Stêrk Mihemed
Goristana Şehîd Seydo ya li gundê Kefersefrê a girêdayî navçeya Cendirîsê ya bajarê Efrînê. Di dema dagirkirina Efrînê de ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên pê ve girêdayî. Bi çekên giran bombebaran kirin, keviran şikandin û goristan talan kirin.
Di 2018’an de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên pê ve girêdayî bajarê Efrînê bi planekî navneteweyî dagirkirin. Ev dagirkerî di Koçberiya bi hezarên kesan, xerabkirina malan, talankirina milk, revandin û kuştinê de sînordar nema, lê belê artêşa dewleta Tirk û çeteyên pê ve girêdayî cihên pîroz talan û wêrankirin yek ji wan cihên Pîroz jî goristanê Şehîdan e.
Li Efrînê li navçeya Cindrêsê goristana şehîd Seydo, naveçaya Şeran goristana şehîd Refîq û li navenda Efrînê Goristana Şehîd Avesta. Bi destpêkirina êrişên dewleta Tirk û çeteyên pê ve girêdayî li ser Efrînê goristana şehîdan armanca êrişanên dewleta Tirk a sereke bûn. Beriya dagirkirinê bonbebarankirina domdar û piştî darkirinê talan, wêran û xerabkirina goristanan. Dewleta Tirk û komên çekdar bi rêya çekên giran û amûrên mezin (tirêks/dozer) goristanên şehîdan bombebaran kirin û bi axê re kirin yek, keviran şikandin û goristan talan kirin






