Pêjder Altan
Tora lojîstîka tarî ya ku ji seyarên cenazeyê bigire heya parçeyên dronan, qedera heremê jinûve dinivîsîne.
Em ketine serdemekê ku piştgiriya leşkerî û teknolojîk a ku Tirkiye, Rûsya û Çîn didin Îranê êdî “operasyoneke veşartî” nîne. Ev eksena sêalî tenê şiyanên dronên Îranê berfireh nake; di heman demê de stratejiyeke piralî ya ku rasterast bandorê li ser hevsengiya hêzê li herêmê, pirsgirêka Kurd û pêşeroja Sûriyeyê dike pêk tîne.
Li gor nûçe analîza malpera lekolin.org, di 13 gulan a 2026’an de MÎT’ê, motorên dronan û qartên elektronîkî yên hesas bi rêya deriyên sînor ên Gurbulak, Bazargan û Asandiri di kamyonên mohrkirî de wekî “kelûpelên bazirganî” ji Îranê re hatine veguhastin. Ji aliyê din ve, îstîxbarata Rûsyayê mûşekên 9M336 û cîhazên astengkirinê yên milê xwe radestî hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê kiriye; tê ragihandin ku bi tevahî 18 sewqiyat hatine kirin.
Di nava wan de parçeyên pir qrîtîk ên wek e; motorên Lîmbash a ji aliyê Çînê ve hatiye çêkirin, sensorên dron û qertên tevgerkirinê, motorên kontrolkirina baskên wan, cîhazên taybet ên ku sinyalên keştiyên şer ên Amerîkayê digirin, sîstemên Jammîng ên Rûsî, çîpên Rûs ên ku entegreyê torên ewlekariyê yên Îranê ve girê didin, hene. Ev hemû amûr, bi çeşîdên Şahed, Arash, Mohajer ên Îranê ve tên montekirin û ji bo di operasyonên li hemberê Amerîka û Îsraîlê de bi awayek bibandor bikar bînin.
Ev tablo nîşan dide ku Tirkiye ne tenê bûye barkêşek lojîstîkî, di heman demê de bûye xelekek girîng di zincîra teknolojiya şer a Îranê de.
Ev kordînasyona sê alî di sewqiyatên ji bo Hizbûllahê ya bi riya Sûriyeyê de jî derdikevin pêşberê me. Rêyek bi rêya kesekî bi navê kod Ebû Usama Hac Muhammed tê rêvebirin, ji Bukemalê heta Tartûsê û ji wir jî bi rêya tunelên Debusiyeyê heta Lubnanê dirêj dibe. Ev rê carinan di bin navê “veguhestina cenazeyan” de tê bikar anîn û tabûtên vala bi dizî dibin Dêr-kilîseyan.
Tê gotin ku serokê HTŞ’ê El Colanî ji vê bazirganiyê dahatiyek girîng qezenc dike û MÎT, endamên Hizbullahê ji Sûriyeyê vediguhezîne Îran û Iraqê bi şertê ku HTŞ bêxeber bimîne. Ev rewş nîşan dide ku hevpeymaniyên li ser erdê êdî ne îdeolojîk in, lê bi tevahî li ser bingeha berjewendiyên aborî û taktîkî ne.
Xala herî krîtîk a vê mijarî ew e ku stratejiya hêzên cîhanî ya dorpêçkirina Îranê û polîtîkayên dewletên herêmî yên tepeserkirina tevgerên Kurdî bi hev ve girêdayî ne. DYA naxwaze bêyî çareserkirina pirsgirêka Îranê bi Tirkiyeyê re bikeve nava pêvçûnekê; Tirkiye jî vê valatiyê bikar tîne da ku destkeftiyên Kurdan paşde bixe.
Dema em li van agahiyan dinerin, bûyera ku beşek mezin a Dêrazorê di bin avê de ma jî pêve girêdayî ye. Tirkiye destpêkê ava bendavên ser Çemê Firatê vekir û gelê Dêrazorê yê li hemberê dewleta Tirk û hikumeta demkî ya Şamê serî rakiribûn ceza bikin. Hem jî li hemberê xeta pêşketina Îsraîlê ya di xeta Suwêdayê û Deraa de çêdibe rawestîne. Lewra bûyera felaketa ku li Dêrazorê çêbû Tirkiye hema bi lez Weqfa Alîkariya Însanî (ÎHH) şande Dêrazorê. Jixwe ji aliyê her kesî ve tê zanîn ku ev İHH kar û barê MÎT’ê yê di bin navê alîkariyê de dike ye. Wek e din jixwe ji ber heqareta ku ji devê bavê El Colanî ya ji bo gelê Dêrazor serf kiribû, xwe bide efukirin el Colanî bi xwe çû Dêrazorê.
Ji bo vê yekî ger em werin ser mijara xwe ya esasî, em dikarin bibêjin herêm dikşînin nav mîmartiya şerekî nû.
Ji ber ev sêalîya (Tirkiye-Rusya-Çîn) ku piştgiriya leşkerî dide Îranê, tenê ne hevkariyek teknîkî ye, stratejiyekî ku xerîteya hêzan a Rojhilata Navîn ji nû ve xêz dike ye.
Ev stratejî; aboriya şer a Îranê ser piyan digire, Hizbûllahe mezin dike, hevsengiyên di Sûriyê de diguherîne, mesela kurdan vedugehezîne qadeke pêvçûnê ya gerdûnî.
Kurt û kurmancî; Rojhilata Navîn ber bi mîmartiyeke şer a nû ve diçe û di navenda vê mîmartiyê de êdî ne tenê Îran heye; hevkariya Tirkiye, Rûsya û Çînêh eye.






