Solîn Mihemed
Di 2’ê Hezîrana 1983’an de, rejîma Îranê li bajarê Mehabadê 59 kes ku piraniya wan ciwan û welatparêzên kurd bûn bi tawankirinên giran wan bi darve kirin.
Di 2’ê Hezîrana 1983’an de, rejîma Îranê li bajarê Mehabadê yê ku piraniya niştecihên wê Kurd in, 59 kes bi gumanbariya nerazîbûnê û wan bi tawankirina endamên partiyên siyasî yên kurdî sûcdar kirin û wan darve kirin.
Ji damezrandina Komara Îslamî ve, rejîmê zexteke leşkerî, aborî, çandî, civakî û psîkolojîk a mezin li ser Kurdên etnîkî kiriye.
Jina bi navê Mahsa Emînî, ku piştî girtina polîsên exlaqî di Îlona 2022’an de ji ber “Lixwekirina nerast a dismalê” wê kuştin ku ew jineke Kurd a 22’ salî ji Îranê bû. Mirina wê bû sedema mezintirîn û dirêjtirîn pêla xwepêşandanên dijî rêjîmê li seranserî Îranê.
Komkujiya girtiyan tenê çend deqeyan dom kir ji ber piraniya wan xwendekarên amadeyî û ciwanên temenbiçûk bûn, ku hinek ji wan jî di bin 18’e salî de bûn, derfet nehat dayîn ku daxwaza lêborînê bikin.
Komara Îslamî komên çekdar ên Kurd li parêzgehên rojavayê Îranê wekî komên “terorîst” an jî “dijî şoreşger” bi nav dikirin, lê ev kom dibêjin ku armanca kampanyaya wan a çekdarî “Parastina mafên Kurdan” e.
Di wê rojê de, niştecihên Mehabadê ji daxuyaniyekê ku ji aliyê parêzgarê bajar ve hatibû dayîn, matmayî man ku tê de navên 59 çalakvanên ciwan ên Kurd hebûn, ji ber piştgiriya partiyên siyasî yên Kurd hatibûn darvekirin. Parêzgarê Mehabadê, Hemîd Riza Celayîpûr, ferman dabû ku ev daxuyanî li seranserî bajar were weşandin da ku her kes bibhîze.
Di destpêka Hezîrana 1983’an de, di civînekê de ku li Encumena Ewlehiyê ya Bajarê Mehabadê hat lidarxistin, Celayîpûr bi hevrêziya Kampa Hemze Seyîd el-Şuheda û fermandarê wê demê Mihemed Îbrahîm Sanceqî, fermanek da ku tedbîrên tepeserkirinê tundtir bibin. Wezîrê Karên Hundir, Neteq Nûrî jî ji vê fermanê agahdar bû ku piştgiriya bêdawî ya Mela Hesenî “pêşengê nimêja înê ya Urmiyê” wergirt. Pêncî û neh ciwanên Kurd ên ku li Mehabadê hatin girtin, piştire ji bo Tebrîzê hatin veguhastin û di nav çend deqeyan de, li dadgeheke Tebrîzê, ew hemû bi gulebaranê hatin cezakirin.
Darvekirin di 2’ê Hezîranê ‘12 Xordad’ de wekî beşek ji bernameyeke pêşwext hatî amadekirin hatin ragihandin. Ev welatî piştî ku ji aliyê rayedarên hikûmetê yên pêwendîdar ve hatin veqetandin, piştire hatin darvekirin.
Navên van 59 kesan ev in:
1-Gulam Reza Barzî
2- Hesen Cehaniyan
3- Elî Benîhan
4- Mihemed Elî Elî
5- Mihemed Emîn Safa
6- Humayûn Nîlûfrî
7-Mehmûd Rizê
8- Mihemed Huseynî
9- Abbas Hosseinpour
10- Kazim Xatûnî
11- Elî Mazne
12- Ebdullah Tahriyan
13- Rehman Rehîmî
4- Elî Gulbarst
15- Mistefa Esmet
16- Xalq Barzanî
17- Yûsif Ayazî
18- Kemal Çavuşîn
19- Hesen Rehmaniyan
20- Xalid Rehîm Azar
21- Xalid Safaî
22- Seyîd Îbrahîm Ehmedî
23- Mihemed Mesûdî
24- Mihemed Ebû Bekir
25- Wefaa Elîasî
26-Mensûr Ceneh
-27 Mihemed Emîn Ehmedî
-28 Mihemed Selîmî
-29Fereydûn Şenja
-30 Elî Bazian
-31Xezerê Rencîn
32 -Ebûbekir Şukrî
33 -Mişala Naderî
34-Kevirê Kevir
35- Kemal Kerîmî
36- Kerîm Rehîmiyan
37- Yûsif Hebîb Bana
38- Mihemed Ferec Baziar
39- Îbrahîm Emînî
40- Salih Mam Îbrahîmî
41- Şokrî Naderî
42- Mistefa Feqrî
43- Elî Xefarî
44- Elî Selahî
45- Mela Hesen Lacevardî
46- Silêman Hesenzade
47- Yûsif Hesenzade
48- Kerîm Kawe
49- Seyîd Mehmûd Seyîd Mehmûdî
50- Hemed Mehmûd Kando
51- Huseyîn Kelhorî
52- Ebbas Yûsefî
53- Siamak Saqzî
54- Elî Abada
55- Kamran Zaher Hecazî
56- Salih Ferhudî
57- Meqsûd Mehmûdî
58- Ehmed Kehrabî
59- Rehman Xedîpûr
Heta roja îro jî cihê gorên van 59 ciwanan ji aliyê desthilatdarên Îranê ve ji malbatên wan re nehatiye eşkere kirin.






