Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kurd li Sûriyê ne mêvan in, şirîkên welat in

31/05/2026
in ROJEV
A A
Kurd li Sûriyê ne mêvan in, şirîkên welat in
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn

Gelê Kurd li Sûriyê ne mêvan in, lê hebûna wan li Sûriyê rastiyeke dîrokî û mafekî xwezayî ye. Ew bi salan li hemberî înkar, bêmafî û zordariyê xwe parastine û ji bo maf, azadî û wekheviyê têkoşîn dikin. Aştiya Sûriyê jî bi qebûlkirina mafên rewa yên Kurdan pêk tê.

Hebûna gelê Kurd li Sûriyê mijareke girîng a dîrokî, siyasî û civakî ye li herêma Rojhilata Navîn, ji ber ku Kurd yek ji kevintirîn neteweyên ku bi sedsalan e li herêmê bi cih bûne ne. Tevî vê hebûna dîrokî jî, Kurd di qonaxên cûda yên dîroka dewleta Sûriyê de bi pirsgirêkên têkildarî nasname û mafên çandî û siyasî re rû bi rû mane ku ev yek pirsgirêka wan kiriye mijara nîqaşên navxweyî û herêmî. Gelê Kurd yek ji kevintirîn komên etnîkî yên Rojhilata Navîn e, hebûna wan a dîrokî li ser çend welatan belav bûye, Sûriyê (Rojava), Iraq (Başûr), Tirkiyê (Bakur) û Îran (Rojhilat).

Mafê Kurdan di Sûriyê de, mafekî sereke ye

Hin maf hene ku nikarin bibin mijara tawîz an dengdanê, ji ber ku ew ne diyariyên siyasî yên ji kesî ne, lê belê beşek ji hebûna xwezayî û dîrokî ya gelan in. Di nav van mafan de ya herî girîng mafên gelê Kurd li Sûriyê ne ku divê bi bendên destûrî werin parastin, bendên ku tu piraniya hejmarî an siyasî nikare wan binpê bike. Bi dehê salan e, Kurd li Sûriyê bedela polîtîkayên înkar û cudakariyê dane, ji serjimêriya awarte bigire heya Kembera Erebkirinê, ji tepeserkirina ziman û çanda wan bigire heya înkarkirina hemwelatîbûnê û dûrxistina wan a tevahî ji saziyên dewletê. Ev pratîk ne tesadufî bûn, lê belê biryarên siyasî bûn ku mafê gelê Kurd tune dihesiban. Li gel rastiyên siyasî û leşkerî yên guherbar ên li Sûriyê, eslê pirsa Kurdî neguheriye. Îro jî wekî berê, siberoja Kurdan di çarçoveya lihevkirinên demkî de tê nîqaşkirin, ne di çarçoveya mafên sabît û parastî de.

Hebûna Kurdan a dîrokî li Sûriyê

Kurd li Sûriyê yek ji gelên kevnar û bingehîn yên vê herêmê ne. Hebûna wan ne tenê bi serdemên nû ve girêdayî ye, lê vedigere serdemên dîrokî yên dirêj. Bi sedsalan Kurd li ser axa Sûriyê jiyane, çand û zimanê xwe parastiye û di avakirina jiyana civakî, aborî û siyasî ya herêmê de roleke girîng lîstine. Lê belê Kurd li Sûriyê her tim bi siyaseta înkar, zordarî û bêmafiyê re rû bi rû mane. Di gel van hemû dijwariyan jî, wan hebûna xwe parastiye û heta roja îro wek pêkhateyek girîng ya Sûriyê ma ye. Di heman demê de herêmên ku îro wekî Cizîrê, Kobanê û Efrînê tên nasîn, ji sedsalan ve cihên ku Kurd lê dijîn e û hîna jî lê dijîn.

Di serdemên Îslamî û Osmanî de hebûna Kurdan

Di serdemên Îslamî û Osmanî de jî, Kurd li van herêman bi awayekî xwezayî dijiyan û bi gelên din re jiyana hevbeş ava kirin. Gelek malbatên Kurd di dema Osmaniyan de li ser sînorên Bakurê Sûriyê bicih bûn û di çandiniyê, bazirganî û parastina herêman de rol girtin. Herêmên Kurdî yên Sûriyê di wê demê de bi gelemperî bi herêmên Kurdî yên Anatolya û Mezopotamya re têkildar bûn û sînorên îro hene, hîn nebûn. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem û hilweşîna Împaratoriya Osmanî, herêma Sûriyê ket bin desthilata Fransiyan. Ev serdem ji bo Kurdan wekî gelek gelên din, serdemeke nû bû. Fransiyan di hin deman de hewl dan ku Kurdan ji bo dijberiya neteweperestiya erebî bikar bînin, lê di dawiyê de jî Kurd nehatin nasîn wekî gelê xwedî mafên neteweyî. Herwiha di van salan de gelek Kurdên ku ji Tirkiyê reviyan, ji ber zordariya piştî Serhildana Şêx Seîd û serhildanên din, koçî Sûriyê kirin. Ev koç bû sedem ku nifûsa Kurdan li Sûriyê zêde bibe.

Serxwebûna Sûriyê û hêviyê bidestxistina maf

Di sala 1946’an de, piştî ku Sûriyê serxwebûna xwe bi dest xist, Kurd hêvî dikirin ku mafên wan wekî beşek ji civaka welat bê nasîn. Lê dewletên ku li Sûriyê hatin ser desthilatdariyê, bi taybetî piştî hilbijartina partiya Baasê, siyaseta neteweperestiya erebî hate pêşxistin. Ev siyaset li ser bingeha Sûriyê welatek Erebî ye hate avakirin û gelek pêkhateyên ne ereb, bi taybetî Kurd, hatin dûrxistin.

Bêparkirina ji mafê welatîbûnê û projeya kembera Erebî

Yek ji siyasetên herî giran ku li dijî Kurdan hate kirin, jimartina taybet ya sala 1962’an bû. Di wê salê de dewleta Sûriyê li Parêzgeha Hasekê jimartineke taybet pêk anî û bi sed hezaran Kurd ji mafê hemwelatîtiyê bê par kirin. Gelek malbat bê nasname ma, lewra nikarîbû bibin xwedî milk, hem jî nikarîbûn karê fermî bikin an jî biçin zanîngehê. Ev siyaset di jiyana rojane ya Kurdan de birînek mezin çêkir û heta bi dehsalan bandora xwe domand. Piştre, di salên 1970’î de, projeya ku bi navê “Kembera Erebî” hate nasîn, pêk hat. Armanca vê projeyê ew bû ku herêmên Kurdî yên li ser sînorê Tirkiyê bêne guhartin. Dewletê gelek malbatên ereb anîn van herêman û hewl da ku giraniya nifûsa Kurdî kêm bike. Di encamê de gelek gundên Kurdî guhertin, navên wan kirin erebî û gelek Kurd ji axa xwe hatin dûrxistin.

Têkoşîna li hemberî zordariya çandî û siyasî

Her çend zordarî hebû jî, Kurd di Sûriyê de têkoşîna xwe ya çandî û siyasî domandin. Di şertên dijwar de partî û rêxistinên Kurdî derketin holê. Gelek nivîskar, hunermend û çalakvan hewl dan ku ziman û çanda Kurdî biparêzin. Lê dewletê gelek caran van hewldanan qedexe kir, gelek kes hatin girtin û çalakiyên Kurdî hatin astengkirin.

Di nava Şoreşa Sûriyê de Şoreşa Kurdan

Dema ku şoreşa Sûriyê di sala 2011’an de dest pê kir, Sûriyê ket nav şer û bêserûberiyeke mezin. Di vê şertê de gelê Kurd hewl dan ku herêmên xwe biparêzin û rêveberiyeke xweser ava bikin. Di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de saziyên sivîl, hêzên ewlehiyê û rêxistinên civakî hatin avakirin. Di heman demê de, şerê li dijî DAIŞ’ê bû yek ji qonaxên herî giran ên vê serdemê. Di şerê li dijî DAIŞ’ê de, hêzên Kurdî bi taybet YPG’ê YPJ’ê û QSD’ê roleke mezin lîstin. Şerê Kobanê di sala 2014’an de bû sembola berxwedanê. Gava ku DAIŞ hewl da bajarê Kobanê dagir bike, şervanên Kurd bi piştgirîya hêzên hevpeymanên navneteweyî li hember wan rawestan. Ev şer ne tenê ji bo parastina Kurdan bû, lê ji bo hemû cîhanê bû. Piştî wê jî, hêzên Kurdî di gelek herêman de DAIŞ’ê têk birin û şikestina dîrokî ya DAIŞ’ê di Baxozê de pêk anîn. Ev hemû di çarçoveya qonaxa Şoreşa Rojava de, pêk hat û hîn jî têkoşîna vê şoreşê berdewam dike.

Doza Kurd li Sûriyê, mafekî rewa û xwezayî

Doza Kurd li Sûriyê yek ji dozên girîng yên neteweyî û siyasî ye ku salan dirêj di nav şer, zordestî û bêmafiyê de maye. Desthilatdar û hikumetên Sûriyê di qonaxên dîrokî re û heya niha mafên Kurdan wekî “xêrek” nîşan dane, lê ya rast ew e ku mafên Kurdan mafên xwezayî û rewa ne. Mafê ziman, nasnameya neteweyî, çand û beşdariya siyasî tiştên ku ji bo hemû gelan heq in. Kurd ne mêvan in û ne jî komek ku li derveyî civaka Sûriyê ne, ew şirîkên bingehîn ên Sûriyê ne û di avakirina wê de rolê wan mezin bûye. Di demên borî de gelek siyaseta asîmîlasyonê li dijî Kurdan hatin meşandin. Gelek Kurd ji mafê welatiyê bêpar man, zimanê Kurdî li gelek deveran hate qedexekirin û hewildan hebûn ku nasnameya wan were tunekirin. Ev siyaset ne tenê li dijî Kurdan bû, lê li dijî prensîbên adalet û hevjiyanîyê jî bû. Ji ber vê yekê doza Kurd li Sûriyê ne tenê daxwaza mafên neteweyî ye, lê daxwaza azadî, wekhevî û adaletê ye. Lewma çareseriya pirsgirêka Sûriyê bêyî qebûlkirina mafên Kurdan ne mimkûn e.

Aramiya Sûriyê bi wekheviya adaletê pêk tê

Ji bo avakirina Sûriyêke aştiyane û demokratîk, ji bo gihîştina çareseriyeke dadperwer û domdar, pêwîstî bi naskirina pirrengiya neteweyî û çandî ya li Sûriyê û avakirina dewletekê li ser bingeha hemwelatîbûn, dadmendî û wekheviyê di navbera hemû pêkhateyên wê de heye. Herwiha qebûlkirina mafên Kurdan ne tenê ji bo Kurdan girîng e, lê ji bo aramiya hemû Sûriyê jî bingehîn e. Her civakek ku li ser adalet û wekheviyê ava bibe, dê bihêztir û domdtir be. Rewşa Sûriyê ya îro jî vê yekê dixwaze, lewma di vê hikumeta demkî ya Sûriyê ku şûna rejîma Baas girtiye û xwe weke avakerê vî welatî dihesbîne, dûrî siyasetên berê bikeve. Êdî nema tê qebûlkirin siyaset û rewşa Sûriyê weke berê bê meşandin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.