Bêrîtan Xalid
Di dîroka Kurdistanê de, rûpelên wê tenê bi navên mêran nehatine nivîsandin. Berevajî vê, jinên Kurd di her serdemê de ne tenê wek dayik an xwişk, lê wek pêşeng, fermandar û parêzvanên axa xwe derketine pêş.
Cografya Kurdistanê ji roja destpêkê ya rûdana mejiyê serweriyê û pê ve ew cografya ye ku jin di nava berxwedanê de ne. Di nava herikîna dîrokê de yên ku herî zêde li ber şaristaniya serweran û serweriya mêr rabûn jinên Kurd bûn. Ji parastina eşîra xwe heta bi serhildana li dijî sîstema serwer jinên Kurd her tim di nava xweparastinê de bûn. Li şûna ku dîl bikeve destê dijmin, li şûna ku teslîmî dagirkeran bibin xwe ji zinaran avêtin. Li şûna ku xiyanetê li nirxên xwe bikin berxwedan danî pêşiya xwe û heta dawiyê parastina xwe kirin. Jinên kurd di her qonaxa dîrokê de bûn hêza berxwedanê û pêşengî ji berxwedanê re kirin.Di dîrokê de berxwedana gelê Kurd nehate nivîsandin, her wiha berxwedana jinên Kurd a ji bo xweparastinê jî nehate nivîsandin. Di demekê de ku zexta qirkirinê li ser xaka Kurdistanê hebû jinên Kurd xwedî li kevneşopî, çand, ziman û jiyana xwe ya Kurdistanî derketin û parastina xwe kirin.Rêber Apo di pirtûka xwe de ya bi navê “Parastina Gelekî” dibêje, “Lehengî, hêz û çalakbûna jinên Kurd ji kevneşopiya wê ya dîrokî tê. Eger em bala xwe bidin ser vê kevneşopiya dîrokî. Îro ez ê behsa çend mînakên jinên berxwedêr bikim ku di warê parastinê de mohra xwe li dîrokê xistine.Dema em li sedsala 19’an dinêrin, em rastî navê Kara Fatma (Fatma Reş) tên. Ew jineke Kurd a ji herêma Mereşê bû ku di şerên dijwar de fermandariya herî kêm 300 siwariyan dikir. Wê nîşan da ku parastina welat ne tenê karê mêran e, lê vîn û wêrekiyê dixwaze.Dîsa di heman sedsalê de, li herêma Soran, Hefse Xanî Neqîb wek mînakeke aqilmendî û parastina civakî derdikeve pêş. Wê ne tenê di warê siyasî de, lê di warê hişyarkirina jinan û parastina mafên gelê xwe de roleke mezin lîst.Lê belê, dema em behsa berxwedana çekdarî û parastina nasnameyê dikin, navê Leyla Qasim di dilê her Kurdekî de vedijî. Leyla Qasim di sala 1974’an de li dijî rejîma Baasê serîhilda. Ew bû yekemîn jina Kurd ku ji bo azadiya gelê xwe hat sêdaredan, lê wê di girtîgehê de jî teslîmiyet qebûl nekir û got: Ez bi mirina xwe dibim sembola jiyana gelê xwe.”Heman ruhê berxwedanê di kesayetiya Bêrîtan (Gulnaz Karataş) de gihîşt lûtkeyê. Bêrîtan di sala 1992’an de, li dijî xiyanet û dagirkeriyê heta fîşeka xwe ya dawî şer kir. Wê ji bo ku nekeve destê dijmin, xwe ji zinaran avêt û bi vê çalakiya xwe bû xeta parastinê ya artêşbûna jinê. Di dîroka me ya nêz de jî, cîhan tev de şahidiya berxwedana Kobanê kir. Li wir jinên wek Arîn Mîrkan nîşanî hemû mirovahiyê dan ku jinek dikare li dijî tarîtiya herî mezin a mîna DAIŞ’ê bibe mertal. Şerê jinên Kurd li Rojava, îro di zanistiya “Jineolojî” û dirûşmeya gerdûnî ya “Jin, Jiyan, Azadî” de bûye roniya riya hemû jinên cîhanê.Wek encam, jinên Kurd di dîrokê de tenê şer nekirin, wan civak parast, çand parast û vîna azadiyê zindî hiştin. Ew ne tenê mînakên berê ne, ew hîmên siberoja me ne.






