Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Biloka hundirîn ku dikare nexşerêya siyasî ya Îsraîlê biguherîne!

31/05/2026
in POLÎTÎKA
A A
Biloka hundirîn ku dikare nexşerêya siyasî ya Îsraîlê biguherîne!
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Ji bo hilbijartinên Israîlê amadekarî tên kirin, bilokeke siyasî li hemberî hikumeta Netanyaho hatiye avakirin, pê re jî ji ber tirsa têkçûnê hewldanên Netanyaho hene ku vê bilokê vala derxîne û hebûna desthilatdariya xwe berdewam bike.

Amadekariyên hilbijartinên Israîlê têne kirin

Qada siyasî ya Israîlê ji bo hilbijartinên 26’emîn ên Knessetê amadekariyan dike, ev hilbijartin dê di 27’ê Cotmeha 2026’an de an jî dibe ku zûtirîn dem de werin plankirin, ji ber ku partî û siyasetmedar ji bo jinûveşekildana nexşeya hilbijartinê dixebitin. Ji şerê qirkirinê yê ku di Cotmeha 2023’an de dest pê kir ve, partiyên nû hatine damezrandin û çend kesan ragihandine ku ew tevlî blokên cûrbecûr dibin. Rapirsînên raya giştî destnîşan dikin ku hîn ti tîmek ji bo bidestxistina 61 kursiyan bêyî avakirina hevpeymaniyek bi partiyên Ereb re ji bo damezrandina hikumetekê bi ser neketiye. Endamên Knessetê rasterast nayên hilbijartin, lê bi rêya lîsteyên partiyan têne hilbijartin. Xala 4’emîn a zagona bingehîn a Knessetê destnîşan dike ku endamên Knessetê divê bi rêya hilbijartinên giştî, neteweyî, rasterast, wekhev, veşartî û rêjeyî werin hilbijart .Lîsteya ku beşdarî hilbijartinan bû, divê rêjeya serxistinê derbas bike, rêjeya wê divê ji sedî 3.25 be ango nêzîkî 4 kursiya. Knesset her 4 salan tê hilbijartin.

Israîl di qonaxa siyasî ya hestiyar re derbas dibe

Israîl di qonaxek siyasî ya hestyar re derbas dibe, hem jî nîqaş li ser hilweşîna muhtemel a hikumeta serokwezîr Benyamin Netanyahu tê kirin, hem jî îhtîmala hilbijartinên pêşwext ku dikarin rewşa siyasî ya navxweyî ji nû ve dîzayîn bidin û bandorê li ser rêya şer û aloziyên herêmî bikin, zêde dibin. Li gorî raporên rojnameyên Amerîkî û Brîtanî, di nav de The Guardian, krîza heyî êdî ne tenê wekî nakokiyên di nav koalîsyona hikumetê de tê dîtin, lê belê wekî nîşaneya ji guhertineke siyasî ya berfirehtir e, ev yek jî dikare siberoja Netanyahu wî di hikumetê de di serdema pêş de diyar bike.  Kirîza siyasî bi giranî li ser nakokiyên di derbarê efûkirina Cihûyên ultra-Ortodoks (Haredim) ji xizmeta leşkerî ye. Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev mijar di nav şerê berdewam û bikaranîna hêzên yedek ên Îsraîlê de ji nû ve derketiye holê. Li gorî raporên welatên rojavayî, partiyên olî yên ku bi Netanyahu re hevalbend in, piştî ku lihevkirin di navbera wan û Netanyahu de ji bo hilbijartina çênebû, gefên hilweşandina hikumetê dest pê kirine. Lê belê ev kirîz ji mijara Haredim kûrtir diçe, eşkere dibe ku Îsraîl ji êrişa 7’ê Cotmeha 2023’yan ve kirîzek kûrtir dijî. Netanyahu niha bi zextek zêde re rû bi rû maye, di serî de rexneyên navxweyî yên li ser birêvebirina wî ya şer, di heman demê de nerazîbûnên malbatên girtiyan û kirîzek baweriyê bi sazûmana siyasî re. Herwiha gelek doz û darizandinên gendeliyê di nava sazî û dezgehên hikumetê de hene. Ji ber van sedeman opozîsyona hikumeta Israîlê dest bi jinûverêxistinbûnê kiriye, ew li benda hilbijartinek zû ye, bangên Knessetê ji bo hilweşandina parlamentoyê û lidarxistina hilbijartinên nû di rojevê de ye. Ev yek gav dikare nexşerêya siyasî ya Israîlê bi tevahî ji nû ve xêz bike. Eger hilbijartinên pêşwext werin lidarxistin, Israîl dê di senaryoyên siyasî yên xeternak re derbas bibe, ji nakokiya navxweyî û hikumetên lawaz ên dubarekirî bigire heya derketina hevpeymaniyek opozîsyonê ku hewl dide rêbazekî nû ji bo birêvebirina şer û têkiliyên navneteweyî pêşkêş bike, nemaze ji bo mijara binpêkirinên wê derheqê Filestînê.

Bilokeke ku dikare Netanyahu têkbibe 

Li hemberî Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu, Yair Lapid ê navendî û Naftali Bennett ê rastgir ragihandin ku ew partiyek nû ya bi navê ‘Bi hev re’ (Bihad) ava dikin da ku beşdarî hilbijartinên ku dawiya Cotmehê were lidarxistin bibin. Çiqasî pirs li ser îhtîmala ku ev hevpeymaniya nelihevhatî serokwezîrê ku 18 sal in di gelek serdeman de li ser kar e, bi bin bixin jî, gumanan li ser îhtîmal hene ku hilbijartin bi tevahî werin betalkirin ji b xelaskirina Netanyahu ji têkçûnê. Bennett di 26’ê Nîsanê hevpeymaniya xwe bi serokê opozîsyonê Lapid re ragihand û di daxuyaniyek hevbeş de ev gav wekî gava herî Sihyonîst û welatparêziyê ya ku heya niha ji bo welatê wan hatiye avêtin bi nav kir. Bennett got, “Îşev em dibin yek û di bin serokatiya min de partiya ‘Bi hev re’ ava dikin. Partiyeke ku dê bibe sedema serkeftinek mezin û serdemek nû ji bo welatê me yê bedew bide destpêkirin.”

Çawa Netanyahu xwe ji xefka têkçûnê bide hêlekê

Ji bo berdewamiya desthilatdariya xwe, Netanyahu stratejiya xwe ya siyasî ya siberojê li ser sê stûnên sereke ava dike. Ya yekem şer û aloziya herêmî bi kar tîne da ku xwe wekî kesayetiya nimûneyî ya herî bilind a Îsraîlê ji nû ve bi cih bike. Stûna duyemîn xurtkirina kesayeta wî di nav raya giştî ya Îsraîlê de wekî kesayetiya ku dikare aramiyê vegerîne piştî têkçûnên 7’ê Cotmeha 2023’an. Stûna sêyemîn jî di çarçoveya jinûveşekildayîna tevgera rastgir bi rêya qelskirina kesayetiyên dijber û xurtkirina desthilatdariya li ser partî û saziyên dewletê, di nav de saziyên ewlehî û leşkerî herwiha hêza Şabak.Netanyahu hewl dide ku di nav tîma rastgir de rewşek wekî xurtkirina desthilatdariya siyasî  biafirîne, ji bo xwe bike kesayetiya bijartî ku di serdema pêş de dê dijwar a neyê derbaskirin. Bi van sê stûn û rêbazan Netanyahu dikare xwe di hilbijartinan de bi ser bixîne û xwe ji xefka têkçûnê rizgar bike.

Sînaryonyên ku wê bi hilbijartinan re werin

Hilbijartinên pêşerojê yên Îsraîlê di şert û mercên herî hestyar ên siyasî û ewlehiyê de tên amadekirin, nexasim di berdewamiya şerê Îran, Israîl û Amerîkayê de. Piştî şerê Xezayê û kirîza navxweyî ya ku ji êrişên 7’ê Cotmeha 2023’an ve zêde bûne, piraniya raya giştî ya Îsraîlê li ser şêweya rêvebirina Serokwezîr Benyamin Netanyahu rexne dikin. Ev rewş bûye sedem ku opozîsyon hewl bide koalîsyonek nû ava bike armanc jê ew e ku desthilatdariya rastgir û olperest a Netanyahu bi dawî bike. Eger Netanyahu di hilbijartinan de têkbiçe û kesayetên wekî Yair Lapid an Naftali Bennett bên ser hukim, siyaseta Îsraîlê dikare di gelek waran de biguhere, lê ev guhertin ne bi awayekî bingehîn û zû dê çêbibin. Di mijara Filestînê de, hukumetek nû dikare li hember siyaseta hişk a heyî nermtir be. Lapid û çend kesayetên navendî destnîşan dikin ku berdewamkirina şer û firehkirina niştecihbûnên Cihûyan li Filistînî, Îsraîlê dixe nav pirsgirêkeke mezin. Ji ber vê yekê eger opozîsyon were ser hukim tekez e ku axaftinên siyasî bi Filistîniyan re ji nû ve dest pê bikin an jî asta şer li Xezayê wê were daxistin. Li herêma Rojhilata Navîn, her hukumeteke Îsraîlê dê hewl bide bandora Hêzên Pasedaran û hêzên piştgirê wê di herêmê de sînordar bike, di serdema heyî de dixwaze baskên Îranê ji koka wê ve li Îraqê bibire. Israîl di dema heyî de hêzeke şerxwaz e li herêmê ev yek jî ji bo bidestxistina berjewendiyên xwe yên stratejîk e. Di siberojê dibe ku hukumetek nû vê şerxwaziyê ji holê rake û bi awayekî dîblomatîk tevbigere. Israîlê gelek caran êrişên asmanî li Sûriyê kirin da ku armancên girêdayî Îranê bixe bin hedefê, di heman demê de ev yek piştî guhertina rêjîmê bi hikumeta veguhêz heta roja îro jî berdewam e. Eger opozîsyon were ser hukim, dibe ku ev êriş bi awayekî kêmtir werin pêkanîn da ku şerê herêmî firehtir nebe. Herwiha guhertina hukumetê dikare têkiliyên Israîlê bi Amerîka û Ewropayê re jî biguherîne. Netanyahu di van salên dawî de bi gelek serokên rojavayî re ket nav nakokiyan, nemaze ji ber siyaseta wî ya li Xezayê û reformên dadweriyê. Hukumetek piştî hikumeta Netanyahu eger çêbibe, dikare hewl bide wêneyê Îsraîlê li cîhanê baştir bike û piştgirîya navneteweyî ji nû ve bi dest bixe. Di heman demê de, welatên Ereb ên ku peymanên bi Îsraîlê re kirine dê bi rengekî cuda û danûstandineke cuda têkiliyê bi Israîlê re ava bikin. Eger Netanyahu têkbiçe, dibe ku di siyaseta Îsraîlê de nermbûnek were dîtin, dibe ev nerbûn jî tektîkî û streatejîk be, lê siyaseta bingehîn ya ewlehiyê û serweriya herêmî dê bi awayekî mezin neyê guhertin. Hilbijartinên pêşerojê ne tenê ji bo Israîlê girîng in, lê dikarin bandorek mezin li ser rewşa Filistînê, Sûriyê û aramiya Rojhilata Navîn tevî cîhanê jî çêkin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.