Remezan Olçen
Mirovahî ji despêkê, heta roja me, her dem hewcedarî hîs kiriye ku xwe bi bîr bîne, ramanên xwe parve bike û cîhana li dora xwe fêm bike. Di vê rêwîtiya dirêj de, amûra herî bihêz a ku mirov dîtiye, çîrokbêjî ye, vegêran e. Berî ku nivîs were dîtin, mirovan li dora agir civat çêdikirin û serpêhatî, tirs û hêviyên xwe bi riya gotinan vedigêran. Ji ber vê yekê, vegêrana çîrokan ne tenê hunerek e, di heman demê de rêbaza herî kevn a parastina bîra civakî û çandê ye.
Zanyarên ku li ser mejiyê mirov xebatan dikin dibêjin ku mejiyê me ji bo têgihîştina çîrokan hatiye sêwirandin. Gava ku em daneyên ziwa an jî statîstîkan dibînin, tenê beşek piçûk a mejiyê me dixebite. Lê dema ku em çîrokekê dibîstîn, mejî wekî ku em bixwe di nava wê bûyerê de bin tevdigere.
Çîrok dihêlin ku em xwe bixin cihê kesên din, bi êşa wan bigrîn û bi kêfa wan şa bibin. Vegêran mirovên ji çand û demên cuda tîne bîra hev û xalên wan ên hevpar derdixe pêş. Tiştên ku bi riya çîrokan tên hînkirin, hêsan nayên jibîrkirin. Çîrok şîretan bi awayekî şirîn û bêyî ku mirov aciz bibe, dide fêmkirin.
Di dîrokê de ji bo her gelekî çîrok hebin jî, ji bo gelê Kurd girîngiya çîrokbêjiyê di asteke heyatî de ye. Kurd gelekî weha ne ku ziman û çanda wan bi sedsalan rûbirûyî qedexe û pişaftinê (helandinê) maye. Di şert û mercên ku pirtûk û saziyên fermî qedexe bûn de, parastina nasnameya Kurdî tenê bi riya çîrokbêjiya devkî pêkan bû.
Dengbêj, çîrokbêj û kal û pîrên li serêkên gundan wekî “pirtûkxaneyên zindî” kar kirin. Çîrokên mîna Mem û Zîn, Siyabend û Xecê, Derwêşê Evdî û Edûlê yan jî çîrokên mîtolojîk û şerên dîrokî ku li şevbihêrkan dihatin gotin, bûn sîwana ku zimanê Kurdî ji windabûnê parast.
Lê belê, îro di sedsala 21’ê de, tenê vegêrana devkî têra parastina vê mîrasê nake. Nivîsandina çîrokên bihêz ji bo gelê Kurd êdî ne tenê tercîhek, erkekî neteweyî ye. Bi çîrokên bihêz em arşîveke mayînde jî ava dikin. Tedî dibêjin; Gotin diçe, nivîs dimîne. Çîrokên ku tên nivîsandin, dibin belgeyên dîrokî yên ku sedsalên din jî winda nabin. Çîrokên me wê me bi cîhanê bidin naskirin; Dema ku Kurd çîrokên xwe yên kûr, êş, şahî û berxwedana xwe bi zimanekî wêjeyî yê xurt binivîsînin û wergerînin zimanên din, cîhan ê li şûna nûçeyên şer, bi giyan û hunera Kurdan bihese. Nivîsandina çîrokan, standardbûn û dewlemendiya pevên Kurdî xurt dike û nifşên nû bi zimanê wan ve girê dide.
Divê em tim di bîra xwe dihêlin ku îro dinya guheriye; em êdî ne tenê li dora agirê gundan, lê li ber ekranên telefon û komputeran rûdinin. Şêwazê çîrokbêjiyê guheriye û ketiye qadekî nû ku jê re “Çîrokbêjiya Dîjîtal” tê gotin. Fîlmên sînemayê, pirtûkên dengî, rêzefilm û heta weşanên li ser torên civakî jî her yek ji wan mînakên vê vegêrana nû ne. Ji bo nivîskar û hunermendên Kurd, ev qad fersendeke mezin e ku çîrokên xwe bigihînin bi mîlyonan kesan.
Çîrokbêjî, pira herî saxlem e ku paşerojê girêdide pêşerojê. Ji bo gelê Kurd, her çîrokeke ku bi rengekî bihêz tê nivîsandin, keleheke ku bîra civakî diparêze. Heta ku em çîrokên xwe bixwe nevegêrin, dê her dem hinekî din çîroka me li gorî dilê xwe binivîsîne. Ji ber vê yekê, afirandin û qîmetdayîna çîrokên hêja, ronahiyek e ku rêya paşeroja me roşen dike.






