Navenda Nûçeyan
UN’ê rapora salane ya 17’emîn a sekreterê Giştî li ser tundûtûjiya cinsî di şer de belav kir, tê de hat eşkerekirin ku 9788 sûcên destdirêjiya cinsî di 2025’an de li seranserî cîhanê çêbûne û UN’ê got ku rêjeya destdirêjiya cinsî ya 2025’an ji sala beriya wê bilindtir bûye.
Li nava şerê berdewam ê ku cîhan tê re derbas dibe, jinên li Sûdanê bi taybetî ji tundûtûjiya cinsî û ya li ser bingeha zayendî re rastî xeteriyê tên.
Nûnera Taybet a sekreterê Giştî yê UN’ê Pramila Patten li ser şîdeta cinsî di şer û pevçûnan de, eşkere kir ku di sala 2025’an de derencama sûcên tundûtûjiya cinsî yên têkildarî şer û pevçûnan zêde dibin û destnîşan kir ku hejmara dozên belgekirî li gorî sala borî ji du qatan zêdetir bûye.
Pramila Patten roja 20’ê Gulanê li New Yorkê bi rojnamevanan re axivî û rapora salane ya 17’emîn a sekreterê Giştî li ser tundûtûjiya cinsî di şer de pêşkêş kir, wê diyar kir ku 9 hezar û 788 dozên destdirêjiya cinsî belge kiriye û ev hejmar ji hejmara sala borî du qat zêdetir e.
Wê destnîşan kir ku ev hejmar pirsgirêkê nateyîsîne, ji ber ku xwegihandina deverên şer pir sînorkirî ye, gefên ewlehiyê hene, xeteriya tolhildanê ji xebatkarên mirovî hene û kêmkirina budçeyê jî dibe sedem ku kar zehmet bibe.
Pramila Patten tekez kir ku rapor bi awayekî tekûz ji bo belgekirina destdirêjiya cinsî ji hêla çavdêrên mafên mirovan ên UN’ê ve hatiye amadekirin.
Rapora salane ji Çileya 2025’an heta Kanûna Pêşîn a 2025’an vedihewîne, di nav vê demê de 21 welatên şer li wan rû daye vedihewîne û balê dikişîne ser kesên ku beden, hiş û siberoja wan ji ber tundûtûjiya nepejirandî wêran bûye.
Di pêveka raporê ya sekreterê Giştî yê UN’ê de, 77 sazî wekî sûcdarên binpêkirinan hatine tesbîtkirin, piraniya wan aktorên derveyî dewletê ne hejmara wan jî 62 e. Sê aktorên nedewletî û du saziyên hikumetê ji Îsraîl û Rûsyayê di raporê nû de hatin zêdekirin. Hêjayî gotinê ye ku rapora sala borî hêzên Rûsî û Îsraîlî du aliyên ku herî sûc di warê tundûtûjiya cinsî de li pêş bûn.
Tecawiza li Israîl û Filestînê
Rapora Sekreterê Giştî yê UN’ê destnîşan kir ku hêzên çekdar û ewlehiyê yên Îsraîlî di lîsteya sûcdarên binpêkirinan de cih girt, bi awayekî berdewam ên tecawiz û şêwazên din ên tundûtûjiya cinsî li dijî Filistîniyan ev yek ji hêla hêzên Israîlî ve tê kirin. UN di sala 2025’an de karîbû 31 doz piştrast bike, piraniya wan li navendên binçavkirinê, ji bilî yên din li xalên kontrolê û di dema operasyonên leşkerî yên li Xezayê û Şirîda Rojava de qewimîne. Li gorî raporê, di dozê de 14 mêr, 7 jin, 9 kur û keçek hene. Patten got ku ev binpêkirin beşek ji şêwaê tundûtûjiya cinsî li dijî Filistîniyan tê pêkanîn. Herwiha raporê destnîşan kir ku 9 qurbanî rastî tecawiza komî hatine, di heman demê de çar kesên din di bêtirî yek bûyerê de rastî êrîşên dubare hatine. Di raporê de hat diyarkirin ku binpêkirin bi giranî di dema binçavkirin û lêpirsînê de, li 12 cihan, di nav de kampên leşkerî yên Îsraîlê, saziyên xizmeta zindanan û navenda polîsan a Îsraîlê, çêbûne. Pramila Patten diyar kir ku çavdêrên mafên mirovan ên UN’ê hîn jî bi zehmetiyan di warê xwegihandina deverên ku ev pirsgirêk rû didin re rû bi rû dimînin û destnîşan kir ku hin doz piştî ku girtî li gorî peymana Cotmeha 2025’an hatin berdan, pişt rast bûne. Binpêkirin di warê destdirêjiya cinsî de di nav de tecawizkirina bi alavên cuda, tecawizkirina komî, hewldana tecawizkirinê, şîdeta fîzîkî ya li ser organên zayendî, gulebarandina li ser organên zayendî, destdana sîng û organên zayendî, teftîşkirina girtiyan bi awayekî tazî, lêgerîna li qulên laş bêyî buhaneyeke ewlehiyê ya zelal, tazîkirina mirovan bi zorê û gefên tecawizkirinê pêkdihatin.
Rûsyayê
Duyemîn aliyê ku di pêveka rapora sekreterê Giştî yên UN’ê de hatiye navnîşkirin, hêzên çekdar û hêzên ewlehiyê yên Rûsyayê ne. Li gorî belgeyên tundûtûjiya cinsî li dijî girtiyên şer ên Ukraynî û girtiyên sivîl, destdirêjî hatine kirin. UN’ê 310 doz belge kirin di nav de tecawiz, tecawizkirina komî, sunetkirina zayendî, lêxistina darên elektrîkê yên li ser organên zayendî û lêdanên giran ên li ser organên zayendî. Pramila Patten diyar kir ku Rûsyayê ji Tîrmeha 2022’an vir ve bi ofîsa wê re têkilî nekiriye, tevî bangên sekreterê Giştî yên UN’ê ku ji bo tedbîrên pêşîlêgirtinê hatin kirin.
Çîrokek ji Sûdanê
Pramila Patten civîna xwe ya çapemeniyê bi çîrokeke şexsî ji Sûdanê vegot. Wê diyar kir ku di sibehê de peyamek WhatsAppê ji jineke 25 salî ya Sûdanî wergirtibû. Jina ciwan, ji beşa Têkiliyên Navneteweyî derçûbû, ji aliyê çar leşkerên Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve ji erebeyê hatibû derxistin û tecawizî komî lê hatibû kirin. Pramila Patten got ku wê jinê pirsî ‘Gelo rapor tenê êşa du welatan vedibêje?’ ev yek bû sedem ku Patten tekez bike ku rapor di çarçoveya gerdûnî de ye û balê dikişîne ser qurbaniyên li gelek deverên şer, di nav de Sûdan, Sûdana Başûr, Komara Demokratîk a Kongoyê, Haîtî û Myanmar. Wê ji rojnamevanan xwest ku tenê li ser dozên taybetî nesekinin û rewşên li herêmên din paşguh nekin.
Şêweyên tecawiza cinsî
Temenê qurbaniyan ji yek salî heta 70 salî bû, di nav wan de kesên astengdar jî hebûn. Jin û keç bi giranî bûn hedef, lê mêr û kur jî rastî destdirêjiya cinsî hatin, bi taybetî di navendên binçavkirinê de. Nûnera Taybet a sekreterê Giştî yê UN’ê Pramila Patten diyar kir ku şîdeta cinsî her ku diçe wekî tektîkeke şer, amûrek îşkenceyê, rêbazekî tepeserkirina siyasî û stratejiyek ji bo teror û kontrola axê tê bikaranîn. Grûpên çekdar ên ne-dewletî û torên sûc şîdeta cinsî bi kar anîne da ku axê û deverên çavkaniyên xwezayî bixin bin destê xwe.Welatên ku revandin û şîdeta cinsî ya bi bazirganiya mirovan ve girêdayî ye bi taybetî Malî, Nîjerya, Somalî, Sûdana Başûr, Sûdan û Sûriyê belav bûne.Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî li Haîtî û Kolombiyayê, komên ku sûcên rêxistinkirî dikin revandin û bazirganiya mirovan bi kar anîn da ku pereyan bistînin, operasyonan bikin û serweriya xwe li ser şîneyên wan herêman bikin.
Bikaranîna girtiyan û komên armancgirtî
Şêwazên tundûtûjiya cinsî li navendên binçavkirinê yên li Lîbya, Myanmar, Ukrayna, Rûsya, Yemen, Îsraîl û Filistînê hatine belgekirin. Mêr û kur pir caran bi îşkenceya cinsî hatine hedefgirtin da ku girtiyan biçûk bikin û agahiyan ji wan bistînin. Pramila Patten hişyarî da ku bi taybetî jin û keçên penaber ên li Komara Demokratîk a Kongoyê, Somalî, Sûdana Başûr û Sûdanê rastî xeteriyê tên.Di raporê de hate destnîşankirin ku belavbûna berfireh a çekan dibe sedema zêdebûna tundûtûjiyê.
Bang UN’ê
Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî ya li ser tundûtûjiya cinsî di şer û pevçûnan de Pramila Patten, brifînga xwe bi vî awayî bi dawî kir: “Ev binpêkirin ne tenê bi çarçoveyên taybetî ve sînordar in, lê di çarçoveya gerdûnî de ne, bandora wan wêrankar e û divê werin çareserkirin, ev çareserkirin jî ne li ser muzayedeyên siyasî, hêrsa şeklî û vegotinên pêşwext be, lê di çarçoveya maf, alîkarî û parastina rûmeta qurbaniyan û civakên ketine bin bandora van kiryaran de, ji ber ku pêwîstiya wan bi başbûn û hêviyê heye.”






