Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Fîlma Riya Dûr; Rastiya hevgirtin û destekdayînê

27/05/2026
in CIVAK Û JIYAN
A A
Fîlma Riya Dûr; Rastiya hevgirtin û destekdayînê
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa

Fîlma Riya Dûr bi insiyatîfa komek ciwanên jêhatî sînaryoya wê pêk hat. Yek ji lîstikvanê sereke di fîlm de Rodî Osman derbarê fîlmê de wiha got: “Naveroka fîlm pêkanîna xewna bavê ku dixwest fîlmekî bikşîne û nedikarî. Herwiha di kişandina fîlm de rastiya naveroka sînaryoyê derket pêş.”

Fîlma Riya Dûr a ku di sala 2025’an de hatibû amadekirin û li Festîvala Fîman a Navneteweyî ya Rojava hatibû pêşkêşkirin, bi pêşengtiî û isiyatîfa komek ciwanên xwedî behreya sînema û lîstikvaniyê, hate amadekirin û li ser dikên sînameyê pêşkêş bû. Ev fîlm weke fîlmîn din ku di Rojavayê Kurdistanê de hatine amadekirin, bi gelek zehmetî û astengiyan re rû bi rû ma, heyanî ku derket pêşberî gel. Di derbarê naverok û awayên kişandin û derxistina vê berhemê , yek ji lîstikvanên sereke di fîlma Riya Dûr de Rodî Osman ji Rojnameya me re axivî.

Rodîn axaftina xwe bi kesên ku ev berhem amadekirine dest pê kir û wiha got: “Tecrûbeyên min yên şanoyê hene û di van demên dawiyê de tecrûbeyên min di nava sînemayê de jî çêbûn. Di demekê de komek hevalên me xwestin sînaryoyekê deynin yên mîna Dilyar Osê, Nasir Inis, Reşîd Mihemed û mamoste Laleş Ebdulrehman bûn. Van hevalan sînaryoyek bi navê Riya Dûr a ji derhênertiya Reşîd Mihemed, danîn û bi hemû hêza xwe li ser wê nivîsê rawestiyan.

Ev fîlm li Bajarê Qamişlo û gundên derdora wê, hat kişandin. Heyanî Hesekê û hin dîmenên derdora Dêrikê hebûn, nêzî 24 kesan tê de amadebûn.”

Naveroka fîlmê; Pêkanîna xewna bavê ku dixwest fîlmekî bikşîne

Rodî di berdewamiya axaftina xwe de naveroka fîlmê da xuyakirin û wiha pê de çû: “Naveroka sînaryoya fîlma Riya Dûr li ser kesekî ku dixwaze xewna bavê xwe pêk bîne. Xewma bavê wî jî ku fîlmekî sînemayê bikşîne. Helbet rastiya me li herêmê ya kişandina fîlman û zehmetiyên wê hene û perçeyek ji jiyana me ye ku em jê ne Dûr in. Sînaryo li ser kesekî ku dixwaze fîlmekî çêbike ku bi wê yekê xewna bavê xwe pêk bîne ye. Du xetên vê flmê hene, yek trajedîk e û y adin jî komîdî ye. Ez bi xwe di ya komîdî de bi navê Şiyar rol digrim. Hevalê me Dilyar Osê jî xeta trajedîk de rol digirt ku navê wî Yilmaz e û dixwaze fîlmekê bikşîne.

Yilmaz di çêkirina fîlmê de gelek zehmetiyan dibîne, diçe produksyon, diçe beşa muzîkê û digere û dfitile, lê bê encam dimîne. Lê belê di vir de rola Şiyar a komîdî derdikeve pêş. ji berk u xelkê bêhtir nas dike pê re dibe alîkar, Yilmaz û Şiyar diçin cem kesên dewlemend û axa da ku destekê bidin Yilmaz ji bo amadekirina fîlmê. Kesayeta Şiyar a komîdî, kesekî derewan dike, fêlbaziyê dike lê belê ne bi mabestek pîs û xeternak. Her tim dixwaze alîkariya hevalê xwe bike ku her tim xwe mezin dike. Herî dawî rastî produksyon û kesayetên xirab tên û ewqas înasanan dişkînin û xewnan dikujin. Di nava fîlê de gelek nameyên civakî têne dayîn.

Di herî dawî de çawa ku bavê Yilmaz negihîş xewna xwe, Yilmaz jî naghêne xeyala pêkanîna xewna bavê xwe. Lê belê di dawiyê de hevaltiya rast dimîne.”

‘Navedroka Sînaryo di rastiya kişandina fîlmê de derket’

Rodî da zanîn ku sînaryoya vê fîlmê salekê nivîsandî mabû ku weke îfadeya fîlê de derketiye pêş bû û wiha got: “Sînaryoya Fîlma Riya Dûr salekê beriya kişadnina wê hatibû nivîsandin û ji ber nebûna derfeta kişandinê ew weke xwe ma. Weke çîroka fîlê bi xwe bû. Hevalê me doktur Aras ku dokturtî dixwend û derçû. Ji me re soz da bû ku pere ango qezenca yekemîn ji vê xwendinê bigre, wê bide me da ku ev fîlm bê kişandin. Di rojeke ne di bîra me de doktur Aras telefon me kir û got ku wî pere dabîn kirine da ku em dest bi kişandina fîlmê bikin. Li ser wê bingehê em tevgeriyan. Perereyên ku di destê me de dîsa jî têra kişandin û derhênertiya fîlm nedikir lê li gor bikaranîna derfetan, dihat çêkirin.

Me di meha 5- 6’an ji 2025’an dest bi proveyên xwe kirin û me bidawî kir. Gelek hevalên din ji bo amadekirina vê fîlmê bi me re bûn alîkar, heval Ragib Diyab weke kemîrevanê sereke bû, û ji hin saziyên teknîk hatin pêşkêşkriin, her wiha Komîna sînema bi me re bû alîkar em spasiya her kesî dikin.”

Rodî di nava axaftina xwe de destnîşan kir ku ew ji ber aliyê madî di gelek zehmetiyan re derbas bûn. Pereyên ku di destê wan de tenê têra kişandina fîlmê ya 20 rojan dikir. Rodî da zanîn ku wan di 18 rojan de fîlm kişand û derbasî montajê bû ku di wir de jî gelek kêmasî û zehmetê derketin.

‘Rihê hevgirtin û destekdayînê derket pêş’

Rodî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Her çendî kêmasî û zehmetî di kişandina vê fîlmê de li pêşberî me derketin jî, lê civaka me ya Rojava û rihê di nava dost û hevalên me de, hêşt ku em van zehmetiyan derbas bikin û bi her awayî bi hev re bûn alîkar ku hemû qonaxên kişandin û derhênertiya fîlmê bidawî bû.

Fîlm di Festîvala Fîlman a Rojava de hate pêşkêşkirin, piştî wê li hemû herêmên me hat pêşkêşkirin û wê berdewam bike. Projeyên me ji bo demên pêş hîn hene û em bi hêvî ne ku ev rihê hevgirtin û destekdayîna di vê fîlmê de derketiye, di hemû xebatên me de berdewam bike.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.