Navenda Nûçeyan
Di wêjeya devkî û di çîrokan de fîgûrên hespa cihên zehf bi hêz digrin. Hesp sembolên sereke yên çanda Kurdî ne. Hesp him wek parçeyek ji jiyana rojane him jî wek motîfên ku xwedîyên wateyên zexmin dertên pêş.
Di gelek kilaman de navê qehremanan bi hespên wan tê ziman. Di kilaman de hesp weke rasthatiyek na lê bizanistî tê binavkirin. Hesp hêmana çandî, hestiyarî û derûniya vegotina rûdaniyê ye.
Wek mînak, hespê Elmecîd Begê, di kilama “Şerê Horîşan – Îmdat Werin” de “Gogerçîn” ne.
“heyla rebenê, sibe ye şerek li me çêbû,
qalekî li me qewimî li Horîşana şewitî wa bi tîl e,
rabî rabî dêhna xwe bidî,
bêxwedîyê Gogerçîn,
di binê Bavê Xalis Kekê Mexsê de helîyabû wek qendîl e…”
Her wiha hesp di çanda devkî de mijara vegotinê di aqilan de dihêle. Mijar û rûdaniyê ji gelêrîtiyê derdixe diguhurîne kesayetiyê.
Di kilama “Ferzende Beg” de jî heman rewş heye. Di dubariya kilam de Asya gazî Ferzende Beg dike û dibê:
“Ferzende mala te xirab be,
te digot ez Ferzende me, ez Ferzende me,
ez Bavê Elfesîya, siwarê Eznawir im,
xwedanê kuçuk çapilîyê me,
li welatê dordincî ordîyê de mêr ser min re qet tunene…”
Di van mijaran de behsa hespê çê dibin. Gogerçîn û Eznawir hespên rewan û şahbaz in. Lê her çiqas xwediyê van taybetmendiya bin jî, giriniya wan ji siwarên wan tên. Di kilaman de, ji ber ku hespên Elmecîd Beg û Ferzende Began bûna, navê wan derbas dibe, tê gotin. Hesp bi siwarên xwe ve bi wate ne, siwar jî bi hespên xwe ve xûya ne.
Em li jêrê di çend xalan de li ser analîza hespa disekinin:
Nîşana Hêz û Azadîyê
Di çîrokên Kurdî de hesp gelek caran nîşana azadî û hêzê ye. Bi taybetî ji bo Kurdên ku çiyayî ne hesp, beramberî qabîlîyeta tevgeriyê, ya serbixwebûnê û şervaniyê ve dihesibe. Hespê qehreman çiqas bihêz û bilez be, suwar ewqas mêrxas e.
Kilama “Nêçîrvano” yek ji mînaka vê mijarê ye. Di kilamê de, beriya ku pesnê siwar were dayîn, berê pesnê hespa wî tê dayîn.
Beşek ji kilam wiha ye:
“Bozek çaçanî, kapreşî, çavreş siware,
bêşliga Romê davêjî milê çepê,
cotê tejîyê kemê reşê xezalî davêjî merezê…”
Wek ku di kilam de jî xûya dibe, ziwarê me serbixwe, azad û bihêz e. Xwediyê hespê rewan û şahbaz e, bi lez û bez e. Gava di pêşa gundek de rastî keçek eşîrê tê û bala xwe didê, keçik gazî dike û dibê:
“Lo segvano,
Tu nizanî ez xezal im, xezala egît im,
Gerdana min zer e, çepilê min dirêj e,
Porê min kej e, nava min bi qendîl e,
Zenda min bi bazin e, tilîya min bi gustîl e,
Lêva min tenik e, pozê min bi qerenfîl e,
Tu nizanî seba xatirê çav û birîyên minê reş û belek ketine dewê,
Ocaxkoro bîst û çar serî segvano…”
Li ser vê gaziya keçikê, nêçîrvan ku wê bersîva xwe bidê, hela em binhêrin ka gelo wê çawa bidê:
“lê lê xezalê,
Tu nizanî gelo, ne ez Şemo me,
Ez Şemo me, xwedanî hefsed mîhê serê çîyê me
Donzdeh kehêlê serê tewlê me,
Ji malê siwar dibim li bozî çaçanî kapreşî çavreş im.”
Wek tê dîtin di kilam de keçika eşîrê xwe xweşiktî û bedewîya xwe ve dide der, nêçîrvan jî bi mal û milkê xwe û helbet bi hespa binê xwe îfade dike, pesnê xwe dide, her wiha wateyan li xwe dike.
Şer û Qehremanî
Di vegotinên destaniyan de hesp parçeyek sereke ya şervan e. Bi taybetî di kilamên dengbêjan de hesp, rêhevalek dilrast ya xwediyê xwe ye. Di şeran de hama bêje wek însana tevdigere. Carna wekî ku xwediyê xwe rizgar kiriye tê gotin.
Bi van taybetmendiyê xwe ve hesp, ne tenê wek alavak lê wek karekterek nekêm tê qebûlkirin.
Mesela di “Dewrêşê Evdî” de hesp wek hêza şer xwe dide der. Di gelek vegotinên cûda de hespê Dewrêş wekî ku şervanek pişta xwediyê xwe ye tê nîşankirin. Jana hespê birîndar beramberî jana mêrxas e.
Heman tişt di “Kela Dimdimê” de jî heye. Di demajoya dorpêçî û berxwedanê de hesp ji bo înformasyon û domandina şer rolek krîtîk dileyze. Jixwe me li jor jî got, hesp di heman demê de nîşana azadiyê ye. Tunebûn û kêmbûna hespa işareta têkçûyîniyê nîşan dide.
Di kilama “Silêmanê Ehmed” de hesp dîsa di dubareyan de pêşda ye.
“Asyayê bi sê denga bang kir go Besrayê lê dayê rebenê,
dilê min dibê ji êvarê hetanî mîla ber şefeqê,
Bavê Kazim Siwarê Alece,
tevî sêsed siwarî mala Emer ve
ji Rasta Tucîyê siwar bû bi zereka tavê re
xwe dabû kirê Tendûrekê…”
Dilrastî û Dilsozî
Di hin çîrokan de, di navbera hesp û xwedî de bendên saxlem xûya dikin. Mesela hesp bi jana xwedîyê xwe dihise, ji ber mirina xwedîyê xwe diqehire, serbarî ser di hin vegotinan de tê gotin ku piştî xwedîyê xwe ew jî dimire. Ev, di navbefa însan û heywan de motîvek dilsozî ya derûnî ye.
Di “Zembîlfiroş” de hesp cûdahîya çîna û statûya civakî temsîl dike. Feqîrîya qehreman bi tunebûna hespan ve xûya dibû..
Di “Memê Alan”, “Sîyabend û Xecê” û di gelek destanên heman de, di rêwîtîya dirêj de hesp alava peyketina evînê ye. Di heman demê de pêkêşa qederê ye. Yan suwarê xwe digihîne hezkirîya xwe yan jî jê diqetîne.
Kilama “Bavê Dilşayê – Curnalî Çetîn e” dibe wek mlnakek cûda were qebûl kirin di vê mijarê de. Gava Bavê Dilşayê tê girtên, berê wî didin “taşxana Erzirumê”, hespê wî Gêjo, kef devê wê dikeve, nikare bimeşe, yan jî naxwaze bimeşe.
Ev beş di kilam de wiha ye:
“gidî bira li me nehata sura sibê gelo vê sibengê bîna bakî Bulanixê
reben ez im, vê sibengê Gêjo di bin Bavê Dilşayê de ne dikare ne dimeşe
tu sêr bike gelo kefê davê ser sulixê,
gava Bavê Dilşayê dane taşxana Erziruma şewitî…”
Xweza û Aheng
Di vegotinên Kurdî de xweza cîhek girîng digre û hesp jî parçeyek vê girîngêyê ye. Çîya, deşt û zozan û rêwîtîyên dûr dirêj, di demsalên germ û sar de li ser pişta hespa tê ziman. Hesp, di navbera însan û xwezayê de wezîfeya wek pirekî tîne cîh.
Di kilama “Axao Ferman e” de Bavê Mihemed Siwarê Zebanî ye. Gava ku cendirme dor lê digrin, li ser serê wî hewar û gazîyên qereqol û qaymeqaman diqewimin, gazî dike dibê:
“berxê li pêşîya bavê te,
ne havîn e ne bihar e,
li pêşîya me her çar rojê sar e,
ez nizanim vê sibengê,
qoce payîz û dîsa zivistan e… ”
Her wiha dengbêj bi guherîna demsalan hestên xwe sembolîze dike, dixwaze wan bi xurtî nîşan bide. Bi vê awayî guhdar him bi borîna demê dihise him jî yekgirtiya xweza û mirova lihevtîne. Di encamê de ev mecaz dibe alîgirê vegotinê ku rûdan bi hêsanî ji bîr were, tesîr li guhdar bike û çîrokê zindî bigre.
Qada Nîşanîyê û Mîtolojî
Di hin çîrok û efsaneyan de hesp dibe xwedîyê taybetiyên awarte. Wekî mexlûqateyek pîroz ku xwedîyê xwe spartiye tê qebûlkirin. Ev taybetmendiyên hevpar di mîtolojîyên Tirkî û Îranîyan de jî dixûyê. Lê di kilamên Kurmancîyê de rûdan û rolên serxwezayî yên hespan û siwaran zêdeyî nayên xûyan.
Encam
Têkilîya di navbera hesp û kilaman de ne tenê awayek vegotina kevneşopiya dengbêjan e, lê di heman demê de bi xwe re wateyek derûnî yê çandiyê digerîne. Di kilaman de hesp, hevalê siwarê xwe, temsîla azadî û tevgerîyê ye. Siwar jî li ser pişta hespê xwe, nîşana hêz, wêrektî û hestîyariyê ye.
Ev herd alî bi hev re vegotinê bi hêz, zindî û bitesîr dike. Bi taybetî di kilamên ekola Evdalê Zeynikê de, dengbêjên wek Şeroyê Biro, Şakiro, Reso, Nûroyê Meter, Evselamê Koşkê, Hecî Elkerîmê Panosê û Nesoyê Zado de hesp, tenê wek sîwareyek nîne, lê hevalek ku bûye hevparê qedera qehreman e. Her wiha xwedîyê wateyek gelek girîng e.
Bi kurtasî dubendîya hesp û kilam, hêz dide wêjeya devkî. Her wiha vegotinê him estetîze dike him jî watedarîyê xurt dike, dibe ahengek serketî. Jixwe ev ahenga qedîm jî vegotinên kûr û bêbîr digihîne guhdarên xwe.
Ji malpera Seregola Intabê






