Volqan Elî
Sal, B.Z. 550… Bûyer bi kurt û kurmancî ev e: Qeyzerê Medan Astiyages, bi îhtimaleke mezin zêde zêde heqaret li serfermandarê xwe –xizmên hev ên nêz in jî- Harpagos kiriye. Ew pir êşandiye. Wisa dixuye ku cihnîştiyên Qesra Medan jê nerehet bûne. Harpagos pêwendiyê li cem Axamenîtan datîne. Keça Astiyages Madana, bi yek ji navdarên Axamenîtan (Kambiyeses) re zewicî bûye. Vaye Kîrosê bi nav û deng kurê wî ye. Harpagos xwe digihêje Kîros, ber bi şer ve dehf dide. Astiyages li cem artêşa xwe, li beramberê Kîros dikeve şer. Lê belê Harpagos bi dekûdolabekê, dike ku Astiyages êsîr bikeve destê Kîrosê Faris.
Piştî dîlgirtinê, Harpagos ji Astiyages re dibêje, “binêre duh tu qral bû, lê îro kole yî. Tu çawa xwe hîs dikî?” Bersiva Astiyages hê jî tê bibîranîn: “Ey nemerd, te îxanet li min kir, te qeyzertiya min têk bir. Qet nebûya tu bihata şûna min. Te ev jî nekir, hema te yê keyzertiya min ji Medan re bihişta. Çima te bi ne-merdî bir û da xulamê me Kîros ê Persî?” Ev gotin mîna pêşdîtineke dîrokî ye. Wekî li vir jî tê dîtin, bi riya xiyanetê ‘desthilatdarî’ li ser siniya zêr pêşkêşî Persan hatiye kirin. Ev rastiya ku wekii di genên Kurdan de heyî, bi awayekî sosret her xwe dide der. Bûyerên Enkîdû û Mattîzawa jî, xelekên berbiçav ên beriya vê bûyerê ne. Em ji bîr nekin ku Pers ji bo Astiyages dibêjin “Azhî Zahak” û Zehakê li vir jî yan jî Dehak, sembola xerabiyê ye. Tevahî dîroka serweran bi tahrîfatên wisa tijî ne. Lê didin, qetil dikin, ji kirinên xwe re dibêjin qehremanî, berxwedana gelan jî wekî pêxasî û eşqiyatiyê bi nav dikin. Bi balkêşî, tevî 2500 sal di ser re bihuriye jî ev çerx her wisa geriyaye. Eger Vandalên (eşîr û qebîleyên ji bakurê Ewrûpa) ku ji bo nirxên komunal li dijî Împaratoriya Romayê ya koledar şer kiribûn, îro wekî wêrankar derbasî dîroka emperyalîstan bûne. Wê demê bi xwezayî Romayî jî bûne hilgirên (ragirên) medeniyet û şaristaniyê!!!
Helbestvan û Dîroknasê Persan Fîrdewsî dema di Şahnameyê de behsa Rustemê Zal dike, balê dikşîne li ser heman tiştî. Demeke wisa tê ku êdî nifşên Farisan ber bi tine bûnê ve diçe. Yê li welêt herî xurt jî Zal e. Malbata Zal, hêza leşkerî ya desthilatdariyê ye. Rustemê Zal li şûna ku desthilatdariyê bi dest bixe, her çiqasî wekî xizimtî dûrî malbata qral be jî, ji nav wan zarokekî herî nêzî wê nîjadê tîne û li ser texta qraltiyê dide rûniştandin. Bi salan, heta ku ev zarok dibe qralekî gihayî, wî diparêze. Her tim girêdana xwe nîşan dide. Dûvre, ev kevneşopî ji hêla kurê wî Rustem ve dewam bike. Fîrdewsî her çiqasî Rustemê Zal mîna Farisekî dinirxîne jî, damar damarê Kurdan e. Kurd di dîroka xwe ya qedîm de timî bûne leşkerên baş ên hinekên din! Ev kevneşopiya Zal her çendî wekî xiyaneta rasterast a Harpagos neyê nirxandin jî ji bo dijminên Kurdan bûye zemîn û nefeseke xurt!
Dîsa di dîroka Sumeriyan de karektera bi navê Enkîdo heye. Her çendî şexsiyeteke mîtolojîk be jî, ji aliyê hin dîroknasan ve wekî ji gelên Aryenî (dibe ku proto-Kurdek be) tê şîrovekirin. Jêre pêşengî dike ku Gilgameş darberûyên welatê Aryen (yanî Kurdistanê) tev qirbike û bîne bajarê Uruqê.
Em werin li ser mijara ku di serdemên modern de rewşa Kurdan bi çi awayî bûye. Dest berdin ji berxwedanên Kurdan ên di sedsala 19’emîn de, bigire ji Serhildana Şêx Seîdê Kal heta bi têkçûna berxwedana Dêrsimê ya di 1938’an de xiyaneta navxweyî ya Kurdan bi roleke pir mezin rabûye. Yanî eger ne ji Kasimê xayin bûya ti kesî nedikarî kelemce li destê Şêx Seîdê Kal bixe û wî û bi dehan hevalên wî bide ber sêdara dewleta Tirk. Dîsa, ne ji Zeynel û Rayber bûya ti leşkerên M. Kemal nedikarîn xwe bigihînin li ber mewzî-şikefta Elîşêr û Zerîfe, û mîna serê Hz. Hisênê li Kerbelayê, serê wan ji laşên wan veke û pêşkeşî fermandarên Tirk bike!
Herî dawî; ji salên 1982-83 pêde şervanên gelê Kurd çiya û baniyên Başurê Welat li dijî dagirkeriya Tirk kiribûn wekî stargehên Kelha Dimdimê. Lê belê hezar mixabin bû ku kurmê darê ji darê bû. Kurmê Dara Kurdan bi her rê û rêçên çiyan dizanîn. Ew bûn ku li Zandora, Mam Reşo, gelek stargehên şervanên azadiyê, ketin li pêşiya leşkerên Tirk bi jehrên ku tu dilnadî biavêjî mişkan, bi sedan keç û lawên Kurdan dane xeniqandin. Hem jî ne bi mirineke ji rêzê, cîgera wan teqiya, bêhn li wan çiqiya û heta bi şaneya xwe ya dawî heliyan… Paşê destê xwe dane destê Mehmetçik-leşkerên Tirk û bi qemîreyên xwe şikeftên şervanên azadiyê kişandine. Bêyî ku şermûfedî jî bikin ev dîmen dane li ser şaşê hin telewziyonên têne zanîn. Ku leşkerên qehreman ên Tirk keç û lawên Kurd çawa mişaxtîkirine dojehê (!)
erdên Başûrê welatê me Kurdan çawa ku malovaniya gelek hêzên welatperêz kiriye, me gotibû ku ji salên 1982’an pêde ji bo şervanên Tevgera Azadiyê jî bûne war. Bi taybetî nêzîkî nîv sedsalê komên gerîla û civaka Başûrê welêt di nav hev de jiyaye. Ku ev rewş di deh salên dawî de ji hêzên dagirker û Kurmê Darê yên xiyanetkar re bûye derfeteke mezin. Bi riya tora îstixbaratê xwe gihandiye şervan û fermandarên Tevgera azadiyê û koordînatên wan daye hêzên dagirker ên Tirk. Di encamê de bi sedan şervan û pêşengên Tevgera Azadiyê yên wekî Doğan, Kawa, Sînanê Sor, Serhed, Egîd Xerzan, Rıza Altun, Ali Haydar Kaytan (Fuat), Şukrî Serhed, Dr. Hogir, Helmet (Diyar Xerîb), Gulustan Tara, Kemal û çendîn çendîn têkoşerên din ên gelê Kurd şehîd bûne.
Qasim Engîn yek ji van têkoşêrên azadiyê bû ku salvegera şehadeta wî nêzîk dibe. Qasim wekî gelek hevalên xwe yên din xwediyê gelek taybetmendiyên cuda bû. Yek ji taybetmendiyên wî jî perwerdekirina hevalên xwe li ser dîroka Kurdistanê bû. Dema me ev nivîs girte dest ji fikr û ramanên wî yên ronak rasterast me feyde girt. Mijarek ku wî herî zêde bal kişandiye li ser jî xiyaneta nava Kurdan bûye; hezar mixabin e ku 27’ê Gulana 2020’an bi îstixbarata ku hêzeke herêmî dayî dema bi xebata perwerdeyê ve çûye, di encama lêdana balafirên kişfê yên dagirkeriya Tirk de tevlî karwanê şehîdên Kurdistanê bûye.






