Gulîstan Xalid
Entegrasyona demokratîk ne ew e ku mirovek ji nasnameya xwe dûr bikeve da ku tevlî pergalê bibe. Berevajî vê, ew e ku gelên cûda bikaribin bi nasname, ziman, çand û îradeya xwe ya siyasî jiyanek hevpar ava bikin. Yekîtî ne bi rêya homojenkirinê, lê bi rêya pirrengiyê pêk tê. Ev yek ji pirsgirêkên bingehîn e ku Kurd bi salan e tînin ziman: “Em beşek ji vî welatî ne, lê em dixwazin bi wekhevî û azadî bijîn, ne bi înkarkirina nasnameya me.”
Di bingehê têgihîştina entegrasyona demokratîk de ev feraset heye: Xurtkirina rêveberiyên herêmî, xwerêveberina gel ya xwe bi xwe, garantiyên destûrî ji bo mafên çandî û siyasî, beşdariya jin û beşên civakî di rêveberiyê de, Modelek ewlehiyê ku ne tenê dewlet-navendî be, lê di heman demê de jî civak-navendî be. Ev model ne tenê ji bo Kurdan, di heman demê de ji bo Ereb, Suryanî, Durzî û hemî civakên ku li Sûriyeyê dijîn jî dikare bibe çareseriyek domdar.
Avahiya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derketiye holê ne tenê formasyoneke leşkerî ye. Her wiha ezmûneke civakî ya cuda afirandiye, ku her tiştî, ji rêxistinên jinan û encumenên herêmî bigire heya pirzimanî û rêveberiya hevbeş, vedihewîne. Nêzîkatiyeke ku vê ezmûnê bi tevahî paşguh dike, li şûna ku çareseriyan peyda bike, dibe ku dabeşbûnên nû biafirîne.
Îro, pirsgirêka Kurd ne tenê “dosyayek ewlehiyê” ye. Ew rasterast bi pirsgirêka demokratîkbûnê li Rojhilata Navîn ve girêdayî ye. Hebûna bi mîlyonan Kurdên ku li Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê dijîn êdî nayê înkarkirin; divê ew ji perspektîfa çareseriyên demokratîk ve were çareserkirin. Ji ber vê yekê, şêweya têkiliya ku bi Kurdên li Sûriyeyê re tê danîn ne tenê mijarek navxweyî ye, lê di heman demê de dê rêgezek stratejîk jî diyar bike ku dikare bandorê li pêşeroja tevahiya herêmê bike. Ger hikûmeta nû bi rastî pêşerojek demokratîk armanc dike, divê ew Kurdan ne tenê wekî hêmanek ku di pergalê de were entegrekirin, lê wekî yek ji hevkarên damezrîner ên Sûriyeya nû bibîne.
Îro, pirsgirêka herî mezin ne sînor in, lê meseleya zîhniyetê ye. Ji ber ku têgeha klasîk a dewleta neteweyî bi salan e li Rojhilata Navîn krîzan çêdike. Fikra yek ziman, yek nasname û yek navendek pevçûnên domdar diafirîne ji ber ku ew cihêrengiya civakî tepeser dike. Sûriye niha bi du rêyan re rû bi rû ye: Yan ew ê hewl bide ku modela dewleta kevn bi sloganên nû ji nû ve ava bike, an jî ew ê modelek jiyana demokratîk li ser bingeha îradeya hevpar a gelê xwe pêş bixe. Entegrasyona rastîn tenê bi rêya duyemîn mimkun e. Wekî din, pêvajoyên ku di bin navê “entegrasyonê” de têne kirin dê ji hêla beşên girîng ên civakê ve ne wekî çareseriyek, lê wekî pêvajoyek nû ya jiholêrakirinê werin dîtin.
Tiştê ku îro Sûrîyeyê hewce dike ne tenê bidawîanîna şer e. şer bi avakirina edaletê bi dawî dibe. Çareseriya mayînde avakirina sîstemeke ku mirov bikaribin di ewlehiyê de bijîn, ne di tirsê de; di wekheviyê de, ne di înkarê de; û di hevkariya demokratîk de, ne di bin zexta navendî de. Ji ber vê sedemê, entegrasyona demokratîk ne tenê hilbijartinek siyasî ye, lê ji bo pêşeroja Sûrîyeyê pêdiviyek dîrokî ye.






