Navenda Nûçeyan
Girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî ji hevdîtinên li gel malbat û parêzerên xwe hatiye bêparkirin, qedexe hîna berdewame ji ber ku Werîşe Muradî li hewşa girtîgeha Evîn de digeriya dirûşmeya dijî pêkanîna cezayê darvekirinê bilindkiriye, ev ceza lê hatiye birîn.
Ajansa nûçeyan a HRANA têkildarî rewşa dawî ya girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî ku li girtîgeha Evînê tê girtin, agahî belav kir.
Li gorî agahiyan, wek ‘ceza’ mafê bikaranîna peywendiya telefonê ji Werîşe Muradî hatiye girtin. Hema çavkaniyên ji HRANA re ragihandîn, piştî Werîşe Muradî li hewşa girtîgeha Evîn de digeriya dirûşmeya dijî pêkanîna cezayê darvekirinê bilindkiriye, ev ‘ceza’ hatiye dayîn. Gorî agahiyan Werîşe Muradî ji hevdîtinên li gel malbat û parêzerên xwe hatiye bêparkirin, qedexe hîna berdewame.
Hêjayî gotinê ye ku Kampanyaya Azadiya Werîşe Muradî ragihand ku Werîşe Muradî ji ber name û nivîsên ku di çarçoveya salvegera Serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ de hatine nivîsandîn û weşandîn, di doza nû de bûne mijarên sûcdariyan. Werîşe Muradî di vê dozê de bi tohmeta ‘propagandaya li dijî rejîmê’ hat darizandin û şeş meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.






