Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rewşa zimanê Kurdî li çar parçeyên Kurdistanê

31/05/2026
in CIVAK Û JIYAN
A A
Rewşa zimanê Kurdî li çar parçeyên Kurdistanê
Share on FacebookShare on Twitter

Strêk Mihemed

Her çend dewletên dagirker bi qedexekirin, asîmîlasyon û siyaseta inkarê dixwazin zimanê Kurdî ji holê rakin, lê zimanê Kurdî bi têkoşîna gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê tê parastin.

Zimanê Kurdî di asta cîhanê de di nav 100 zimanên herî zêde tên axaftin de di rêza 59’ emîn de ye. Lê belê rewşa zimanê Kurdî li çar parçeyên Kurdistanê ji ber sedemên siyasî, zagonî û rêveberî ji hev pir cuda ye, zimanê Kurdî di navbera qirkirin, asmîlîsyon û têkoşîna li hember tunekirinê de ye. Heta ku li her çar parçeyan nebe xwedî statuyeke fermî û perwerdehiya tam a akademîk, gefa windabûn û lawazbûnê bi taybetî li Bakur û Rojhilatî Kurdistanê berdewam e.

Li Bakurê Kurdistanê  

Li Bakurê Kudistanê bi piranî zimanê Kurdî bi zaraveya Kurmancî û Kirmanckî/Zazakî tê axaftin, lê ew jî ne xwedî statuyeke fermî ye û qedexeyên li ser perwerdehiya bi zimanê dayikê berdewam dikin. Tenê wekî “waneya bijartî” ya herftane du saetan di dibistanên dewletê de heye, lê ji ber astengiyên rêveberî û erkdarkirina mamosteyan, ev maf nayê bicihanîn. Asmîlîsyona çandî û polîtîkayên dewletê bandorek neyînî li ser nifşên nû dikin. Rêjeya axaftina bi zimanê Kurdî di nav malbatan û ciwanan de kêm dibe.

Niha di bin zexta dewletên dagirker de zimanên xwecihî bi awayekî sîstematîk tên tunekirin, di 70 salên borî de nêzî 200 ziman hatine tunekirin. Zimanê Kurdî jî yek ji wan zimanane ku gefa dagirkirin û tunekirinê li ser e û li gel vê jî metirsiya navxweyî li ser heye. Li Bakurê Kurdistanê zêdetirî 20 milyon Kurd dijîn. Pirsgirêka Kurd li Tirkiyê piralî ye û li gel pirsgirêka nasname, ewlehî, siyasî, aborî û çandî pirsgirêka qedexekirina zimanê Kurdî jî yek ji pirsgirêkên sereke ye. Zimanê Kurdî piştî zimanê Tirkî zimanê herî zêde li Tirkiyeyê tê axaftine.

Li gorî madeya 42 ya zagûna Tirkiyeyê zimanê Tirkî zimanê dayîkê yê hemû welatiyên li Tirkiyeyê ye û li gorî vê zagûna bi zimanek din li Tirkiyeyê xwendin qedexeye. Di sala 2021’an de HDP’ê li Parlamentoya Tirkiyeyê projeyek ya ji bo bikaranîna zimanê Kurdî pêşkêş kir, lê hate red kirin. Di heman salê de ji bo zimanê Kurdî li Tirkiyeyê bikeve meriyetê, gelek kesayetan bi sed hezaran îmza komkirin, lê ev yek jî hate redkirin û astengkirin.

Li gorî bîlançoyên Navenda Weşanên Zimanê Kurdî belavkirî, di nava 10 salên borî de zêdetirî 250 navendên fêrkirinê û pêşxistina ziman û çanda Kurdî li Bakurê Kurdistanê hatine avakirin. Ji vê hejmarê 200 cih girtin, herwiha nêzîkî 170 saziyên ragihandinê û çapemeniya Kurdî hatine girtin û bi dehan mamostayên zimanê Kurdî, hunermend, stranbêj, helbestvan, wênesaz ji ber ku zimanê Kurdî bikaranîne hatine girtin û hin ji wan heya niha di girtîgehan de ne. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (AMNESTY) di rapora xwe ya salane de diyar kir ku dewleta Tirk axaftina bi zimanê dayîkê li Kurdan qedexe kiriye û bi hezaran xwendevan ji xwendina bi zimanê dayikê bêpar hiştine.

Başûrê Kurdistanê

Zimanê Kurdî li Başûrê Kurdistanê bi giranî zaravayê Soranî û Kurmanciya Jorîn tê bikaranînî li gorî destûra bingehîn a Iraqê zimanê fermî yê welat e. Dikare were gotin heya astekê zimanê Kurdî li Başûrê Kurdistanê tê parastin. Di hemû qonaxên perwerdehiyê de ji pêşdibistanê heta zanîngehêzimanê sereke  ji bo Kurdan Kurdî ye. Lê belê ji ber bandora teknolojî û pêşketinan meyla ciwanan a ber bi zimanê Îngilîzî ve zêde bûye. Herwiha cudahiya tîpan bikaranîna tîpên erebî li şûna latînî di navbera herêmên Soranî û Kurmancî de dibe sedema hin astengiyên çandî.

Zimanê Kurdî li Başûrê Kurdistanê jî weke piraniya qadên din di nava krîzê de ye û nebûna zimanekî standard û serdestiya zimanên biyanî li ser zimanê Kurdî, krîz kûrtir kiriye. Bernameyên televizyonan û zimanê hinek medyayan metirsî li ser zimanê Kurdî çêkiriye. Her wiha di qehwexane, xwaringeh û hotel de qasî ku giringî bi zimanên biyanî tên dayîn, bi zimanê Kurdî nayê dayîn. Gelek dayîk û bav zarokên xwe dişînin dibistanên taybet û gelek zarok jî bi zimanên biyanî Îngilîzî, Erebî, Tirkî û Elmanî dixwînin. Ev yek jî wê ji bo zimanê Kurdî yê nifşê bê re wê pirsgirêkên mezin derbixîne.

Rewşa zimanê Kurdî li Rojhilatê Kurdistanê

Li gorî xala 15’an a destûra Îranê bikaranîna zimanên herêmî di medyayê de û ji bo hînkirina wêjeyê di dibistanan de azad e, lê di pratîkê de perwerdehiya fermî tenê bi zimanê Farsî ye. Tevî zextên giran ên dewletê û girtina mamosteyên zimanê Kurdî ji bo ku waneyan bi zimanê Kurdî bidin, saziyên sivîl û pirtûkxaneyên xweser waneyên Kurdî bi tîpên aramî/erebî didin zarokan.

Zextên siyasî qedexekirina perwerdehiya fermî û polîtîkayên navendî yên dewletê, astengiyên herî mezin in li pêşiya geşedana ziman. Di sîstema perwerdeyê ya dewleta Komara Îslamî ya Îranê de maf ji bo ziman û perwerdeyên pêkhateyên neteweyan nehatiye dayîn. Lewra li Rojhilatê Kurdistanê erkê parastin û pêşxistina zimanê Kurdî ketiye ser malbat û çalakvanên xwebexş. Çalakvanên xwebexş xwe dixin ber gef û zextên hêzên ewlekarî û leşkerî de. Bi pereyên xwe yan jî bi alîkariya xelkê pergalên xwendinê dikirin û bi zehmetî cihên lidarxistina kursan peyda dikin.

Li Zanîngeha Sine Beşa Taybet ya Ziman û Wêjeya Kurdî heye. Lê wek din di tu zanîngehên din yên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de bi şêweyê dilxwazî jî waneyên zimanê Kurdî nayên xwendin. Li hinek zanîngehan hewla xwendina zimanê Kurdî hebû, lê hate astengkirin. Niha li Rojhilatê Kurdistanê, bi dehan mamostayên waneya zimanê Kurdî ji aliyê rejîma Îranê ve hatine girtin. Dewleta Îranê rê nade ku navendên zimanê Kurdî bên vekirin û mamostayên zimanê Kurdî digrin. Li gor bîlançoya Komeleya Perwerdeyê ya Rojhilatê Kurdistanê di nava 5 salên borî de zêdetirî 110 navendên zimanê Kurdî hatine girtin. Herwiha hate ragihandin ku bi dehan mamosteyên zimanê Kurdî jî hatine girtin ku ya herî dawî Mamosta Zara Mihemed ku 10 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn û piştre bi zextên navneteweyî hate berdan.

Rojavayê Kurdistanê

Rojavayê Kurdistanê bi salên dirêje, li hember siyaseta asmîlisyonkirina zimanê Kurdî têkoşîn dike. Ji destpêka Şoreşa Rojava de li Rojavayê Kurdistanê ango li herêmên Rêveberiya Xweser Kurd di warê ziman de xwedî statuyeke fermî ne. li beramberî wê bi salên Şoreşê re li hemberî hemû cûreyên qirkirin û tunekirinê li ser zimanê Kurdî li ber xwe didin û karîbûn parastina zimanê xwe bikin. Yek ji destkeftiyên herî girîng ku gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi israr û têkoşîna xwe bidest xistiye, perwerdehiya bi zimanê Kurdî ji seretayî heta zanîngehê (wekî Zanîngeha Rojava) bi awayekî pergalî tê meşandin. Saziyên akademîk ên mîna Saziya Zimanê Kurdî (SZK) gelek pirtûk û materyalên perwerdê bi zimanê Kurdî amade kirine û pêşkêş kirin. Li kêlekî wê jî ji ber rewşa şer, nebûna îstîqrara siyasî ya navneteweyî û êrîşên li ser herêmê pergala perwerdehiyê carinan rûbirûyî astengiyan tê.

Lê di dawiya 2024’an de û di destpêka 2025’an de ji ber guhertinên ku di Sûriyê û hikumetê de çêbûne rewşa Sûriyê di hemû milan de hate guhertin û yek ji wan rewşa zimanê Kurdî bû. Di 8’ê kanûna 2024’an de Rêjîma Baas piştî desthiltdariya zêdetirî 60’ê salî hate ruxandin. Rêjîma Baas ji hewildana tunekirin û qirkrina gel û zimanê Kurdî de xwe di rêza duyemîn a piştî dewleta Tirk ango osmaniyan de digire. Bi ketina Rêjîma Baas re bi planke navneteweyî hikumeteke nû bi seroketiyeke nû a bi navê Ehmed El’Şer hate ser desthilatdariyê. Dikare weke gotin bi dirêjahiya salekê li ser derbasbûna hikumeta demkî a Sûriyê li ser desthiltdariyê re Sûriyê di nava alozî, pevçûn, kuştin û pirsgirêkan re rû bi rû man.

Yek ji mezintirîn pirsgirêkên ku niha di  Sûriyê de tê jiyankirin, pirsgirêka gel û zimanê Kurdî ye. Di 29’ê Çileya 2026’an de di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk-Rêveberiya Xweser û hikumeta demkî a Sûriyê de peymaneke hate îmzekirin, ku têde wê parastina maf, doz û zimanê Kurdî were kirin. Lê tevger û daxuyaniyên ku ji aliyê nûnerên hikumet demkî ve tên raghandin tersî vê yekê xuya dike. Guhertina navên dibistanan bi zimanê Kurdî, rakirina nivîsandina bi zimanê Kurdî li ser pankêta koşkê dadweriyê ya parêzgeha Hesekê û hwd… Li Rojavayê Kurdistanê pirsgirêk, şerê hebûn, nebûn û têkoşîna li hember guhertinan tê jiyankirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.