Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji bo piştgiriya YPJ’ê meşeke girseyî li Qamişlo hat lidarxistin

31/05/2026
in NÛÇE
A A
Ji bo piştgiriya YPJ’ê meşeke girseyî li Qamişlo hat lidarxistin
Share on FacebookShare on Twitter

Solîn Mihemed/ Qamişlo

Ji bo piştgiriya YPJ û bi dirûşmeya ‘Em Hemû YPJ’ê Ne, YPJ’ê Hebûna Me Ye’, bi pêşengiya Kongra Star meşeke girseyî li bajarê Qamişlo hat lidarxistin.

Ji bo piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê, Kongra Star a Qamişlo bi dirûşmeya ‘Em Hemû YPJ’ê Ne, YPJ’ê Hebûna Me Ye’ meşeke girseyî li dar xist. Di meşê de sazî, rêxistin, fermandariya giştî û şervanên Yekîneyên Parastina Jin û bi sedan şêneyên bajarê Qamişlo, Tirbespiyê, Dêrik, Çilaxa, Amûdê û Dirbêsiyê beşdar bûn.

Meş ji çerxereya Sonî a bajarê Qamişlo bi siloganên “Bijî berxwedana YPJ’ê, YPJ’ê em bi te re ne heya mirinê, YPJ’ê dimeşe erd û ezman diheje” dest pê kir û li çerxereya Şehîdan veguherî mîtingê.

Di destpêka mitîngê de deqeyek rêzgirtin li ser giyanê şehîdan hat rawestandin.

Piştire li ser nave Koordînasyona Kongra Star Gulîstan Gulo axivî û wiha got: “Li ser navê hemû rêxistin û tevgerên jinan yên kantona Qamişlo ku îro tevlî meşê bûn em wan silav dikin.  Ev demeke ku me kampanya piştgirtina Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê daye destpêkirin. Îro jî çi kesê kupiştgiriya xwe ji bo YPJ’ê ragihandine, em wan silav û sipas dikin. Herwiha armanca mesa me jî misogerkirina maf, hebûn û nasnameya jinan e. Îro hikumeta Sûriyê naxwaze ku YPJ’ê di artêşê de were qebûlkirin, ji bo wê em ê tavhî jin li qad û kolanan bin, heya ku maf û hebûna me di destûrê de were parastin. ”

Paşê endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê Rohilat Efrîn axivî û wiha anî ziman: “Bi navê

fermandariya YPJ’ê û bi navê hemû jinan ku me çawa soz da ku em ê xwedî li vî welatî û axê derkevin, îro jî soza me ji dayik û bavê şehîdan re ew e ku em vê axê biparêzin. Helbet çawa ku em niha di meşê de ne niha li Ewropa jî bi hezaran jin li ser piyan in û di meşê de ne, ev meşên ku çêdibin jî ji bo me cihê rûmetê ne. Îro çawa ku mirovek nikare bê nan û av jiyan bike ji bo me jinan jî û ji bo civaka me bê parastin yek deqe jiyan li me herame. Em dikevin pêvajoyeke nû ji bo wê divê em têkoşîneke nû bidin meşandin, ji ber em ji xwe bawerin.”

Meş bi silogana” Bijî berxwedana YPJ’ê” bidawî bû.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.