Navenda Nûçeyan
Guherîna avhewayê ne tenê bandorê li ser lawiran dike, lê belê bi deh hezaran cureyên şînatiyan jî ber bi tunebûnê ve dibe, herwiha gefan li ewlehiya xwarinê û oksejînê dike.
Dema ku behsa guherîna avhewayê tê kirin, helandina qeşayê, pêlên germê an jî cureyên lawirên di bin xeteriya tunebûnê de tê bîra gelek kesan. Lê belê, zanyar hişyariyê didin ku şînatî, ên bingeha jiyanê li ser Erdê pêk tînin jî, bi krîzekê re rû bi rû ne.
Ji ber guherîna avhewayê bi deh hezaran şînatî li ber tunebûnê ne
Li gorî lêkolînekê ku di kovara “Science” de hatiye weşandin, hat diyar kirin ku di navbera ji sedî 7 û 16’ê cureyên şînatîan di cîhanê de dibe ku heta dawiya vê sedsalê ji ber bilindbûna germahiyê, guherîna şêweyên baran û berfê, herî kêm ji sedî 90 dê jîngeha xwe winda bikin. Ev nîşan dide ku eger germbûna gerdûnê di asta heyî de berdewma bike, dê nêzî 35 hezar heta 50 hezar şînatî di xeteriya tunebûnê de bin.
Tîmeke lêkolînê ya bi serokatiya ekolojîst Xiaoli Dong ji Zanîngeha Kalîforniyayê Davis bi mîlyonan îmitasyonên komputerê bikar anîn da ku pêşeroja nêzîkî ji sedî 18 cureyên şînatîan di cîhanê de binirxînin. Encaman nîşan dan ku rêjeya germbûna gerdûnî faktorek sereke ye ku xeteriya tunebûnê zêde dike.
Berê, zanyaran didîtin ku şînatî dikarin gav bi gav ber bi avhewayên sartir biçin dema ku erd germ dibe, ev yek jî di rêya belavbûna tovan di hewa, av û lawiran de. Lêbelê, lêkolînên nû nîşan didin ku her çend şînatî bi leza herî zêde tevger bikin jî, ev yek têrê nake ku pêşî li xetera tunebûna girseyî bigire.
Li gorî pisporan, pirsgirêk di guncavbûna jîngeha xwezayî ya şînatîan de ye. Her cureyek şînatîan ji bo ku parastina xwe bike û zindî bimîne, pêdiviya wê hem bi germahî hem barîna baranê û cureya axê bi hev re heya. Lê bi guhertina avhewayê, ev faktor nema mîna berê bi hev re li heman cihî li hev dicivin.
Lêkolîner Xiaoli Dong kulîlka Tolîp wek mînak dide. Ev kulîlk ji bo mezinbûnê hewceyê germahiyên guncav, barana têr û cûreyek axa guncav e. Lêbelê, guherîna avhewayê dibe sedema guhertina deverên bi germahiyên guncav ber bi bakur ve û deverên bi barana guncav ber bi rojhilat ve, lê ax li heman cîhî dimîne. Di encamê de, jîngeha bêhempa ji bo mezinbûna kulîlka Tolîp kêm dibe.
Ne tenê lawir, lê şînatî jî hewceyê parastinê ne
Lêkolîn nîşan didin ku Arktîk, Deryaya Spî û bi taybetî Awistralya li hember xeteriyê ne, Li Arktîkê, pileya germbûnê ji navînîya cîhanî ku bi rêjeya nêzî çar caran bileztir, bilind dibe. Di heman demê de Awistralya ji ber guhertinên di şêwazên baranê de bi giranî bandor dibe.
Lêkolîneke din ku di kovara “Science”de hatiye weşandin hişyarî dide ku nêzîkî 10 hezar cureyên şînatîan ên kulîlkdar niha di xetereya tunebûnê de ne. giringiya van cureyan ne tenê bi kêmbûna wan ve girêdayî ye, lê di heman demê de xwedî nirxek pêşketinê ne, ku bi sedan milyon sal dîroka biyolojîk a Erdê temsîl dikin.
Di nav van cureyan de, yên navdar hene wek dara “Ginkgo biloba” ku tu cure nêzî wê tune ne, an jî “Tîtan Orm” ku bi bêhna xwe ya taybet û nexweş tê nasîn. Hin cure jî ji bo mirovan xwedî nirxek aborî ya girîng in, wek “Orkîd” ku Vanîliya çêdike.
Pispor dibînin ku di kampaniyên parastina jîngehê de pir caran şînatî ji lawiran kêmtir eleqeyê dibînin. Mirov ji daran bêtir li ser lawirên mezin û baskdar disekinin, tevî ku şînatî di ekosîsteman de roleke girîng dilîzin herwiha xwarin û oksîjenê peyda dikin.
Zanyar hişyarî didin ku kêmbûna mezin a hejmara şînatîan dê bandoreke neyînî li ser ewlehiya xwarinê, madeyên xav û aramiya tevahiya ekosîstemên cîhanî bike. Lêkolîner banga tedbîrên lezgîn dikin da ku emîsyonên gazên germbûna gerdûnî kêm bikin, herwiha hewldanên ji bo parastina cureyên şînatîan ên ku di bin xetereyê de ne xurt bikin.
xetereya mezin a tunebûnê
Lêkolîneran li herêmên belavbûna çend cureyên şînatîên damarî ji bo pêşrojê, model danîne. Ew katagoriyeke ku hema tevahî şînatîên cîhanê temsîl dike, di heman demê de ew yên xwedî tevnên ku av û xurekan vediguhezînin. Herwiha lêkolîneran zêdetirî 67 hezar cure, nêzîkî ji sedî 18 ji şînatîên damarî yên di cîhanê de naskirîn ne, lêkolîn kirin.
Lêkolîneran dîtin ku di navbera ji sedî 7 û 16 ji van cureyan, dibe ku ji sedî 90 ji belavbûna xwe winda bikin, ev yek dihêle ku bi xeteriya tunebûneke mezin rû bi rû bimînin.
Wekî dara hesinî ya “Catalina”, ku dareke nadir e cihê wê eyaleta Kalîforniyayê ya Dewletên Yekbûyî ye; herwiha “Tehleb Sunbula” ya Şîn ku girêdayî rêzeşînatîên ku dîroka wê vedgere zêdetirî 400 milyon sal. Di heman demê de nêzî sêyeka cureyên “Ekalîptusê”, yek ji komên şînatîan ên herî navdar li Awistralyayê ye.
Lêkolîner piştî lêkolîna bi milyonan tomarên têkildarî cihên şînatîan, herwiha senaryoyên belavbûna gazên germbûna gerdûnî ji bo serdema ji sala 2081 heta 2100’an gihîştin van texmînan.
Lêkolîneran diyar kirin ku jîngeha şînatîekê ne tenê cihekî erdnîgarî li ser nexşeyê ye, lê komeke ku tevahî şert û mercên pêwîst ji bo domandina jiyana wê dihewîne, wekî germahî, baran, ax, karanîna erdê û faktorên xwezayî yên wekî sî (Zil).
Jonna Wang, lêkolînerek li Zanîngeha Yale û Xiaoli Dong, profesorek zanist û siyaseta jîngehê li Zanîngeha Kalîforniyayê, Davis, wiha şîrove kirin, “Ew dikare wekî hewldana şînatîan bi pêveka avhewayê ya livbar re bigihîjin hev, her ku germahî bilind dibe, gelek cure dikarin ber bi bakur an bilindahiyên bilindtir ve biçin da ku di germahiyên guncav de bimînin, were hesibandin.” “Lê germahî tenê beşek ji çîrokê ye.
Wang û Dong beşdarî lêkolîna ku di kovara Science de hatiye weşandin bûn
Lêkolînê destnîşan kir ku guherîna avhewayê li gelek deveran hevgirêdana şert û mercên hawîrdorê yên guncav kêm dike, bi vê yekê qadên kêmtir dihêle, tê de hemû şert û mercên pêwîst ji bo zindîmana cureyên şînatîan lê peyda dibin.
Belavbûna şînatîan bi gelemperî di nav nifşan de bi rêya tovan ku ji hêla hewa, av û lawiran çêdibe.
Lê dema ku lêkolîneran di navbera senaryoya belavbûna rastîn bi senaryoyek din re hevsengî kirin, ku tê de şînatî dikarin bigihîjin her jîngehek nû ya guncav, rêjeyên tunebûnê pir dişibiyan hev.
Wang û Dong gotin, “Ger pirsgirêka belavbûna hêdî faktora sereke bûya, wê demê destûrdayîna belavbûna bêsînor divê xetera tunebûnê pir kêm bikira. Lê me ev yek nedît.”
Wang û Dong zêde kirin ku ev encam ji bo hewldanên parastina jîngehê pir girîng e. Ger belavbûna sînorkirî faktora sereke be, wê demê stratejiyên wekî veguhastina bi alîkarî, ango alîkariya cureyan ji bo veguhestina deverên nû, dikarin beşek mezin ji pirsgirêkê çareser bikin. Lê eger guherîna avhewayê mezinahiya giştî ya jîngehên guncav kêm bike, wê demê tenê alîkariya veguhestina cureyan dibe ku têrê neke.
Bandorên çaverêkirî li gorî herêman tê guhertin. Şînatîên li Arktîkê yên ku li hember sermayê jiyan dikin, dibe ku jîngehên xwe winda bikin ji ber ku deverên herî sar kêm dibin, di heman demê de li herêmên hişkesalî, di nav de hin deverên rojavayê Dewletên Yekbûyî ji ber hişkesaliyê, kêmbûna şilbûna axê û şewatên daristanan bi xetereyên zêdetir re rû bi rû ne.
Li peravên başûr û rojhilatê Awusturalyayê, xetên peravê bi xwe dikarin şiyana veguhestina şînatîan ber bi herêmên qutbî ve sînordar bikin.
Li hember vê yekê, lêkolînê dît ku cihêrengiya şînatîan a herêmî dibe ku derdora ji sedî 28 ji rûyê erdê zêde bibe, ji ber ku cureyên şînatîan ber bi deverên nû yên guncav ve diçin, di nav de beşên ji deverên tropîkal û subtropîkal, ku barana zêde dikare şert û mercan ji bo cureyên din guncav bike.
Lêkolîneran ev diyarde wekî “Ji nû ve belavkirina gerdûnî”bi nav kirin, ku tê de hin cure ji beşên qada xwe ya dîrokî winda dibin, hin cureyên din jî diçin deverên nû, lê wan tekez kir ku destkeftiyên herêmî nayê wateya ku rewşa şînatîan li seranserê cîhanê baştir dibe.
Ev veguherîn dikarin bibin sedema derketina holê ya “civakên şînatîan ên nû”, komên şînatîan ku di dîrokê de bi hev re jiyan nekirine, lê dê cara yekem dest bi têkiliyê bikin. Lêkolîneran diyar kirin ku ew heya niha nizanin ka ev têkilî dê çawa pêşbikevin.
Bingeha piraniya ekosîsteman
Şînatî bingeha piraniya ekosîstemên bejayî pêk tînin, karbonê hildigirin, axê tesbît dikin, piştgiriya jiyana bejayî dikin, xwarin, dar, derman û materyalên din peyda dikin. Ji ber vê yekê, guhertinên di cihêrengiya şînatîan de dikarin bandorên guherbar li ser xweza û mirovan bikin.
Wang û Dong gotin, “Ger guherîna avhewayê rûbera şînatîan kêm bike, dibe ku ekosîstem kêmtir karbondîoksîtê ji atmosferê bimijin, ku ev yek dikare germahiyê zêde bike. Ev yek çerxek xerab diafirîne ku tê de guherîna avhewayê zirarê dide şînatîan, di heman demê de kêmbûna rûbera şînatîan û hilberînê guherîna avhewayê hîn xirabtir dike.”
Wang û Dong wiha zêde kir: “Di dawiyê de, parastina cihêrengiya şînatîan ne tenê parastina xwezayê ye, lê di heman demê de parastina ekosîstemên ku piştgiriyê didin civakên mirovan e jî.”






