Lubnanê û berfirehbûna operasyonên bejayî yên Îsraîlê li başûr jî bi hêrs bû û bersiva Îsraîlê ne li gorî gefên ku ew pê re rû bi rû ye, nirxand. Piştî vê bangê, Trump ragihand ku danûstandinên bi Iranê re bi lez û bez berdewam dikin, di heman demê de rayedarekî Îsraîlî ji malpera Axios re piştrast kir ku Tel Aviv niha li dijî hedefên Hizbullahê li Beyrûtê plan nake ku êriş bike. Di heman demê de Netanyaho diyar kir ku wî ji Trump re ragihandiye ku Îsraîl dê operasyonên xwe li başûr bidomîne.






