Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Nakokiyên herî navdar li ser şûnwaran û berhemên dîrokî

27/05/2026
in CîHAN
A A
Nakokiyên herî navdar li ser şûnwaran û berhemên dîrokî
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Mijara vegerandina Şûnwarên çandî ji bo welatên wan ên resen di rêza yekem a pirsgirêkên heyî yên muzexaneyên mezin ên cîhanê de ye.

Rastiyên yasayî nîşan didin ku vegerandina xezîneyên arkeolojîk ku bi awayên qaçaxî û neqanûnî hatine kirin, pêvajoyeke hêsantir xuya dike, bi taybet dema ku delîlên berbiçav ên dizî an binpêkirina peymanên navneteweyî hebin. Ev yek di dawiya Nîsanê de dema ku Dewletên Yekbûyî ragihand ku zêdetirî 330 xezîneyên arkolojîk yên dizî ji bo Îtalyayê û zêdetirî 650 ji bo Hindistanê vegerandine, hate nîşandan. Berevajî vê, dema ku berhemên ku bi rêya peymanên ku di dema îmzekirina wan de “qanûnî” dihatin hesibandin hatine bidestxistin, pêvajo pir aloz dibe. Ev pir caran dibe sedema nakokiyên yasayî û dîplomatîk û dibe ku bi dehê salan an jî heta bi sedsalan bidomin, wekî ku di sê dozên navneteweyî yên girîng de tê nîşandan.

Misir li dijî Almanya (Peykera Nefertîtî)

Peykerê ji kevirê cêrî yê boyaxkirî an jî (Kevirê kilsê) yê Şahbanû Nefertîtî, hevjîna Fîrewn Axnatûn, vedigere dordora sala 1340’î berî zayînê. Di sala 1912’an de, arkeologê Alman Ludwig Burchardt di dema kolandinên li Til El-Amarna (nêzîkî 300 kîlometre dûrî Qahîreyê), cihê kavilên bajarê kevnar ê Misirê Axîtatûn, ev şûnwara hêja keşf kir.

Xebatên arkeolojîk di bin çavdêriya “Komeleya Rojhilatî ya Alman” û bi destûra kolandinê ya fermî hate kirin. Li gorî rêziknameyên wê demê, hemû keşf diviyabû bi awayekî wekhev di navbera Misir û Almanya de û di bin çavdêriya Xizmeta Antîkên Misrê de bihata parvekirin, ku karê wê ew bû ku pêşî li derketina berhemên herî hêja ji welêt bigire.

Tê texmînkirin ku Burckhardt bi zanebûn berpirsê Misrê yê berpirsiyarê pêvajoya dabeşkirinê şaş kiriye û girîngiya peykerê Nefertîtî di tomarên parvekirinê de kêm kiriye. Arkeologê Alman Ludwig Burchardt wêneyek ku peyker bi awayekî asayî û ne balkêş nîşan dide, pêşkêş kir û di raporê de destnîşan kir ku ew ji Cebsînê hatiye çêkirin, ne ji kevirê Cêrî yê hêja. Li ser vê bingehê peyker di nav para ku ji aliyê Alman re hatiye dayîn de cih girt.

Di destpêkê de peyker hat veguhestin bo James Simonê yê Alman, ku ew fînanse û sponsoriya şandeya arkeolojîk dikir. Heta sala 1920’an li mala xwe hiştibû, paşê biryar da ku hemû berhevoka xwe ya berhemên dîrokî yên li Til El-Amarna hatine derxistin, bide muzexaneyên Berlînê. Di sala 1924’an de, peykerê Nefertîtî cara yekem li Berlînê bi eşkereyî hate pêşandan. Di encamê de Misrê daxwaza vegerandina wê ya tavilê kir, bi îdiaya ku xapandinek bûye sedema derxistina vê peykerê, ku nikare wekî vedîtineke asayî were nirxandin.

James Simonê hewl da ku krîzê bi pêşniyara danûstandineke çandî di navbera her du welatan de çareser bike.  James Simon nameyek fermî ji Wezîrê Çandê yê Prusyayê re şand, ji ber ku muzexaneyên Berlînê ji hêla qanûnî ve di bin desthilata Prusyaya Azad de bû û daxwaza vegerandina peykerê bo Misrê kir. Lêbelê, hewldanên wî bi tevahî hatin paşguhkirin. Di sala 1933’an de, hikûmeta Prusyayê li ser vegerandina peykerê erê kir ku peykera şûnwarî radestî Qiral Fuadê yekem ê Misrê bike, lê Adolf Hitler, ku wê demê serokwezîr bû, mudaxele kir û peyman asteng kir. Peyker di sedsala 20’an de li gelek muzexaneyên cuda yên Almanya hate bicihkirin û di dawiyê de di sala 2009’an de li Muzexaneya Neues a Berlînê bi awayekî daîmî hate nîşandan.

Di sala 2011’an de, hewldanên yasayî ji nû ve dest pê kirin, dema ku arkeolog û Sekreterê Giştî yê berê yê Encumena Bilind a Arkolojîk, Dr. Zahî Hawas, serkêşiya hewldanên mezin ji bo vegerandina peykerê kir. Lêbelê, ji ber bûyerên şoreşa Misrê, danûstandin rawestiyan. Di sala 2024’an de, Hawas daxwaznameyeke navneteweyî ya berfireh da destpêkirin û daxwaza vegerandina peykerê kir, lê aliyê Almanî di redkirina xwe de israr kir û niyeta xwe nîşan nedaye ku peykera dîrokî vegerîne.

Yewnanistan li dijî Brîtanyaya Mezin (Ruxamê Parthenonê)

Parthenon yek ji şûnwarên herî berbiçav ên mîmariya Yewnana Kevnar e, ew perestgehek kevnar e ku ji dema avakirina wê di sedsala 5’an a berî zayînê de li ser Akropolîsa Atînayê sekinî ye. Bi derbasbûna demê re, ji ber şer û dabeşbûnên herêmî gelek guhertin lê bû, carinan wekî dêreke Xiristiyan û carinan jî wekî mizgeft xizmet kir. Di sala 1687’an de, di şerê mezin ê Osmanî de, di perestgehê de teqîneke mezin çêbû dema ku ew wekî depoyek barûdê dihat bikar anîn, di encamê de beşek mezin ji ban û dîwarên wê herwiha gelek hêmanên wê yên xemilandî hilweşiyan. Xirabûna Parthenon piştî wê berdewam kir.

Di destpêka sedsala 19’an de, dema desthilatdariya Osmanî li ser Yewnanistanê ku nêzîkî çar sedsalan berdewam kir, kavilên Parthenonê bala Thomas Bruce balyozê Brîtanî li Qestentîniya û berhevkarê kevnar ku bi navê Lord Elgin tê nasîn, kişand. Lord Elgin pisporekî hunerî ye, xwesteka xwe ya parastina vê mîrateya kevnar anî ziman û ji Siltanê Osmanî Selîm ê sêyemîn destûra fermî wergirt da ku Parthenonê lêkolîn bike herwiha jê qaliban çêbike û beşên girîng derxe. Li gorî vê yekê, di navbera salên 1801 û 1812’an de, Lord Elgin hêmanên xemilandî (beşên pêşên ê avahiyê), perçeyên peykeran û hêmanên din ên mîmarî ji Atînayê şand Brîtanya Mezin. Ev barkirin ji nêzîkî 200 sanduqên berhemên dîrokî pêk dihatin, ku bi qasî nîvê xemilandina peykersaziyê ya mayî temsîl dikirin.

Kiryarên Elgin li Brîtaniya reaksiyonên cuda derxistin holê û helbestvanê navdar George Gordon Byron di nav wan kesên ku wî bi hovîtiyê û wêrankirina antîkan tawanbar kir. Dîplomat hêvî dikir ku peykerên Parthenonê di berhevoka xwe ya taybet de bihêle, lê ji ber deynên zêde li ser wî, ew neçar kir ku wan bifroşe. Parlamentoya Brîtanî di sala 1816’an de ev berhevok bi 35 hezar Cinêh Îsterlînî £ (wek nîvê lêçûnên wî yên kesayetî yên di rêwîtiya wî de) kirî, şûnwar paşê ji Muzexaneya Brîtanî ya li Londonê re hatin veguheztin û heta roja îro jî li wir têne pêşandan.

Yewnanistanê di sala 1830’an de serxwebûna xwe bi dest xist û ji wê demê ve dest bi hewldanek fermî kiriye da ku şûnwarên xwe yên kevnar vegerîne. Ev nakokiya dîplomatîk di salên 1980’an de bi saya hewldanên bêwestan ên Wezîra Çandê ya Yewnanistanê Melina Mercouri gurtir bû. Di deh salên dawî de, Atînayê gelek caran gavên dîplomatîk avêtine, daxwazname pêşkêş kirine, serî li UNESCO’yê dane û danûstandinên asta bilind li dar xistine. Wekî encama van hewldanan, Muzexaneya nû ya Akropolîsê li Atînayê di sala 2009’an de hate vekirin, ku bi taybetmendiyên mîmarî yên taybetî hat çêkirin da ku vegera şûnwarên “Londonê” bicîh bîne û wan li welatê resen nîşan bide.

Yasayek Brîtanî ya sala 1963’an çareserkirina vê pirsgirêkê aloztir dike, ku bi qanûnî Muzexaneya Brîtanî dev ji berdan an vegerandina berhevkirinên xwe qedexe dike. Di salên dawî de, nûnerên her du welatan li ser îhtîmala deyndana demdirêj ji bo şûnwarên dîrokî nîqaş kirin, lê hîn jî tu rêkeftinek çênebûye. Di Kanûna 2025’an de, serokê desteya bawermendan a Muzexaneya Brîtanî û serokwezîrê berê yê darayî yê Brîtanî George Osborne, nakokiya Parthenonê wekî dijwartirîn pirsgirêka ku Muzexaneya Brîtanî di 200 salan de pê re rû bi rû maye bi nav kir.

Îtalya li dijî Fransa (Mona Lisa)

Teoriya herî berfireh a pejirandî, ku ji hêla Muzexaneya Louvre ve tê piştgirî kirin, îşaret dike ku Mona Lisa, Lisa Gherardini, hevjîna bazirganê hevrîşimê yê Florensî Francesco del Giocondo e. Hunermendê jîr Leonardo Davinci derdora sala 1503’an li Floransayê dest bi xebata li ser vê tabloya navdar kir û di nav çend salan de qonax bi qonax temam kir.

Di sala 1516’an de, li ser vexwendina fermî ya Qiral Francisê yekem yê Fransayê, da Vinci ji Floransayê çû Qsera “Clos Lucé” ya nêzîkî Amboise da ku lê jiyan bike di heman demê de tablo bi xwe re bir. Li gorî Muzexaneya Louvre, Qiral Francisê yekem Mona Lisa di sala 1518’an de kirî, lê Ansîklopediya Britanî destnîşan dike ku kirîn di sala 1519’an de, piştî mirina da Vinci, pêk hatiye. Ji ber vê yekê, ji sala 1519’an tablo bû beşek girîng a berhevokên qraliyeta Fransayê û piştî Şoreşa Fransî (1789-1799), ew bi awayekî daîmî li Muzexaneya Louvre hate bicihkirin.

Ji aliyê qanûnî ve, mafê fermî yê Îtalyayê tune ku vê tabloyê vegerîne û helwesteke fermî ya hikûmetê jî tune ku xwedîtiyê îdîa bike. Digel vê yekê, ji sed salan zêdetir e, çalakvanên Îtalî hêviya xwe didomînin ku Mona Lisa vegerînin welatê wê ya dîrokî.

Yekem hewldana diziyê ya belgekirî di sala 1911’an de ji hêla Vincenzo Perugia, karmendekî Îtalî yê Muzexaneya Louvre ve pêk hat. Tabloyê ji dîwêr derxist û di bin cilên xwe de veşart û reviya. Paşê wî îdia kir ku wî tablo ji ber sedemên welatparêzî dizî ye, ji ber ku dibîne ku Frensiyan di dema Şerên Napolyonî de, bi neqanûnî desteser kiriye. Lêpirsîna polîsan du salan bi temamî berdewam kir, di wê heyamê de di hundurê mala Perugia de veşartî ma.

Di sala 1913’an de, Perugia hewl da ku tabloyê bifiroşe xwediyê pêşengeheke hunerî li Floransayê, xwediyê pêşengehê tavilê ew gilî li polîsan kir. Ev yek bû sedema girtina Perugia û vegera Mona Lisa ji bo Louvre. Ev bûyer, sedema sereke ya navdariya navneteweyî ya berfireh a tabloyê ye heta îro, ji ber şopandina medyaya ya berfireh li ser darizandinê.

Di sala 2012’an de, Komîsyona Neteweyî ya Mîrata Dîrokî û Çandî ya Îtalyayê, bi hevkariya bajarê Floransayê, kampaniyek ji bo vegerandina demkî ya tabloyê da destpêkirin. Komîsyonê bi fermî daxwaza hevdîtinê bi Wezîra Çandê ya wê demê ya Fransayê, Aurélie Filippetti re kir, lê daxwaz hat redkirin. Di sala 2014’an de, lîstikvanê navdar ê Amerîkî George Clooney mudaxeleyî krîzê kir û behsa pêwîstiya vegerandina tabloyê bo Îtalyayê kir.

Di navendên hiqûqî yên dawî de, dadgeha îdarî ya herî bilind a Fransayê dozek di sala 2024’an de ku ji hêla rêxistina “International Restitutions” ve hatibû vekirin, red kir, ku îdia dikir ku ew mîrateya Leonardo da Vinci temsîl dike û daxwaz kir ku Mona Lisa ji Louvre were rakirin. Di sala 2025’an de, Francesca Caruso, şêwirmenda çandî ya herêmî ya Lombardy, pêşniyar kir ku tablo bi demkî li Mîlano, Îtalyayê were pêşandan, heta xebatên sererastkirinê li muzexaneya Louvreyê bi dawî bibe. Li gorî rapora ku ji malpera RT hatiye wergirtin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.