Jîn Hisên/Qamişlo
Piştî vekirina Tirkiyê deriyên bendavê xwe, ava çemê Firatê bi awayekî zêde bilind bû û di encamê de gelek gund û bajarokên Dêrazorê û Reqayê di bi avê de man. Herwiha zerareke mezin gihaşt zeviyên çandiniyê.
Herêmên derdora Çemê Firatê, ji nişka ve rastî lehiyan hatin, ku di encamê de hejmarek ji gund û bajarok bin av kir. Ev yek piştî Tirkiyê ragihand ku ew ê deriyên bendavên xwe yên sereke ji bo berdana mîqdarên mezin ji avê veke. Piştî nêzî 15 salan Tirkiyê ev derî vekir, li ser dem, sedemên siyasî û rîskên endezyariyê yên li dora vê gava ji nişka ve, pisên cidî derketin.
Ji ber asta bilind a çem, rêveberiya Bendava Tebqa neçar ma ku deriyên rijandina Bendava Firatê cara yekemîn veke, da ku mîqdarên zêde ber bi xaka îraqê bê berdan. Di nava binavbûna bi dehan ji gund û bajarokên gundewarî, di heman demê de bi hezaran hêktar ji erdên çandiniyê û zeviyan di bin avê de man û zirarên madî yên berfireh li pişt xwe hişt.
Bûyereke dîrokî ji sala 1988’an ve ye
Piştî salên hişkesaliya bi darê zorê û kêmbûna asta ava Çemê Firatê, îro ji nûve çem dîsa dest bi herkînê kiriye. Di bûyerekê de ku ji hêla şêniyan ve wekî dîrokî û bêhempa ji sala 1988’an vir ve tê binavkirin, deriyên rijandinê yên Bendava Firatê piştî ku gol gihîşt kapasîteya xwe ya tam, dest bi vebûna li pey hev kirin.
Ev dîmen nêzî 36 salan ji ber çavên gelê Sûriyê winda bûye, ne tenê veguherandineke ji nikşa ve di rastiya avê ya herêmî nîşan dide, lê belê rêveberiya teknîkî ya Bendava Firatê li hemberî berpirsyartiyeke ji bo birêvebikina avê datîne, herwiha misogerkirina parastina bendavê û avahiyên avî yên derdorê wekî din parastina şêniyan û erdên çandiniyê yên dikevin kêleka çem.
Çima çem ji nişka ve hat dagirtin?
Çavkaniyan eşkere kirin ku ew mîqdara ava ku niha bi rêya çem (binê kanalê) ber bi Iraqê ve tê derbaskirin, bi dehan salan e ji aliyê şêniyên herêmê ve nehatiye dîtin. Ev bê guman ji ber mîqdara barana ku li ser çavkaniyên çem li Tirkiyê barî ye û heya îro jî dibare di heman demê de bi helandina berfê re jî çêbû, ev yek bû sedema zêdebûnek mezin di mîqdara ava ku ji Tirkiyê tê, heta ku gihîşt dora 2400 metrekup di kêliyê de li bajarê Cerablusê li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê, piştî ku Tirkiyê berî demsala zivistanê ya dawî kêmtirî ji 300 metrekup di kêliyê derbas dikir.
Wezareta Enerjiyê ya Sûriyê sê deriyên rijandinê bi mîqdara 1500 metrekup di kêliyê li bendava Firatê vekir, wekî cara yekemîn ji berî 30 salî ve.
Di dîmenekî de ku ji aliyê şêniyên herêma Cizîrê ve ji berî 30 salan ve zêdetir nehatiye dîtin, Saziya Giştî ya Bendava Firatê ya Wezareta Enerjiyê şeva Yekşemê – sibeha Duşemê ji ber bilindbûna asta avê sê deriyên rijandina avê li Bendava Firatê vekirin, da ku ewlehî û aramiya tesîsê misoger bike, piştî zêdebûneke berbiçav a herikîna avê ji aliyê Tirkiyê.
Hişyariya girtina tedbîran
Bi vekirina deriyên rijandinê û bilindbûna asta ava Çemê Firatê re, rayedarên peywendîdar û rayedarên awarte rêzetedbîrên lezgîn li seranserê çem, bi taybetî li parêzgehên Reqa û Dêrazorê, girtin.
Saziya Hişyariya Pêşwext ya Wezareta Rewşa Awarte û Karesatan daxwaz ji welatiyên ku nêzî çem jiyan dikin ku van xalan li ber çav bigirin: Bilez ji navçê û derdora çem dûr bikevin. Mal û dikanên li nêzîkî çem û li cihên nizim bilez vala bikin. Zarokan biparêzin û nehêlin nêzîkî avê bibin. Heywan, amûr û traktorên çandiniyê bibin cihên bilind û ewle. Tu carî kelek û pirên axî (yên demkî) bikar neynin.
Zirara li erdên çandiniyê û binesaziyê
Bandorên bilindbûna asta avê li hin deverên çandiniyê yên li rojhilatê Reqayê derketin, ku li wir erdên çandiniyê û zeviyên nêzîkî kanalên avdanê yên kevin û nebikaranîn ji ber rijandina avê di bin avê de mane.
Bilindbûna asta avê bandor li ser binesazî û trafîkê jî kir, bi awayekî demkî tevgera çûn û hatinê li ser pira ku deverên El-Keramê û Maadan ên li qeraxên Firatê bi hev ve girêdide hate astengkirin, ku ji ber asta bilind a avê li hin beşên pirê çal û şikestin çêbûn.
Li Dêrazorê pira axê ya li ser Çemê Firatê, ku bajar û gundewarê wê bi hev ve girêdide, ji ber bilindbûna asta ava çem û pirbûna ava herikî hilweşiya, nemaze piştî vekirina deriyên rijandinê yên li ser Bendava Firatê li bajarê Reqayê. Ev hilweşîn bû sedema derketina pirê ji xizmetê.
Firat… Di navbera hişkesaliyê û krîzan de
Çemê Firatê çavkaniya sereke ya ava şêrîn li Sûriyê ye, ku di dîrokê de nêzîkî ji sedî 85 pêdiviyên sektora çandiniyê pêk tîne, ji bilî vê yekê çavkaniya sereke ya ava vexwarinê û lawiran e.
Di salên borî de, çem rastî gelek pirsgirêkên mezin ên jîngeh û avhewayê hatiye, ku bi bilindbûna germahiyê û rêjeyên kêm ên baranê li bakur û rojhilatê Sûriyê hatin nîşandan, ev yek bû sedema kêmbûna rêjeya herikîna çemên Firat û Dîcleyê di demên hişkesaliyê de bi qasî nîvê navînîya salane.
Ev guhertin hişt ku dezgehên herêmî, di nav de Wezareta Çavkaniyên Avê ya Iraqê, li ser metirsiya ziwabûna çem hişyariyê bidin, nemaze bi kêmbûna mezin a berhemên çandiniyê, di nav de genim, ku hilberîna wê ji sala 2011’an vir ve heta ji sedî 75 kêm bûye.
Herwiha salên dirêj ên şer bûn sedema kêmbûna dabînkirina ava vexwarinê bi qasî ji sedî 40, ji ber zirara berfireh a binesaziya av û elektrîkê û dabeşkirina kontrolê li ser bendav û tesîsên girîng.
Ji ber nebûna çavkaniyan û lênêrînê, gelek projeyên pêşxistina tora avdanê û dermankirina qirêjiya avê axaftin mabû û bi qasî ji sedî 47 ji nifûsê neçar mabûn ku xwe bispêre çavkaniyên avê yên ne ewle û di demên berê de bibû sedema belavbûna nexweşî û pandamiyan wekî kolerayê ji ber ava qirêj.
Peymanên avê yên bi Tirkiyê û Iraqê re
Çemê Firatê demek dirêj e ku di navbera Sûriye, Tirkiye û Iraqê de bûye mijara nakokiyê, bi taybetî piştî ku Tirkiyê rêzebendên mezin, bi taybetî Bendava Ataturk, ava kir.
Di sala 1987’an de, Şam û Enqereyê protokolek demkî îmze kirin ku tê de Tirkiyê pabend dikir ku dê herî kêm 500 metrekup di kêliyekê de av li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê berde Sûriyê, heta ku lihevkirinek dawî li ser belavkirina ava Firatê di navbera her sê welatan de çêbibe.
Di sala 1989’an de, Sûriyê û Iraqê peymanek îmze kirin ku ji sedî 58 ji ava Firatê ya ku di nav axa Sûriyê re derbas dibe ji Iraqê re û ji sedî 42 ji Sûriyê re vediqetîne.
Lêbelê, di salên dawî de kêmbûnek berbiçav di herikîna avê ya ji Tirkiyê de çêbûye, carinan dadiket 200 metrekup di kêliyê de. Lêbelê, di vê demsalê de zêdebûnek bêhempa çêbûye, ku cara yekem di 30 salan de dîmenê lehiyê vegerand herêmê.
Berdana mîqdarên mezin ji ava Tirkiyê ve
Wezîrê Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan Raêd Salih, di 26’ê Gulanê de bang li welatiyên parêzgehên Heleb, Reqa û Dêrezorê kir ku li hemberî bilindbûna asta ava Çemê Firatê hişyar bin.
Li gorî zanyariyên ji Saziya Giştî ya Bendava Firatê û Dezgeha Hişyariya Pêşwext, tê pêşbînîkirin ku di demeke nêz de asta çem zêdetirî du metreyan bilind bibe.
Wezareta Enerjiyê ragihand, ji ber zêdebûna ava ku diherike nav bendavê, sê deriyên valakirina avê hatine vekirin. Ev pêngav di nav 30 salên dawî de cara yekem e ku bi vî rengî tê avêtin. Hate diyarkirin ku rêjeya herikîna avê gihiştiye 1500 metre sêcar di çirkeyê de.
Berpiserkî payebilind ê Saziya Giştî ya Bendava Firatê diyar kir ku bilindbûna asta ava çem ji ber berdana mîqdarên mezin yên avê ji Tirkiyê ye. Herwiha destnîşan kir ku Dezgehên Peywendîdar dest bi hevrêziyê kirine da ku ji her zirar an xetereyan dûr bikevin.
Di heman demê de Gerînendeyê Saziya Giştî ya Bendava Firatê Heysem Bekûr ragihand ku li kêleka zêdebûna mezin a herikîna avê ji Tirkiyê, îsal baraneke zêde barî û asta avê ya golan gihîştiye asta xwe ya herî zêde.”






