Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Aboriya Jin projeyên xwe yên xwetêrkirinên didomîne

27/05/2026
in Aborî û ekolojî
A A
Aboriya Jin projeyên xwe yên xwetêrkirinên didomîne
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Tirbespiyê

Rêvebera Aboriya Jin li Tirbespiyê Evîn Hacî Hesen tekez kir ku demsala çandiniya îsal encamên pir baş bi xwe re aniye, herwiha ji bo xurtkirina hilberîna herêmî û pêkanîna xwetêkirinê ew projeyên xwe yên çandiniyê didomînin.

Bi kedeke mezin ji sala 2015’an aboriya jin hate avakirin. Cara yekem bû ku koperatîf bi rengê jinê hatin avakirin, aboriya jin ji çandiniya genim destpê kir û piştre bi berhemên wê projeyên bazirganî, pîşesazî û hwd.. hatin avakirin. Hewldaneke mezin hat kirin da ku di warê aborî de sîstemeke taybet ya girêdayî jinê bê avakirin. Kongra Star ev xebat da meşandin da ku aboriya jinê ava bike, ku di encamê de gelek proje û hejmareke mezin ji jinan tevlî projeyan bûn ji bo ku xwe bi xwe bibe sermiyanê mal û jiyana xwe. Li bajarê Tirbespiyê jî gelek proje hatin avakirin û karîbûn encamên mezin bo vê salê li ser asta çandiniyê bi dest bixin.

Derbarê vê mijarê de Rêvebera Aboriya Jin li Tirbespiyê Evîn Hacî Hesen ji rojnameya me re li ser berdewamiya pêkanîna projeyên wan yên çandiniyê, axivî.

‘Ji bo zêdekirin helberîna herêmî Aboriya Jin roleke girîng lîst’

Ji dema avakirina komîteya jinê sala 2015 û vir ve, ji bo piştgiriya jinan û dabînkirina derfetên kar bo jinên herêmê, ew projeyên xwe li Tirbespiyê yên çandiniyê berdewam dike, ev yek jî bi armanca xurtkirina helberîna herêmî û pêkanîna xwetêkirinê.

Rêvebera Aboriya Jin li Tirbespiyê Evîn Hacî Hesen diyar kir ku aboriya jinê ji bo gelek jinan çavkaniyeke dahat û derfeteke kar e û wiha anî ziman: “Projeya Demsal ye ji projeyên girêdayî Aboriya Jin li Tirbespiyê ye, bi awayekî serke xwe dispêre çandiniyê. Ji bilî erdên çandiniyê li devera “Elî Bedran” ku lê berhemên Kizbera û Genim vê salê hatiye çandin. Di nava vê projeyê de derdora 20 jin kar dikin, ji destpêka çandiniyê heya çinînê kar dikin. Rûbera erdê girêdayî Koperatîfa “Elî Bedran” nêzîkî 750 donim e, ji xwe ev deverên çandiniyê di zêdekirina hilberîna herêmî û peydakirina derfetên kar ji bo jin û malbatên hejar de roleke girîng lîstine.”

Evîn Hacî Hesen wiha zêde kir: “Aboriya Jinê li Tirbespiyê çar nangeh ji bo nanê Sêlê vekiribû, lê ji ber pêşektin û bûyerên dawî sê ji wan hatin girtin û yek tenê heya niha tê xebitandin. Tevî van zehemtiyan jî, bi armanca berfirehkirina helberînê û peydakirina derfetên kar ji bo jinên ku di nava projeyê de kar dikin, di rojên pêş de dê nangeheke nû dîsa bê vekirin.”

Projeya Dugirê

Evîn Hacî Hesen behsa projeyê Aboriya Jin li gundê “Dugirê” kir û wiha berdewam kir: “Ev proje encamên pir baş di demsala heyî de pêk anî. Di çarçoveya pilanên me ku armanc wê cihêrengiya zeviyên çandiniyê û hilberîna herêmî zêde bike, 150 çewalên genim û 10 çewalên ceh hatin çandin. Li aliyê din ê projeyên 150 çewalên din yên genim hatin çandin di heman demê de 5 çewlên pembo. Ev projeyê di warên çandinî û bikaranîna enerjiya alternatîf de berfirehbûnek berbiçav dît. Ji bo dabînkirina pêdiviyên elektrîkê yên projeyê, enerjiya rojê hate sazkirin, ji bilî kolandina bîrek avê, bi armanca piştgirîkirina proseyên avdanî û çandiniyê li erdên projeyê.”

Evîn Hecî Hesen wiha li axaftina xwe zêde kir: “Proje bi çandina genim ve sînordar nema, lê belê bi awayekî berfireh çandina darên fêkî û xemilandinê jî di nav xwe de digirt. 144 darên Berû, 200 darên Serû û 200 darên fistiqan, di heman demê de darên hêjîr û tirî hatin çandin. Di rojên pêş de, em ê hewil bidin ku sebzeyên havînê biçînin da ku pêdiviyên bazarên herêmî bicîh bînin. Ev proje ji bo nêzîkî 15 malbatan derfetên kar dabîn dike, da ku bibe alîkar ji bo başkirina şert û mercên jiyanî yên gelek malbatan, tê de jin û mêr bi hev re xebata çandiniyê, avdan û lênerîna dar û zeveiyan dikin.”

Pilanên pêşerojê

Derbarê plana çandiniyê ya pêşerojê, Evîn Hacî Hesen diyar kir ku plana wan piştî ku çinîna genim û ceh biqede, garis dê bê çandin, wekî gavekê ku armanc dike di tevahiya salê de li erdên çandiniyê veberhênanê bê kirin û hilberîna çandiniyê li herêmê zêde bike.

Rêvebera Aboriya Jin li Tirbespiyê Evîn Hacî Hesen wiha gotina xwe qedand: “Demsala çandiniya îsal yek ji baştirîn demsalên ku herêmê di van salên dawî de dîtiye ye. Kalîteya hilberîna çandiniyê ya di projeyê de di nav projeyên me yên din ên li Dêrik û Til Temirê de di rêza yekem de bû, ku ev yek asta hewildanên ku di rêvebirina projeyên çandiniyê û balkişandina ser berhem û rêbazên avdanê yên nûjen de hatine kirin, nîşan dide.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.