Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şehnaz Belûç û yekîneya jin mînaka yekemîn a jinên şerker di Belûçistanê de

30/05/2026
in JIN
A A
Şehnaz Belûç û yekîneya jin mînaka yekemîn a jinên şerker di Belûçistanê de
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa

Di pevçûn û şerê di navbera Belûçistan û Pakistanê xwe dispêre dîrokeke kevin, di van demên dawiyê de Artêşa Rizgariya Belûç BLA yekem car nasname û wêneya jina fermandar a Şehnaz Belûç û yekîneya jin yak ê re derdikeve pêş, ev gav mînaka yekemên di nava jinên Belûçisatnê de derdikeve pêş.

Rewşa leşkerî û geşedanên ku li Belûçistanê tê jiyankirin

Herêma Belûçistanê, ku di navbera Pakistan, Îran û hin beşên Afganistanê de ye, di mehên dawî de, bi taybetî li parêzgeha Belûçistanê ya Pakistanî, rastî geşedanên mezin a ewlehî û leşkerî hatiye.

Êrîşên Artêşa Rizgariya Belûç li dijî artêş û saziyên hikumetê yên Pakistanê zêde bûne, û destpêka sala 2026an şahidiya yek ji tundtirîn pêlên çalakiyên çekdarî yên salên dawî kiriye.

Çekdaran bi awayekî demkî dever û bajarokên wekî Nuşkî kontrol kirin û êrîşî qereqolên polîsan, bazar û tesîsên ewlehiyê kirin, ev yek jî bû sedem ku artêşa Pakistanê dron û helîkopteran bikar bîne da ku kontrolê vegerîne.

Hikûmeta Pakistanê jî ji aliyê siyasî ve alozî derxistiye û bi fermî ji Konseya Ewlekariyê ya NY daxwaz kiriye ku Artêşa Rizgariya Belûç wekî rêxistineke terorîst a navneteweyî bi nav bike.

Ji ber nêzîkbûna herêmê bi sînorên Afganistan û Îranê û hebûna rageşiyên hevdem di navbera Pakistan û Afganistanê de, tirs û fikarên ku ev pevçûn veguhere krîzeke herêmî ya berfirehtir zêde dibin.

Paşperdeya vî şerî

Şerê li Belûçistanê ne nû ye; ew bi dehan salan e ku dest pê dike. Hin komên Belûç xweserî an serxwebûnê dixwazin, û hikumeta Pakistanê bi wê yekê tawanbar dikin ku çavkaniyên xwezayî yên herêmê bikar tîne. Hikumeta Pakistanê, ji ber vê yekê, van koman wekî tevgerên çekdarî dibîne ku yekparebûna dewletê tehdît dikin.

Rola jina Belûçistanî

Îro, jinên Belûç di şerê berdewam ê li Belûçistanê de roleke her ku diçe bi bandortir dilîzin, çi di warên sivîl û siyasî de be, çi jî di hin dozên çekdarî de be. Rola jinên Belûç di salên dawî de bi girîngî guheriye, bi taybetî bi zêdebûna rageşiya di navbera komên cudaxwaz û dewleta Pakistanî de li herêmê.

Di aliyê sivîl de, jinên Belûç bûne hin ji dengên herî berbiçav ku pêşengiya xwepêşandan û nerazîbûnan ​​dikin û daxwaza eşkerekirina çarenûsa windahiyan, bidawîanîna binpêkirinan û başkirina şert û mercên aborî û civakî dikin. Gelek jin di organîzekirina kampanyayên medyayê û mafên mirovan de beşdar in, bi taybetî bi rêya tevgerên sivîl ên wekî Komîteya Belûç Yakjehti (Baloch Yakjehti Committee) ku xwepêşandanên berfireh ên têkildarî mafên mirovan û nasnameya Belûç birêve dibe.

Jinên Belûç di medyayê û xebata mafên mirovan de jî cih girtine, êşa malbatên ku ji ber şer, girtin û koçberiyê bandor bûne vedibêjin. Wêneyên dayik û jinên ku ji bo kurên xwe yên winda lava dikin, di rewşa Belûç a niha de bûne sembolek bihêz.

Ji aliyê çekdarî ve, di salên dawî de bi tevlîbûna hin jinan nav refên komên çekdar ên cudaxwaz ên wekî Artêşa Rizgariya Belûçistanê û Eniya Rizgariya Belûç (Balochistan Liberation Army – Baloch Liberation Front) guherînek bêhempa çêbûye. Raportên dawî behsa beşdarbûna jinan di operasyonên leşkerî û heta êrîşên xwekujî de dikin, tiştek ku berê di civaka Belûç a muhafezekar tune bû, niha derdikeve pêş.

Şehnaz Belûç û yekîneya jin mînaka yekemîn a jinên şerker di Belûçistanê de

Artêşa Rizgariya Belûçistanê (BLA) bi salan e çek girtiye û car caran bi çalakiyên xwe ve dibin rojev. BLA yekem carê nasname û wêneya jina fermandar a Şehnaz Belûç û çend şervanên li gel wê belav kir û derbarê yekineyê de hin agahiyên girîng parve kir.

Ev koma şervanan, hikumetê ji aliyê siyasî û aborî Pakistanê bêparkirina herêma sûcdar dike. Hikumeta Pakistanê jî vê komê wek ‘rêxistina terorîst û gef ji bo ewlehiya neteweyî ya Pakîstanê’ pênase dike.

Pispor diyar dikin ku eşkerebûna jinên di peyama koma leşkerî de dikare bibe hewldanek ji bo zêdekirina bandorên civakî.  Tê payîn ku ev gav dê bi rêya medyayê bandorê li ser têkoşîna çekdarî ya jinan û civaka kevneperest a Beluc bike.

Di salên borî di hin çalakiyan de rola jinan bal kişandibû. Lê belê bi awayeke fermî nasandina fermandareke jin û koma pê re pêşketinek nû û balkêş e.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.