Ehmed Hesen
Weke têgîn gotina propoganda di navbera salên 1618-1648an de di şerên ku Ewropayê wê demê jiyan dikir de derdikeve holê. Ji tirsa belavbûna ramanên Martin Luther, ji bo armancên propagandayê dêr hatin avakirin. Piştî Şoreşa Fransî, çapemeniyê otorîteyeke girîng bi dest xist da ku bandorê li ser raya giştî bike û ev yek bû sedema bikaranîna propagandayê wekî amûrek siyasî di pevçûnên siyasî de. Taybet propogandayê di pêvajoya lidarxistina hilbijartina serokan, ragihandina şeran, dagirkirina bajaran û nepixandina hêzên hegemonîk de roleke sereke û têrker lîstiye û heta roja îroyîn jî didome. Propoganda bi armanca têkbirina moral û vîna artêşekê, gelekî û civakekê di sedsala 21an de karîbû bi erkeke herî bi bandor rabe û bibe sedema têkçûna gelek hêzan û hatina gelek hêzên dîtir û serxistina wan, ji şerê Emerîka yê li ser Iraq, Afganistan, Qayîde û heta roja îro şerê wê yê li dijî Îranê her tim polîtîkaya propogandayê di nava şerê rasteqîn de pêk hatiye û bandoreke mezin li ser dijberan çêkiriye. Ev hemû jî bi armanca têkçûna derûnî û psîkolojiya hêza ku êrîş li ser wê tê kirin, pêk tê. Di heman demê de bi riya tîmên taybet ên ku van propogandayan bi rêve dibin, hêzên dijber her tim hewla hilweşandina navxweyî dikin, taybet operasyona Bîcerê ya ku Îsraîlê li dijî artêşa Huzbellahê pêk aniye, her wiha kuştina bi dehan serbazên Îranê di nava çend saetan de kûrahiya operasyonên şerê taktîkî yê serdema 21an nîşan dide, ango êdî ji bo ku yekî bikuje, hewcedariya te bi lêpirsîn û dûketinê nîne, hema bi riya hinek pilanên teknîkî dikarin mirovan di malên wan de tesfiye bikin.
Li ser bingeha vê ramanê di pênasekirina şerê elektronîkî de, têgeha şerê elektronîkî komek çalakiyên ku bi armanca keşifkirina elektronîkî ya sîstem û amûrên elektronîkî yên dijmin, têkbirina xebata van sîstem û amûrên elektronîkî, berxwedana li hember keşifkirina elektronîkî ya dijmin û bidestxistina aramiyê di xebata sîstemên elektronîkî yên dostane de di bin şert û mercên karanîna keşif û astengkirina elektronîkî ya dijmin de têne kirin.
Pêşketina van rêbazên şer têrê dikin ku hemû aliyên civakan kontrol û desteser bikin û kengî bixwazin jî têk bibin, ev jî yek ji rêbazên herî nîjentirîn ên şerên sedsala 21an ne.
Niha hêzên dewletdar bi qasî ku şerê propogandaya reşkirinê dikin, ewqas jî şerê rasterast nameşînin û dev jê berdane jî. Fîlmên cîhana sanal a ku salane pêşbîniya pêşketineke nû di teknolojîya şeran de dikin vê rastiyê piştrast dikin. Li vir dijmin pir dibin û zelaliya naskirina wan winda dibe, hema bêje kawosa şerê nedîtî dest pê dike.






