CEMÎL XOCE
Şerek tê kirin bêyî ku guleyek bê avêtin, bêyî ku tankek jî pêşde biçe. Şerek bi ximav, mohr û belgeyan tê kirin. Destekî bêdeng parçe parçe erdê Sûriyê dikire. Ev yek jî bi pejirandineke navxweyî ya gumanbar û çirayeke kesk a navneteweyî ku nîşan dide ku Sûrîye bûye xenîmeteke ku ji hêla hêzên mezin ve hêdî hêdî tê parvekirin e.
Kirîn dagirkeriyê temam dike
Ji bo têgihiştina giraniya tiştê ku îro diqewime, divê ew di çarçoveya tiştên ku beriya wê qewimîne de were nirxandin. Tirkiyeyê têkiliya xwe bi axa Sûriyeyê re bi peymanên kirînê dest pê nekir, lê bi tankan. Di sala 2018’an de, wê Efrîn dagir kir. Bi deh hezaran niştecihên wê yên resen bi darê zorê derbider kirin. Li şûna wan çeteyên alîgirê xwe û malbatên wan bi cih kirin. Piştre di sala 2019’an de, bi dagirkirina Serê Kaniyê û Girê Spî re, ev herêm jî li nexşeya de factoya Tirkiyeyê ya di nav axa Sûriyeyê de zêde bûn. Ew dever jî heta niha di bin kontrola komên çekdar de ne û hîn jî fermanên xwe ji Tirkiyê digirin. Li wan deverên dagirkirî, talankirina sîstematîk a mal û milkê xelkê, guhertinên demografîk ên bi zanebûn û ferzkirina pereyê Tirkî û mufredatên Tirkî li dibistanan pêk dihat. Dagirkirin tenê ya axê nebũ; ew heta jêbirin û jiholêrakirkna nasnameyê jî berfireh bû.
Îro, piştî hilweşîna rejîma Esad, Tirkiye ber bi qonaxeke sofîstîketir û xeternaktir ve diçe: Tiştê ku ew nekarîbû bi zorê li perava rojavayê Sûriyeyê bi dest bixe, bi pere dikire. Çavkaniyên pêbawer ên li herêmê eşkere kirine ku welatiyên Tirkiyeyê, li Keseb, Ras el-Basît û Banyasa li perava rojava milk dikirin, hêdî hêdî ber bi gundewarên Humsê û Çola Sûriyeyê ve berfireh dibin. Heta niha bi rêya “Şîrketa Îdarî ya Îktîfa” zêdetirî 4,000 donim bi dest xistine. Dagirkirina bi zorê li bakur û dagirkirina bi peymanan li rojava projeyek e ku bi amûrên cûda tê pêkanîn e.
Îsraîl, dijminê Tirkiyeyê li ser erdê, lê şirîkê wê di parçekirinê de ye
Nakokiya li vir di nihêrîna pêşîn de eşkere xuya dike. Îsraîla ku di mehên dawî de li dever, kombûn û baregehên Tirkiye yên li Sûriyeyê dixist, çawa dikare niha ronahiya kesk bide vê berfirehbûna milkiyata Tirkiyê li rojavayê Sûriyeyê? Bersiv ew e ku Îsraîl ne li gorî hestan, lê li gorî hesabên sar û hesabkirî tevdigere. Êrîşên hewayî yên Îsraîlê qet şerekî li dijî Tirkiyeyê wekî dewlet nebûne, lê belê peyamên ku armanca wan diyarkirina qadên bandorê û xêzkirina sînoran e. Îsraîl hebûna leşkerî ya rêxistinkirî ya Tirkiyeyê li nêzî Bilindahiyên Golanê yan jî li nêzî sînorên xwe yên bakur li başûrê Sûriyeyê naxwaze, ku li wir berfirehbûna xwe ya leşkerî li Quneytra, Deraa û derdora Golana dagirkirî didomîne. Lêbelê, di heman demê de, ew li dijî wê yekê nîne ku Tirkiye enerjiya xwe li ser birêvebirina bakur û bidestxistina rojava xerc bike, madem başûrê Sûriyeyê weke qada bandorê ya Îsraîlê ya bêpêşbaz di destê wê de ye.
Hevkêşeya Îsraîlê pir eşkere ye: Sûriyeyeke ku di navbera gelek qadên bandorê de dabeş dibe ji Sûriyeyeke yekgirtî û bihêz pir çêtir e. Tirkiye li bakur û rojava serdest e, Îsraîl kontrola xwe li ser başûr berfireh dike. Êrîşên Îsraîlê peyameke bi vî rengî bû, “Nêzîkî sînorên me nebin,” lê berfirehbûna milkên nekêşbar ên Tirkiyê li perava rojava, dûrî wan sînoran, bi tevahî li derveyî xetên sor ên Îsraîlê ye û dibe ku di berjewendiya Îsraîlê bi xwe de be jî.
Modela Îskenderûnê dubare dibe
Dîrok xwe dubare dike, lê bi amûrên nûjentir. Îskenderûna Sûriyeyê ne di şerekî de, lê bi rêya guhertinên demografîk ên gavbigav û rêkeftinên navneteweyî yên ku di sala 1939’an de bi tevlîbûna wê ya fermî bi Tirkiyeyê re gihaştin lûtkeyê, hat desteserkirin. Îro, bi rêya kirîna milk û erdên li perava rojava bi heman awayî dimeşe: xwedîtiya taybet dibe sedema zêdebûna nifûsa Tirkiyeyê, ku ev jî dibe sedema îdîayên parastinê. Cûdahiya trajîk ew e ku Îskenderûn bi zexta dîplomatîk a derveyî hat desteserkirin, di heman demê de ev dever bi razîbûna navxweyî ya eşkere ya Sûriyeyê têne desteserkirin, ku vegerandina wan a pêşerojê li ber her dadgeheke navneteweyî pir dijwar dike.
Nexşeya nû ya Sûriyeyê
Tiştê ku îro li ber me şekil digire ne tenê proseya milkiyatkirinê ye, lê belê dîzayna pêşeroja Sûriyeyê ne:
Li bakur, dagirkeriya rasterast a leşkerî ya Tirkiyeyê li Efrîn, Serê Kaniyê û Spî hsye. Li rojava û peravê, berfirehbûna milkkirina rêxistinkirî ya Tirkiyeyê pêk tê. Li başûr, berfirehbûna leşkerî ya Îsraîlê li dora Bilindahiyên Golan, Dera û Quneytrayê zêde dibe.
Niha Sûriye ji du aliyan ve, bi du rêbazên cuda hatiye dagirkirin. Aliyê herî xeternak ew e ku ev dagirkirina nerm wêneyên qurbaniyan ji bo hişyarkirina wijdanê navneteweyî nahêle, lê belê belgeyan li pey xwe dihêle. Dema ku erd bi awayekî qanûnî tê firotin, azadkirina wê ji azadkirina wê ji hêzeke dagirker pir dijwartir dibe.






