Lîloz Hisên/Amûdê
Tevî pirsgirêkên avhewayê û lêçûnên çandiniyê yên zêde, herwiha ziyanên ku di nava sektora çandiniyê de çêdibin, bi armanca zêdekirina cihêrengiya hilberînê û domandina çandiniyê, cotkar Helîm Reşik projeya xwe ya çandiniyê berdewam dike.
Di çarçoveya guherînên avhewayê û lêçûnên çandiniyê yên zêde de, cotkar bi zehmetiyên ku berdewamiya projeyên wan ên çandiniyê tehdît dikin re rû bi rû dimînin, nemaze piştî barana zêde ya vê salê ku zirarên berfireh da berhemên zivistanê. Di nav van projeyan de, projeyeke çandiniyê ku xwe dispêre enerjiya rojê û li ser 300 doniman hatiye kirin, derdikeve pêş, di nav de çandina berhemên cûrbecûr, dar û sebzeyan heye.
Cotkarekê ji gundê Topo yê gundewarê Amûdê Helîm Reşik e ku tevî hemû astengiyan projya xwe ya çandiniyê dewam dike, ji Rojnameya me re axivî.

Çandin Genim
Genim di nav berhemên herî ku têne çandin û îstratîjîk e li herêma Cizîrê. Cotkar Helîm Reşik 280 donim genim çandibû, hem xwesipartibû avdan û hem jî barîna baranê ji bo zeviyê xwe, lê ji ber barana zêde û bi taybet barîna teyrokan zirar gihîştiyê piraniya zeviyê wî, tenê 40 donim baş maye, li gorî ku cotkar ji me re gotiye.
Helîm Reşik wiha ji me re axivî: “Min îsal genim, ceh, fûl û kemûn çandinbû. Lêçûna çandina genim ji ber buhayên tov, gubre, cotkirin û avdanê pir buha bûn, ji ber barana zêde, zêdebûna çilbûnê û derketina nexweşiyan di nava zeviyan de windahiyên mezin çêbûn, eger min hin tedbîr û dermankirin nekiriba, dê berhem bi temamî hatiba hilwişandin.”
Çandina berhema pîvazan
Helîm Reşik destnîşan kir ku lêçûna çadina pîvana pir buha bû û wiha anî ziman: “Min 60 donim pîvaz çandiye, kirîna tovan tenê 5 hezar dolar bû, semada germ û cemidî buhaya wê bi hezar û 700 dolarî bû.”
Helîm Reşik diyar kir ku ji ber bahoza teyrokan û barana zêde gelek nexweşî di nava zeviyê wî de derket û wiha berdewam kir: “Dema ku bahoza teyrokan hat zirar gihîşt pîvazan û nexweşiya fungî û kêzikan lê derket. Min tedbîrên xwe girt, lewma berhem du caran hat derman kirin herwiha tonek û nîv semda cemidî me lê reşand, piştre karkerên ku di nava zevî de kar dikin, paqijkirin. Niha em gelekî avdanê nakin ji ber ku şilbûna zêde nexweşiyan derdixe, ji ber vê yekê niha me avdan sekinandiye heya avhewa gerim bibe da em ji nû ve av bikin.”
Sebzeyên havînê
Ji bilî berhemên zeviyan, cotkar sebzeyên havînê jî diçîne, nêzîkî 25 donim sebzeyên cûrbecûr çandine, her yek 2 donim in. Miloxiyê 2 donim, bamî 5 donim, Şebeş 4 donim, Enenas 5 donim herwiha fasûlî û lûbî, bacanê reş û sor û hwd..
Cotkar Helîm Reşik wiha zêde kir: “Niha karkerên ku di zeveiyan de kar dikin ber berheman tevir dikin ji bo ku derkevin, piştre em ê semad bikin û av bikin.”
Bikaranîn enerjiya rojê
Ji bo misogerkirina domdariya projeya çandiniyê, cotkar ji bo dabînkirina ava pêwîst ji bo avdanê, xwe dispêre pergala enerjiya rojê. Wî 16 panelên rojê û du bîrên avê kolandiye, yek bi kapasîteya 40 û ya din bi kapasîteya 75.
Ji xwe di çarçoveya buhabûna sotemeniyê û nebûna elktrîkê, pergala enerjiya rojê bûye pêwistiyeke li her deverê, ji ber ku heta astekê dikare beşekê ji lêçûnên çandiniyê kêm bike.
Çandina daran
Projeya ku cotkar Helîm Reşik vekiriye tenê bi berhemên demsalî sînordar nem, belê ew hewil dide ku darên fêkîiyan jî biçîne, di çarçoveya pêşxistina projeya çadniniyê û zêdekirina cihêrengiya helberînê, wiha cotkar axaftina xwe qedand: “Min dest bi çandina donimek darên Tirî kiriye, ez ê di rojên pêş de dara Mişmiş û Zeytûnan jî biçînim. Di heman demê de min pilan kiriye ji bo hawirdekirina 180 darên curbicur yên fêkiyan di nav de darên guîz û fisteqan ji Kobanê û Efrînê.”
Tevî zirara berfireh ji ber baran zêde û bahozên ku çêbûn, hîn jî cotkar di zeviyên xwe de kar dike û pilanên xwe ji bo pêşxistina projeya xwe berdewma dike, her çend jî domandina helberîna çandiniyê ji ber şert û mercên dijwar ên avhewa û aborî yên ku sektora çandiniyê pê re rû bi rû ye, bûye zehmetiyeke rastîn.






