Hêvî Keleş/ Qamişlo
Di 1’ê Hizêranê de, cîhan Roja Navneteweyî ya Parastina Zarokan pîroz dike, di vê demê de bi milyonan zarok bi şer, koçberî, tundûtûjî, birçîbûn, madeyên hişber û revandinê re rû bi rû ne. Amarên salên 2025 û 2026”an nîşan didin ku zarok li çaraliyê cîhanê dibin qurbaniyên şer û kirîzan.
Federasyona Demokratîk a Navneteweyî ya Jinan di konferansa xwe ya li Mosko a ku di 4’ê Mijdara 1949”an de hate lidarxistin, roja 1 Hizêranê wekî roja navnetewî a parastina zarokan ragihand.
Roja Navneteweyî ya Parastina Zarokan, ku her sal di 1’ê Hizîranê de tê pîrozkirin, ji bo cîhanê wekî bîranînek ji berpirsiyariya wê ya exlaqî û mirovî ya li hember zarokên ku ji ber şer, pevçûn, xizanî û karesatên civakî di rewşên dijwar de dijîn re xizmet dike. Her çend divê zarok ji ewlehî, perwerde û lênêrîna tenduristiyê sûd werbigirin jî, raporên Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navneteweyî nîşan didin ku di salên 2025 û 2026”an de hejmara zarokên ku ji ber pevçûnên çekdarî rastî tundûtûjî, koçberî, îstismarkirin an mirinê hatine zêdebûnek xemgîn nîşan didin.
Zarokatî îro bi gelek gefan re rû bi rû ye, ji şer, bombebaran û koçberkirina bi darê zorê bigire heya keda zarokan, tiryakirin, revandin û tevlîkirina wan bo şerên çekdarî. Amarên dawî eşkere dikin ku bi milyonan zarok li çaraliyê cîhanê di şert û mercên awarte de dijîn ku niha û pêşeroja wan dixin xeterê, di demekê de ku parastina navneteweyî kêm dibe û krîzên mirovî zêde dibin.
Serjimariya zarokên ku bi şert mercên dijwar rû bi rû ne
Agahiyên ji Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî nîşan didin ku hejmara mirovên bi darê zorê koçber bûne li çaraliyê cîhanê heta nîvê sala 2025”an gihîştiye zêdetirî 117 milyonî, di nav wan de nêzîkî 49 milyon zarokên di bin temenê hejdeh salî de ne, ev hejmar asta rastîn a êşa zarokan li deverên şer û karesatên mirovî nîşan dide. Rêxistina Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) piştrast dike ku herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê yek ji herêmên herî xeternak ji bo zarokan e, ji ber ku yek ji du zarokan li welatên ku ji ber pevçûnên çekdarî bandor bûne dijîn. Rapor her wiha destnîşan dikin ku di nav kêmtirî du salan de, zêdetirî 12.2 milyon zarok li herêmê hatine kuştin, birîndar bûne, an jî ji cih û warên xwe bûne, di nav de nêzîkî 20,000 zarok ji ber şeran hatine kuştin û zêdetirî 40,000 zarok jî birîndar û seqet bûne.
Li Xezeyê, şer bi awayekî trajîk jiyana zarokan dikuje, UNICEF ragihand ku di Adara 2025”an de, di deh rojên aloziya leşkerî de zêdetirî 322 zarok hatine kuştin û zêdetirî 600 zarokên din jî birîndar bûne. Rêxistinê her wiha diyar kir ku ji destpêka şer ve, zêdetirî 15,000 zarok hatine kuştin, ji bilî vê, bi deh hezaran zarok birîndar bûne û nêzîkî milyonek zarok di nav Şer de ji cih û warên xwe bûne. UNICEF’ê di Gulana 2026”an de ragihand ku li Şerîaya Rojava û Qudsa Rojhilat ji destpêka sala 2025”an vir ve herî kêm 70 zarokên Filistînî hatine kuştin, ji bilî vê, zêdetirî 800 zarokên din jî ji ber tundûtûjî û pevçûnên berdewam birîndar bûne.
Êşa zarokan bi mirin an birîndarbûnê bi dawî nabe, ew digihîje penaberî û koçberiya bi darê zorê. Şerên dirêj li Sûdan, Sûriye, Ukrayna û Afganistanê bi milyonan zarok neçar kirine ku malên xwe biterikînin û li kampên koçberî an penaberan bijîn. Raporên Neteweyên Yekbûyî destnîşan dikin ku bi milyonan zarok niha bêyî perwerdehiya birêkûpêk an lênêrîna tenduristiyê ya têrker dijîn, di heman demê de gelek ji wan bi xetera îstismarkirin, bazirganiya mirovan û zewaca zû re rû bi rû ne.
Li Sûriyeyê, di sala 2025”an de hin kesên bêwar û penaber vegeriyan malên xwe, lê bi mîlyonan zarok hîn jî ji bandorên şerê bi salan êş dikişînin. Agahiyên Neteweyên Yekbûyî piştrast dikin ku nêzîkî 16.5 mîlyon mirov li hundirê Sûriyeyê hîn jî hewceyê alîkariya mirovî ya lezgîn in, di nav de hejmareke girîng ji zarokên ku aramiya xwe, perwerdehî û gihîştina xwe ya piştgiriya psîkolojîk winda kirine.
Hin welatên xizan û di krîza aborî de jî şahidê zêdebûneke xeternak a hejmara zarokên ku ji ber madeyên hişber û sûcên rêxistinkirî bandor dibin in. Rêxistinên mafên mirovan dibêjin ku torên bazirganiya bi madeyên hişber zarokan ji bo veguhastin û belavkirina madeyên hişber bikar tînin, nemaze li deverên koçberî û xizaniyê, ku zarok lê bê parastin û perwerde ne. Raporên Neteweyên Yekbûyî hişyar dikin ku zarokên ku li deverên şer dijîn, ji ber hilweşîna malbatê û nebûna xizmetên psîkolojîk û civakî, herî zêde di bin xetereya tiryakbûn û îstismarkirinê de ne. Ji aliyekî din ve, revandin û tevlîkirina zarokan di şerên çekdarî de li gelek welatan hîn jî gefek cidî ye. Neteweyên Yekbûyî destnîşan dike ku salane bi hezaran zarok ji aliyê komên çekdar ve têne revandin an jî bi zorê têne tevlîkirin, li wir ew di şer, karên lojîstîkî, an jî îstismara cinsî de têne bikar anîn, ku ev yek binpêkirineke eşkere ya qanûn û peymanên navneteweyî yên li ser mafên zarokan e.
Li Afganistanê, raporên UNICEF piştrast kirin ku di sala 2025”an de zêdetirî 12 milyon zarok dê hewceyê alîkariya mirovî bin, di nav krîzeke aborî û jiyanê ya cidî de ku pêşeroja zarokan tehdît dike û rêjeyên devjêberdana dibistanê, keda zarokan û zewaca zû zêde dike.
Raporên tenduristiyê yên navneteweyî hişyarî dane li ser zêdebûna metirsiyên tenduristiyê yên li ser zarokan ji ber pergalên tenduristiyê yên qels, pevçûn û karesatan. Agahiyên UNICEF’ê pêşbînî kirin ku heke xizmetên tenduristiyê yên bingehîn li welatên xizan û ji ber pevçûnan bandordar nebin, di navbera salên 2025 û 2030”an de li çaraliyê cîhanê nêzîkî 27.3 milyon zarokên di bin pênc salî de dê bimirin.
Divê zarok werin parastin
Pîrozkirina Roja Zarokan a Navneteweyî divê bi bûyerên sembolîk ve sînordar nebe, lê belê divê çalakiyek a navneteweyî ji bo parastina zarokan ji şer, tundûtûjî, xizanî û bêpariyê hewce bike. Ji hikûmet û rêxistinên mirovî tê xwestin ku bernameyên piştgiriya perwerdehî, tenduristî û pîskolojîk xurt bikin û kesên ku mafên zarokan li deverên pevçûnê binpê dikin berpirsiyar bigirin. Bi van hejmarên şokdar, pirsa herî girîng ev e: Gelo cîhan dikare zarokan ji çerxa şer û krîzan rizgar bike? An jî dê bi milyonan zarok berdewam bikin ku bedela pevçûnên ku ew berpirsiyariya wan nagirin bidin?
Roja Zarokan a Navneteweyî fersendek mirovî ya cîhanî temsîl dike da ku pabendbûna me ya bi mafên zarokan ên jiyan, ewlehî, perwerde û tenduristiyê re nû bikin û ji bo avakirina cîhanek dadperwertir û dilovantir bixebitin ku zarok ji tirs, tundûtûjî û îstismarê werin parastin û dikarin xeyala pêşerojek çêtir bikin.






