Leyla Amûdê
Weke ku tê zanîn di mijara îndîmaj û temam kirinê de, pirsgirêka Ziman û nasnama Kurdî her berdewam dike û wiha bi hesanî jî wê neyê çareser kirin, ji ber ên ku me 200 sale înkar dikin ji bo xwe, helekî zor û zehmet dibinin ku me jî weke xwe bibinin. Û ev hişmendî jî gelek xerabkarî çêdike û pirsgirêkên gelan pir zehmet dikin. Ziman û çand mijarên herî serekene ji bo miletan û ger ku ew neyê çareser kirin, naxwe wê tu tiştek neyê çareser kirin û wê hemû mafê wan jî werin binpêkirin û qala; çareseriyê jî kirin wê xeyal, meyal be.
Û tişte herî sereke û girîng jî zimane, ji ber ku ziman û çand hêmanên sereke ne ji bo pêşde çûna gelan; ji xwe ziman û çand nasname û hebûna gelan temsîl dike û wan; diwarê şaristanî de jî bipêşde dibe. Ger ku tu ziman û çanda gelekî qedexe dike têye wê wateyê ku tu jêre, xeberdanê qedexe dike ji ber ku wê demê bê ziman û çand dimîne. Ger ku miletek bê ziman û çand bimîne dibe koleye, ji ber ku mirovên kole bê zimanin û weke kut ê zanîn gelê Kurd ziman û çanda xwe; parastiye û dinava hest û hişê xwe de veşartiye û niha, jî weke mirovekî tî û birçî li ziman û çanda xwe diğere.
Ez bixwe weke takekes dema ku qala zimanê Kurdî û fermiyeta, wê li cem min tê kirin ez pir hêrs dibim ji ber ku desthilatdar û nexasim jî serwerên; li ser xakniştmanwiha nêzîkatî; raber dikin ku em ji derve hatine û em hovin û tiştekî nizanin, lê gerek ew li rastiya xwe vegerin û bizanin ku ew bi xwe ji derve, hatine û me Kurdan hevaltî, dostanî û cîrantiyeke pir xurt bi wan re meşadiye. Hîna jî em hewildidin ku em bi wan re dost, hevaltî û xiwşk û biratiyeke, rast bi wan re bidin meşandin û em wekheviyeke hemdemî; jiyan bikin lê mixabin her ew li me diqulibin û me înkar dikin û dema, ku sere xwe li hemberî zilim û zordariya wan hildidin jî me di tevkujiyan re derbas dikin.
Û niha jî rayedarên dewleta Tirk û dewleta Sûriyê, jî heman siyasetê li ser ziman, çand û hebûna me ya netewî ferz dikin û du hilbijartinan; datînin pêşiya me ku yek ji wan înkar, qedexe û talangeriye û ya din jî ewe ku ger em serî hildin wê jiyanê, li me reş û tarî bikin û me di tevkujiyê re derbas bikin. Ji ber ku wan her dîtiye ku li ser hebûna me ya civakî serwer bûne û me jî li cem, xwe weke leşger dîtine her bi wî çavî li me temaşe dikin û dawa; mafê xwe ji wan kirin ji bo xwe weke mirinê dizanin û dîn û har dibin, ji xwe hew maye ku weke Hitler me têxin firinan de.
Û tevî hemû hewildanên Rêber Apo û tevgera azadiyê jî dewleta Tirk, her ji miletê Kurd tenazilan dixwazin û mebesta wan jî ewe ku tevgera; azadiyê bi temamî têkbibin. Tekez em ji mafê xwe nabûrin û weke ku çawa fermiyeta zimanê, dayikê ji her netewî re heye wê ji netewa me re jî hebe û em ji hemû miletan zêdetirin; em 60 milyon Kurd hene û em neteweke resen û dîrokî ne. Ji xwe ji bo her gelekî mafê wan heye ku zimanê xwe, yê dayikê fermî bikin heye û em jî dixwazin zimanê xwe li hemû; cîhanê fermî bikin ji ber ku em li hemû cîhanê belav bûne, ji xwe sedema belav bûna me jî dewletên navendî ên cîhanê ne û gerek bi berpirsiyariya xwe rabin! Ev 200 sale ku em weke miletê ji 60 milyonî li her devera cîhanê, şerpeze bûne û li her deverê jî em raserî qirkirinê tên.
Em ji peymana Sayks- Bîkot bigirin dest û heyanî Lozanê biçin û ji wir, jî em biçin heyanî komploya navnetewî a sala 1999 an de ku li ser; Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan dane pêkanîn û hîna jî gelê Kurd, ji wan peymanan bi ser hişê xwe ve nehatibû careke din komployeke, cîhanî pêkanîn. Û niha jî hêzên Ewropa yên navendî hewildidin ku bi destekdana, Receb Teyip Erdogan pêvajoya çareseriya aşîtî û civaka demokratik; ku Rêber Apo daye destpê kirin vala derxînin û careke din şer û mehşerê, li ser gelan ferz bikin ji bo ku careke din xwedî rol bibin û ji ser erd û binerde, herêmê bikişînin û talan bikin.
Em jî weke gele herêmê herêm, çand û zimanê xwe diparêzin û mafê, meye parastina ziman, çand û xaka xwe ji xwe dewletên Ewropa her navî; li me dikin û her tiştî layiqî Rojhilata Navîn û xelkên Rojhilata Navîn dibinin. Her dem jî pêdiviya wan bi me heye û her dibin navê hewar û alîkariyê de, derbasî herêmên dibin û herêmê hemû tevlihev dikin û li pêşiya çareseriyê jî ew dibin engel û kesên; bê îrade û tirsonek ji xwe re bikar tînin û weke darikê hewdelê tevliheviyê çêdikin.
Em hew dikarin wê siyaseta qirêj û mijokdarî tehemûl bikin û kêr, gihaştiye hestu û em qebûl nakin emê xwe bikin yek û birêxistin bikin; ji bo ku em mafê xwe bistînin û emê pirsgirêkên xwe dinava xwe de, çareser bikin û careke din ez dibêjim gerek gelê Ereb û gelê Tirk jî vê siyasetê bibinin û çalak bibin; ji xwe dem dema gelaye û gerek em xwe bikin yek û têkoşîn bikin, ji bo ku em weke mirovahî xwe ji komkujî û talanê rizgar bikin. Û tekez wê vîna gelan bi serkeve û bigihêje serfiraziyê.






