Nevenda nûçeyan
Ji Jîna Emînî heya Mujgan Hesenpur qurbaniya hişmendiya paşverû ya mêr û hikumetê Îranê. Bi hinceta hicabê jin bi awayekî hovane tên kuştin, bêyî ku sûcdar were dadgehkirin û cezakirin.
Di Îlona 2022’yan de Jîna Emînî û di Gulana 2026’an de Mujgan Hesenpur ji ber hişmendiya paşverû ya mêr û hikumeta Îranê bi hinceta nesereraskirina hîcabê bi awayekî hovane û rengê cûda hatin qetilkirin, lê hişmendiya Îranê li beramberî jinê heman hişmendiy e. Li beramberî wê mafê mirovan bêdeng e û sûcdar bê hesab mene.
Zihniyata mêr li Rojhilat û Îranê nehatiye guhertin
Keça Kurd Jîna Emînî di Îlona 2022’yan de, dema ku ew bi malbata xwe re ji bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê ber bi Tehranê ve diçû da ku serdana xizmên xwe bike, ji aliyê “polîsên exlaq” bi hinceta ku ew bi rêk û pêk hicabê li xwe nake, êrişî wê kirin û hate girtin. Di dema girtina wê de, îşkence lê hat kirin, ew 3’ê rojan ji ser hişê xwe ve çûbû û di 16’ê Îlona 2022’yan de jiyana xwe ji dest da. Kuştina Jîna Emînî destpêkek nû ji bo jiyan û serhildanê li Îranê bû, lê ne guhertina zihniyatê bû. Bi Jîna Emînî re serhildana Jin Jiyan Azadî dest pê kir, ev serhildan li Îranê sînordar nema, lê belê belavî Rojhilata Navîn û hin dewleta Ewropî jî bû.
Bi hezaran jin di bin vê serhildanê de rabûn, daketin qadan û daxwaza mafê xwe kirin. Jin bi tevahî reng û pêkhateyên xwe bûn alîgirê vê serhildanê û drûşmeya Jin Jiyan Azadî bilind kirin. Çalakiyên cûr be cûr li Kurdistan û seranserî cîhanê li darketin û neqebûlkirina xwe ji hişmendiya mêr li Rojhilat û Îranê re nîşandan, lê li gorî tevahî hewildanan û şermezarkirinan zihniyata li Rojhilat û hikumeta Îranê li hember jinê dimeşîne nehat guhertin, lê belê hişmendiya paşverû hîn zêdetir dibe. Salane bi hezaran jin bi rêbazên cûr bi cûr li Îranê tên kuştin û heya kêliya niha jî ev hişmendî berdewam e.
Bûyerê Jîna Emînî xwe dobare dike, lê bi rengekî cûda
Li gorî Ajansa welat di 21’ê Gulanê de Mujgan Hesenpûr ya 46 salî ji bo serdana gorên dê û bavê xwe bike, bi kurê birayê xwe yê 7 salî re çû goristana Lahîcanê. Lê belê ew serdan bû çîrokek nû a raghandina hişmendiya rast ya mêr li îranê û dobarebûna çîrok, qurbanî û kuştina jinan bi rengê cûda.
Li gorî agahiyên hatine belavkirin dema Mujgan li goristana Lahîcanê bûye, zilamekî çekdar rexne li cilên wê kiriye û jê re gotiye “bala xwe bide ser hîcaba xwe.” Li gorî agahiyan Mujganê bersiva “Cilên min meseleyeke şexsî ne û yên din eleqedar nakin” daye. Li gorî şahidên bûyerê, nîqaş gur bûye û êrîşkar berê çeka xwe daye ser wê lê Mujgan nerazîbûna xwe domandiye. Li gorî gotinan, hewldana yekem a êrîşkar a gulebaranê bi ser neketiye û çeka wî asê maye li ser vê yekê ew kes demeke kin ji cihê bûyerê derketiye û çûye.
Lê li gorî gotinên şahidan çend deqe şûnde, êrîşkar vegeriya goristanê û vê carê 5 gule li Mujgan Hasanpur reşandiye û paşê bi lez û bez reviya ye. Piştî êrîşa çekdarî li goristanê panîk çêbûye. Kesên li cihê bûyerê, hewl dane beriya ku tîmên bijîşkî werin alîkariya Mujgan bikin. Mujgana ku bi giranî birîndar bû, rakirine nexweşxaneyê lê tevî hemû hewildanên bijîkan jî nehatiye rizgarkirin.
Çima mafê mirovan û rêxistinên jinan bêdengin?
Li Îranê çîrok û awayên kuştina jinan ji ber hişmendiya mêre paşver gelek zêde bûye, her kes, li her derê û kengî dibe dikare jinekê bi sedem û bê sedem bikuje. Herkes dikare xwe mudexeleyî xweserî, cil, awa û tersê jinê bike û eger jinê bertek nîşan da tê kuştin weke; Mujgan Hesenpûr e. Gelek bûyerên bi vê rengî li Îranê tên kirin, lê bi awayekî veşartî û dûrî raghandinê tên kirin. Ev bûyerên dobarekirî, rastiya hişmendiya paşverû, zayendperes û baviksalar ya li Îranê nîşandide. Mehane rêjeya kuştina jinan bi seden e û bêyî ku hikumeta Îranê hesab ji sûcdaran bixwaze.
Li kêlekî wê jî mafê mirovan, rêxistin jinan a cîhanî bêdengin tevî ku hin bûyer ji raya gîştî re tê eşkere kirin û raghandin.






