Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rêber Apo: Piçûkdîtina demokrasiyê şaştiyeke mezin e

27/05/2026
in POLÎTÎKA
A A
Rêber Apo: Piçûkdîtina demokrasiyê şaştiyeke mezin e
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê yek ji projeyên herî girîng ên nûjen a herêmê ye, di vê çarçoveyê de Rêber Apo di 25’ê Gulanê de peyamek şand û tê de got, “Civak li hemû qadên jiyanê ji etîkê bigire heta siyaset, hiqûq û aboriyê xitimandinekê dijî. Dema me ya windakirinê tune.”

Pêvajoya aştiyê girîngtirîn projeya nûjen a herêmî ye

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê yek ji projeyên herî girîng ên nûjen a herêmê ye. Peyamên Rêber Apo li ser vê pêvajoyê ne tenê bangek ji bo rawestandina tundûtujiyê ne, lê her projeyek ji bo veguherandina civakî, siyasî û hiqûqî ne. Doza Kurdî tenê bi rêbazên leşkerî an ewlehiyê nayê çareserkirin, lê pêdivî bi demokratîkbûn, qanûn û avakirina civakeke xwerêxistinkirî heye. Di şert û mercên îroyîn de, Rojhilata Navîn di nav alozî û pevçûnan de ye. Şerên herêmî, dijberiya dewletan û mezinbûna netewperestiya tund bûne xetereyek ji bo aştiya gelan. Li Tirkiyê jî doza Kurdî bi salan e bûye sedema pevçûnên çekdarî, ziyanên civakî û astengkirina demokratîkbûnê. Ji ber vê yekê bangên Rêber Apo yên di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de dixwazin şertên siyasî yên nû bên afrandin, ji bo ku gelê Kurd û Tirk bikaribin li ser bingeha hevjiyanî û mafên wekhev bijîn.

Lewma jî Rêber Apo di peyama xwe ya dawîn a 25’ê Gulanê de wiha dibêje: “Civakên ku xwedî hêrsekî mezin in bêyî fikir û nirxên etîk nayên veguherandin. Civak li hemû qadên jiyanê ji etîkê bigire heta siyaset, hiqûq û aboriyê xitimandinekê dijî. Lewma em di pêvajoyê de israr dikin û ecele dikin. Ez wisa difikirim ku konjektura Rojhilata Navîn ji her tiştî re vekirî ye. Dewletên weke Îsraîl û Îranê tûj dibin û wisa xuya dike ku dê hê tûjtir jî bibin. Li Rojhilata Navîn xurtkirina netewperestiyê, ji hev cihekirin û mezinkirina netewperestiya teng zerarê dide. Em pêvajoyeke ku çavdêriya geşedanên bi rîsk dike, pêşî li vê bigire û hesabên xwîndariyê ji holê rake bi rê ve dibin. Helbet ya girîng ew ê ku hemû tiştên tên kirin bi qanûnan dikare bê mîsogerkirin. Li bendemayîn û tevgerîna bi bendewariyê tenê xetereyan derdixîne. Dema me ya ku em winda bikin tune ye. Ez bawerim hemû aktor dê bi vê berpirsyariya dîrokî tevbigerin û Meclîs jî dê xebatên xwe bi vê hesasiyetê bi rê ve bibe. Çarçoveya qanûnî dikare bingeha pêvajoyê ava bike. Sererastkirina qanûnan dê bibe pêvajoyeke avakirina înşayeke pozîtîf a rasteqîn û demokrasiyê. Demokratîkbûyîn pêdiviyeke bingehîn e û serkeftina pêvajoyê me nêzî vê armancê dike.”

Têkliya demokrasî û komarê bi hev re

Ji avabûna komara Tirkiyê heyanî avabûna dewletê bi partî û saziyên cuda ve pirsgirêk ne tenê li ser partiyekê ye yan kesayetekî ye, mijara sereke ew e ku çanda demokratîk di pergala siyasî û jiyana civakî de kêm e. Tevî ku di dîroka Tirkiyê de gelek caran hewildanên aştiyê hatine kirin, lê bêencam mane, di vî warî de Rêber Apo gelekî xebitiye. Di serdema heyî de piştî van gavên bi nirx ên ku ji hêla Tevgera Apoyî ve hatine avêtin, eger demokrasî tenê di warê teşeyî û axaftinan de bimîne û di pratîkê de rê li ber azadiya siyasî û pêkanîna aştiyê were girtin, êdî komar ji bingehên xwe dûr dikeve. Piştî destpêkirina pêvajoyê Rêber Apo têgiha komara demokratîk bi giranî derxistiye pêş, gelo çima? Têkiliya di navbera komar û demokrasiyê de girîng e. Komar tenê bi navê xwe têr nake; divê bi naverokeke demokratîk were dagirtin. Mafên siyasî, azadiya îfadeyê, rêxistin û muxalefet divê bên parastin. Heke ev nirx nebin, komar dikare tenê bibe formek bê naverok.

Rêber Apo di hevdîtina dawîn de balê dikişîne ser vê mijarê û dibêje: “Gelo ketina bi zorê ya navenda giştî ya partiyeke siyasî, bi şikandina deriyê wê ya bi balyozê, li gorî rêbazên demokrasiyê ne? Pêkanînên li ser Partiya Gel a Komarê (CHP) û geşedanên ku diqewimin, bi nebûna demokrasiyeke rast û siyaseteke demokratîk re têkildar in. Sedema ku rewş anî vê astê bêparbûna ji prensîba demokrasiyê ya di bingeha komarê de ye. Encamên nêzîkbûna li demokrasiyê mîna ku luksek, demagojiyek an jî gotegotek be û piçûkdîtina demokrasiyê şaşiyeke giran û girîng e. Ti rewşeke ku bi qasî pêşxistina pênaseya demokratîk a komarê lezgîn be, nîn e. Em di vî welatî de hewl didin ku zemîna vê pêş bixin û îmkanên wê mezin bikin. Dema ku em li Îmraliyê ber bi çareseriyê ve ber bi gavên qanûnî ve diçin, amadekirina komarê ji bo derketineke demokratîk û hiqûqeke demokratîk pir girîng dibînin. Em vê weke gaveke ji bo jiholêrakirina kêmasiya demokrasiyê ya di nav partiyê de û di navbera partiyan de jî dibînin. Divê beramberiya hemû hewldanan; gihandina komarê ya bi naverok û çandeke demokratîk û avakirina pergaleke saxlem a hiqûqî erkeke sereke be. Li ser vê bingehê ez bang li her kesî dikim ku piştgiriyê bidin pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk. Ev e wateya entegrasyona Kurdan a di komara demokratîk de. Em hewl didin rewşeke ku bi salan e ji ber meseleya Kurdî asê maye, derbas bikin. Hêmana şîdetê ya ku ji meseleya Kurdî çavkaniya xwe digire, bi sîstematîka çareseriyê tê derbaskirin. Em dikarin ji vê pêvajoyê re pêvajoya ji nû ve birêkûpêkkirin, nûjenkirin û modernîzekirina têkiliyên Tirk û Kurdan jî bibêjin.”

Rêber Apo moral dide pêvajoyê û rêya xetimînê vedike

Rêber Apo di dawiya peyama xwe de wiha dibêje: “Peyamên ronakbîr û akademîsyenên navneteweyî yên ku piştgirî dane pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, kirin pirtûk. Di vê çarçoveyê de ez dixwazim destnîşan bikim ku ez amade me her cure pêşniyar, rexne û tevkariyan bi awayê herî hûrgilî binirxînim. Di vê serdemê de ku herî zêde pêdiviya me bi aştî û demokrasiyê heye, ji bo piştgiriya wan a pir girîng, ez silav li wan hemûyan dikim.”

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ne tenê di nav sînorên Tirkiyê an Bakurê Kurdistanê de tê şopandin, lê li ser asta navneteweyî jî bala ronakbîr, akademîsyen û kesayetiyên bîrwer kişandiye. Pêvajoya aştiyê wekî projeyeke siyasî û civakî ya girîng tê tekezkirin. Rêber Apo di dawiya nameya xwe de tekez dike ku ew amade ye ji bo her cure pêşniyar, rexne û tevkariyan binirxîne. Di gelek pêvajoyên siyasî de, rexne carinan wekî dijminahiyê tê dîtin, lê li vir Rêber Apo dide diyarkirin ku rexne û pêşniyar dikarin bibin bingeha pêşxistinê. Ev nîşan dide ku pêvajoya aştiyê tenê li ser daxuyaniyên yekalî nayê birêvebirin, lê bi nîqaş, fikir û beşdariya civakî dikare xurt bibe. Di serdemeke wiha de ku pêvajo di nava xetimînê de silavkirina Rêber Apo ji bo wan kesên ku piştgirî dane pêvajoyê jî peyameke siyasî digire nava xwe û moralê dide her kesî. Ev yek tê wê wateyê ku piştgiriya civaka zanistî û ronakbîr dikare rê li ber aştiyê veke û baweriya civakê xurt bike. Di heman demê de ev peyman bangeke ji bo me zinbûna hevkariya navneteweyî li ser bingeha mafên mirovan, demokrasiya û çareseriya pevçûnan.

Dewleta Tirk dereng maye di warê gavavêtinan de

Zêdeyî sal û 4 mehan e ku Rêber Apo banga xwe ya dîrokî kiriye, li ser bingeha vê bangê û peyamnê Rêber Abdullah Ocalan gavên bi lez avêtin, ji ber ku têgihiştineke mezin û kûr hebû derbarê xeteriya ku wê herêma Rojhilata Navîn tûşî wê were. Tevgera Apoyî gavên erênî ji bo pêvajoyê dan avêtin, şerê çekdarî rawestand, kongreya xwe ya fesixkirinê li dar xist, çek bi awayê sembolîk şewitandin, xwe ji Bakurê Kurdistanê vekişand û gelek daxuyanî ji bo rêveçûna pêvajoyê dan. Lê dewleta Tirk çi kir? Dewleta Tirk di bin siya gavên şermok bêbandor de ma, gavên mezin û cewherî yên ku wê demokrasiyê bi xwe re bîne qada Tirkiye û Bakurê Kurdistanê neavêtin. Piştî ku Rojhilata Navîn şemitî nav qada şer, bi taybet Îran ku weke dewleta Tirk dewleteke dagirker e ji axa Kurdistanê re, Tirkiyê hinekî ket tevgerê, lê sûd jî ji vê tevlîheviyê ji hêla dewleta Tirk ve hat kirin. Li aliyekî sûd ji şerê Rojhilata Navîn wergirt û li aliyê din tirsiya ku şerekî nû li hemberî wê were rûdan. Piştî pêla şerê Israîl-DYA û Îran sist bû êdî dewleta Tirk jî xwe sist û bêdeng kir, pê re jî pêvajo li gorî berjewendiyên xwe bir û anî, wekî ku dewleteke ne li aştiyê û ne jî li çareseriyê bigere. Dewleta Tirk di dema heyî de bi demê dilîze, astengiyan ji bo çareserkirina pêvajoyê derdixe, di heman demê de wekû li benda Tevgerê ye ku gavên din bavêje.  Rêber Apo di nameya 25’ê Gulanê de bal kişand ser derengxistina ku ji hêla dewleta Tirk ve tê kirin û got, ‘‘Mayîna di rewşa bendewariyê de tenê xetereyê diafirîne. Dema me ya windakirinê tune.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.