Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Divê gelê Kurd li dengê rastiyê xwedî derkeve’

31/05/2026
in ROJEV
A A
‘Divê gelê Kurd li dengê rastiyê xwedî derkeve’
Share on FacebookShare on Twitter

Dilîn Ehmed/Qamişlo

Rêveberê Navenda Mîtro ya Azadiya Çapemeniyê li herêma Kurdistanê Rehman Xerîb diyar kir li Rojhilata Navîn herî zêde binpêkirin li dijî gelê Kurd tê kirin û wiha got: “Divê gelê Kurd li dengê rastiyê xwedî derkeve û kesên ku dengê gelê Kurd digihînin cîhanê biparêzin. Ev yek jî wê di rêya parastina rojnamavan de were kirin.”

Di dema dawî de binpêkirinên li dijî rojnamevanan li Rojhilata Navîn zêde dibin, bi taybetî welatên ku pevçûn û aloziyên siyasî lê hene binpêkirin hîn zêdetire. Gelek rojnamevan li Rojava û her çar perçeyên Kurdistanê rastî binpêkirinan hatine. Herwiha di encama êrîşên hewayî yên li ser herêmê, gelek rojnamevanan şehîd bûne. Ev binpêkirin li ber çavyê tevahiya cîhanê hatine kirin.

Di derbarê rewşa rojnamevanan li tevahî Rojhilata Navîn Rêveberê Navenda Mîtro ya Azadiya Çapemeniyê li Herêma Kurdistanê Rehman Xerîb ji Rojnameya me re axivî

Binpêkirina mafê rojnamavan

Rehman Xerîb di dstpêka axaftina xwe de wiha got: “Rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên navneteweyî li ser binpêkirinan  gelek raporên cîhanî bi taybetî li ser Rojhilata Navîn nivîsandine. Raporên ku hatibûn amadekirin piştrast dike ku herî zêde li vê herêmê mafên rojnamevanan tê binpêkirin. Di lîsteya parastina mafan de mijara mafên jinan û azadiya wê li Rojhilata Navîn bi giştî bi taybetî li Sûriyê û Iraqê de her tim ya dawî ye. Lê ew di warê binpêkirin, nebûna şefafiyetê û zordariyê de di rêza yekem de ne. Ev yek jî bi nebûna demokrasiyê li van welatan ve girêdayî ye.”

‘Divê dengê rastiyê were parastin’

Rehman Xerîb destnîşan kir ku li Rojhilata Navîn mafê gelê Kurd yê herî zêde rastî paşguhkirinê tê û wiha got: “Em bûne qurbaniyên dîktatorî û kapîtalîzma parçekarinê, çi bi destê rejîma Eseed, Sedam, an DAIŞ`ê li Sûrê û Iraqê de. Ji bo rûbirûbûna vê zilmê û bidawîkirina tirsa ji desthilatdariyê, divê em li dengê rastiyê xwedî derkevin û kesên ku dengê gelê Kurd digihînin cîhanê biparêzin. Ev yek jî wê di rêya parastina rojnamavan de were kirin.”

Rêveberê Navenda Mîtro Rehman Xerîb wiha domand: “Di demeke wiha tişta herî girîng ku divê were kirin, hawîrdorek guncaw e, ta ku rojnamevan bikaribin bixebitin û azadiyên çapemeniyê li seranserê welat xurt bikin û kûr bikin. Ger em li dijî her êrîşek li ser rojnamevanan tê kirin, rawestin , wê welatê me bi ewletir bibe û dengê rojnamavanan bilind tir bibe. Lê mixabin, gel dikare her tiştî, biaxive, lê ji hevgirtinê ku beşa herî girîng e ku divê ji bo xebat were meşandin, paşguh dikin. Tevî ku hevgirtina Kurdan ewê di hemî astan de têgihîştinên erînî biafirîne û bigihîjîne mafên wan.”

‘Ji bo parastinê bi rêxistinên navneteweyî re peyman û nîqaş tê kirin’

Ji ber ku Navenda Mîtro bi mafên rojnamevanan û parastina wan re eleqedar e, ew dixwaze bi rêya peymana ku di 25`ê Nîsanê de bi Yekîtiya Ragihandina Azad re îmze kiriye, dosyaya binpêkirinên li dijî rojnamevanan veguhezîne formên navneteweyî: “Herêmên Rojava, mîna tevahiya Kurdistanê, rastî gelek binpêkirinên li dijî rojnamevanan tê, bi taybetî ji hêla dronên Tirk û Îranê ve. Ji bo vê yekê bi rêxistinên navneteweyî re gelek peyman û nîqaş tê kirin. Lê tişta zehmet ew e ku li ser her binpêkirinekê hewceyê şahîdan û belgekirinê dikin. Em dixwazin van hemî sûcan, mîna, sûcê hedefgirtina Hêro Gulistan û hevkarên wê ji hêla Tirkiyeyê ve hatin armancgirtin bigirin dest û veguhezînin.”

Li ser dosiya binpêkirinên li dijî rojnamevanan, Rehman Xerîb wiha got: “Me ev mijar bi rêxistinên ku bi mafên rojnamevanan re eleqedar in û Yekîtiya Ragihandina Azad re nîqaş kiriye. Herwiha di hemî konferans, forum û civînên navneteweyî de em van binpêkirinan şermezar dikin û dewleta tirkiyê û ya Îranê yên ku rojnamevanan hedef digirin û dengê wan dipişifînin eşkere dikin. Ev ye li dijî hemî pîvanên navneteweyî ne.”

`Divê dengê rastiyê bilind bibe`

Her wiha li ser girîngiya rêkeftinên di navbera sazî û rêxistinên ku bi karûbarên rojnamegerî û medyayê ve mijûl dibin wiha got; “Em wekî rêxistinên Kurdî, pêwîstiya me bi pisporên  medyayê heye. Lewra di rewşên wiha de divê rojnamevan bi baldarî û zanebûnê tevbigere, ta ku gotinên nefretê û êrişên di rêyra medyayê red bikin. Divê em karê rojnamegeriyê yê ku banga aştiyê dike û li ser pirsgirêk û mafên jinan dixebitin, dewlemendtir bikin. Herwiha divê rojnamevan ji bo pêşxistina van hemî waran werin perwerdekirin û divê rojnamevan li ser mijarên nû yên wekî medyaya jîngehê werin perwerdekirin.”

Rêveberê Navenda Mîtro ya Azadiya Çapemeniyê li Herêma Kurdistanê Rehman Xerîb wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev peyman dê ji bo me asoyên nû vekin da ku em êşa rojnamevanan ragihînin û mafên wan biparêzin. Me dît ku Rojava di bin agir de ye û ji aliyê terorîstan ve tê êrîşkirin, lê dema ku min serdana wê kir, min aramî, aştî û mirov bi kêfxweşî dijîn, dît, ev yek jî vê diyar dike ku ragihandinê dijber rastiyê berovaj dikin. Lewra emê jî dê di riya ragihandina xwe hewil bidin dengê heqîqetê bilind bikin rastiyê ragihînin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.