Ayşa Silêman/ Dêrik
Sewalkarî di aborî û çanda Rojavayê Kurdistanê de xwedî cihekî stratejîk e û barana ku di dema dawî de bariyayî bû hêvî û derfeteke mezin ji bo vejandina vê sektorê. Ev baran wekî dermanekî xwezayî hat ku bandora hişkesaliya çend salên borî kêm bike, barê şivanan sivik kir lê buhayê sewalan bilind bû û ev yek bandor li derdorê dike.
Sewalkariyê di herêmê de stûna aboriyê ye, ji ber ku bi hezaran malbat bi taybetî li herêmên gundewarî yên wekî Cizîr û Kobanê, çavkaniya sereke ya debarê ye. Dabînkirina berhemên bingehîn ên mîna goşt, şîr, mast, penîr û rûnê heywanî rasterast bi vê sektorê ve girêdayî ye. Di heman demê de hiriya sewalan û çermê wan di pîşesaziya destxetî, xalîçeyan û kargehên kincan de wekî madeya xav tê bikaranîn. Barîna zêde ya baranê di dema dawî de sûdên rasterast û girîng gihandin sewalkariyê, ev yek dihêle ku şivan sewalên xwe bi hêsanî û bêpere biçêrînin. Ji ber ku giya li çolan û mêrgan zêde bûye, xwediyên sewalan êdî neçar nîn her roj alaf û ceşê giranbûyî bikirin. Ev yek barê aborî yê li ser wan kêm dike, niha jî cejna qurbaniyê tê û gel dest bi kirîna sewalan dikin da ku wan şerjê bikin û bikin qurbanî.
Di derbarî rewşa sewalan li herêma Dêrikê û buhayê kirîn û firotina wan de bazirganên sewalan de Remezan Omer û Mihemed Zekî ji Rojnameya me re axivîn.
Nirxê sewalan du qatan zêde bûye

Bazirganê bez li bajarê Dêrikê Remezan Omer diyar kir ku buhayê sewalan îsal li gor salên borî gelekî buhatirin û wiha got: ” wek van berxên em îro bi 7 melyonan dikirin sala borî bi 4 melyona ye, sala borî ziwahî zêde bû lewma herkesî bi arzanî sewalên xwe difrotin, lê îsal ji ber çêre heye û sewal qelew bûye bûhayê wan jî bilind bûye. Em jî ji ber sedema bilind bûna buhayê wan astengiyan dibînin ku ji meha berfanbarî ve xanên min vala ne ez nikarin tu sewalan bikirin. Beza ku par ji bo cejnê bi 2 melyonan dihat kirîn îsal bûye 4 melyonan gel feqîre û gelek kes hene nikarin vê buhayî bikirin, sala borî ji bo cejnê nêzî 500 berxê hat kirin ji bo bibe qurbanî lê îsal nêzî 100 berxê tenê heya niha hatiye kirîn. Her wiha derxistina sewalan ji jiderveyî welat jî ev yek bandore dike ku di hundir de buhayê sewalan bilind bibe. Em bi hêvîne derxistina sewalan ji jiderve bisekine da ku gel jî bikaribe qurbaniyan bikire û zirar negihiêje tukesî.”
‘Ji ber çêra zêde şivan pezê xwe nafiroşin’

Delalê di bazara pez de li bajarê Dêrikê Mihemed Zekî da zanîn ku Cejna Qurbanê ji bo bazirganên sewalan li Rojavayê Kurdistanê her dem dibe demsala herî girîng a salê û wiha got: “Lê îsal hevsengiyeke nû di navbera bihayên giran û feydeyên baranê de çêbûye. Ji aliyekî ve barana zêde barê şivanan sivik kiriye, lê ji aliyê din ve kirîza aborî bandoreke rasterast li ser hêza kirînê ya welatiyan dike. Tevî ku daxwaza cejnê heye, lê ji ber hejariya gelek malbatan, bazirgan gilî dikin ku firotin wekî salên berê ne zêde ye. Gelek kes êdî nikarin bi tena serê xwe pezekî bikirin. Her wiha îsal çêre zêde ye jî lewma gelek kes hene pezên xwe nafiroşin jî û her sewalek ji kêmanî 50$ ketiye li ser buhayê wê lewma gelek kes bi hev re çêlekekî dikirin û di nava xwe de dabeş dikin da ku bare wan gelekî giran nebe.”






