Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kewê, qehwexaneya herî kevin li bajarê Amûdê

27/05/2026
in CIVAK Û JIYAN
A A
Kewê, qehwexaneya herî kevin li bajarê Amûdê
Share on FacebookShare on Twitter

Solîn Mihemed/ Qamişlo

Qehwexaneya Kewê li bajarê Amûdê ku beriya 70 salî hatiye avakirin, bûye perçeyek ji dîrok û civakbûyîna bajêr. Tê de çîrok tên vegotin û niqaşên cûr bi cûr tên gotin.

Qehwexane di nava civakê de navendeke girîng e ku xelik serdana wê dikin. Ew cihê danûstandina çandî, sohbet û hevgirtina civakî ye. Li van cihan, welatî li dora çayê an qehweyê dicivin, nûçeyan parve dikin, pirsgirêkan nîqaş dikin û çîrokên xwe vedibêjin.

Qehwexaneya Kewê

 

Ev qehwexane avahiyeke ku bi heriyê di sala 1954’an de ji aliyê Mihemedê Kewê ve hate avakirin. Ji wê demê ve bûye cihekî bêhnvedanê ji bo xelkên herêmê û geştiyaran. Ew kevintirîn qehwexaneye ku li bajarê Amûdê vebû û êdî her kesî jib o bêhinvedanê serdana wê dikir.

Ew qehwexane ji ber avahiyeke kevne, ji herî, text, deriyên hesinî û pencereyên textî hatiye avakirin. Heya weke niha jî hîna ew qehwexane wek xwe ye û guhertin tê de çênebûne. Ji ber mala Kewê dixwazin ev qehwexane wekî cihekî xweş yê dîrokî di bajar de bimîn e. Bi tayîbet kesên bi temen mezin berê xwe didine qehwexaneya Kewê da ku dema xwe ya berê vegerînin. Kesên ku serdana qehwexaneyê jî dikin dema xwe bi kaxes û çîrokên xwe yên dema berê derbas dikin.  Ji ber qehwa wan ya xweş û balkêş her kesê ji derve jî, daxwaza wê qehwê dikin.  Ev qehwexane cihekî girîng e ji bo parastina çand û bîranînên herêmê.

Karê qehwexanê

Ebdullqadir Kewê ku bi navê “Heno Kewê” jî tê naskirin. Ji dema biçûk bû bi bavê xwe re karê qehwexaneyê dikir, lê dema ku bavî wî wefat bû,  êdî Ebdullqadir karê qehwexaneyê avête ser milê xwe. Ebdullqadir heya niha ku temenê wî bûy e 65 sal jî lê wî hîna terika qehwexaneya xwe nekiriye.

Ji ber qehwexane li ba Ebdullqadir cihekî pir girîng e, ji dema ku ev qehwexane hatiye avakirin Ebdullqadir jê hez dike heya ku bi temen xwe mezin bû jî ew hezkirin di dilî wî de çandî ma. Ji ber ev qehwexane bûye wek dîrokek ji bajarê Amûdê re ku her kes serdana wê dike.  Ji bo vê yekê jî Ebdullqadir wiha anî ziman: “Em nikarin terika qehwexaneyê bikin ji ber bûye weke hizkirinek pir kûr ji bo me, heya ku ez nema karibim di qehwexaneyê de kar bikim, piştire ez ê bixim e destê zarokên xwe de da ku vî karî berdewam bikin. Da ku ev qexhwexane tu carî neyê girtin û her tim weke turasekî di bajarê Amûdê de zindî bimîn e.”

Karê vê qehwexanê tucarî lawaz nebûye, di dema niha de jî ciwan û kalemêr serdana wê dikin.

Ev qehwexane ji seat 8 ê sibehê tê vekirin û heya seat 1 ê nîvro tê girtin û piştire careke din ji seat 4 ê piştî nîvro tê vekirin û heya seat 1 û 2 yê êvarî vekirî dimîn e. Ev yek jî dihêle ku ciwanên bajarê Amûdê her tim serdana wê bikin û şeva xwe li wir derbas bikin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.