Ronahî Sadûn
Nivîskar û siyasetmedarê Kurd Şêrzad Yezîdî tekez kir ku yekrêziya gelê Kurd di vê qonaxa guhêrbar a ku Sûriyê, herêm û cîhan tê re derbas dibe, gelek girîng e, lê divê yekrêzî tenê di çarçoveya dirûşmeyan de nemîne.
Derbarê girîngiya pêkanîna yekrêziya Kurdî li ser asta Kurdistanê, nivîskar û siyasetmedarê Kurd Şêrzad Yezîdî bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

Di demekê de ku Rojhilata Navîn di qonaxeke hestiyar re derbas dibe û nexşe tên guhertin; li Rojava entegrasyon, li Bakur pêvajoya aştiyê, li Rojhilat êrişên Amerîka û lawazbûna rêjîmê, Li Başûrê Kurdistanê jî hewldanên xeniqandina aborî û siyasî tê meşandin. Di demeke wiha de, girîngiya yekrêziya gelê Kurd çawa digre dest?
Du Kurdên welatparêz û kurdperwer di mijara yekrêziya gelê Kurd de, ne xwedî nerînên cuda ne. Mijara herî sereke û astengiya herî mezin ku rê li ber gihîştina mafê rewa yê gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê digire, nebûna yekrêziya Kurdî ye. Yekrêziya Kurdî ser asta Kurdistanê, vê yekê dixwaze ku di navbera hemû parçeyên Kurdistanê de hemahengî û têkilî hebe, di bin kîjan navî de be, heger jê re bêje sîwanek an jî Kongreyeke netewî, ev ne pirsgirêke. Di nav her beşekî de jî, ev pêwîstî heye. Niha em zêdetir behsa Rojavayê Kurdistanê dikin. Bêguman yekrêziya gelê Kurd di vê qonaxê de, ev qonaxa guhêrbar a ku Sûriyê, herêm û cîhan tê re derbas dibe, gelek girîng e. Lê divê yekrêzî tenê di çarçoveya dirûşmeyan de nemîne. Bi deh û sedê salan e xwena miletê me, Tevgera Rizgariya Kurdistanê, tevgera siyasî li Rojava û li seranserê Kurdistanê “Yekbûna gelê Kurd e.” Hewldanên berdewam ji bo vê armancê hebûn, lê gelek caran digihîştin astekê û dîsa vedigeriyan xala destpêkê. Eger em li ser Konferansa Rojavayê Kurdistanê ya 26’ê Nîsanê ya sala borî biaxivin, em dikarin bibêjin ku gavek pir pêşketî û balkêş bû, bi taybet belgeya ku jê derket ji bo nasandina doza Kurd li Sûriyê û parastina mafên gelê Kurd di çarçoveya Sûriyê de, girîng bû. Lê mixabin piştî zêdeyî salekê em dibînin ku tu kes nema behsa wê dike. Li vir pirsa sereke ev e: kî berpirsiyar e? Em dikarin bêjin ku plan û êrişên dijmin jî rola xwe tê de hebû, lê berpirsiyariya vê rewşê jî dikeve ser milê me wek Kurdan. Em nikarin her tim bêjin ku hemû tişt rast e û kêmasiyên me tune ne, ev nêrîn ne rast e. Nimûne, bi gelek mehan me didît ku danûstandin li Şamê di çarçoveya serenavê “Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî ya Sûriyê” de dihatin kirin, lê tu girîgî bi ew şandeya Kurdî nehat kirin. Ev ne tenê berpirsyariya aliyekî ye, heq wa bû ku aliyê Rêveberiya Xweser, aliyê danûstandin li gel Şamê dikirin û rejîma HTŞ’ê bi xwe jî, ev li ber çavan girtiba ya. Her çend danûstandinan zêdetir li ser lihevkirin û rêkeftinên leşkerî û rêxistinî di çarçoveya Rêveberiya Xweser de bûn, lê em nikarin bibêjin ku ev dosya ji hev cuda ne. Ji ber ku mijara Kurd sedema sereke ye ji bo dirûskirina vê rêveberiyê û ji bo pêkanîna Hêzên Sûriya Demorkratîk e. Dibe ku wek serenav tiştekî Kurdî bi fermî tê de tune be, lê her kes dizane ev hêz kî ye, çi ye û ji bo çi ye û di çarçoveya maf û doza Kurd de wek kevirê herê bingehîn di avakirina Sûriya demokratîk de ye. Ji ber vê yekê, rexnedayîn divê bi rastî û bi berpirsiyariyê be. Em nikarin tenê bêjin ku hemû şaştî ji aliyê din e. Piştî bûyerên mezin, planên dijmin, êrişên li ser Şêxmeqsûd û planên mezin ên derveyî, helwesta hin aliyên navneteweyî, taybet helwesta Amerîka û şexê Tom Barak jî ne rast û ne exlaqî bû. Lê em nikarin bibêjin ku ev hemû wisa çêbû, berpirsyarî li ser milê me jî heye. Pêwîstbû wek Rêveberiya Xweser û QSD’ê pêşwext xwendin û plan heba ne ku heger sînaryoyên wilo çê bibin, li hemberî wa, çawa bikin. Lê tiştê çêbû, çêbû. Niha mijara yekrêziya Kurdî hîn jî berpirsiyariya me ye.
Astengiyên li pêşberî yekrêziya Kurdî bi taybet partiyên Kurdî di milê navneteweyî, herêmî û navxweyî de çi ne?
Mixabin niha aliyên Kurdî her aliyek ji xwe re tenê diçe Şamê. Heta vê dewiyê jî me şandeyeke PYD’ê li Şamê dît. Ji aliyê xwe ENKS’ê jî dibêje: “Xwedû yên li Şamê silavekê li me bikin.” Di vê çarçoveyê de, ev konferans û yekrêziya Kurdî dîsa vala derdikeve. Ji ber vê yekê rewş pir xerab e. Yekrêzî tenê bi dirûşm û hestiyariyê dimîne, lê li ser bingehê pratîkî tu yekrêzî tune ye. Heya di konferansa Nîsanê de tiştê herî baş ew bû ku behsa çareseriya doza Kurd û mafê federalî hate kirin. Em nabêjin divê bi zorê federalî be, mijar ne ew e ku em bêjin federalî an na, lê nenavendîbûn, yanî federalî, etonomî an rêveberiyên xweser heger çi bin, girîng in. Lê niha, bi rastî ev tişt tune ye. Herwiha ew rêkeftina 29’ê Çileyê ya di navbera QSD’ê û hikumeta demkî ya Sûriyê de çêbû, niha piştî çend mehan ku em niha behsa 5 mehan ji pratîkê dikin, derdikeve ku ew ne gelekî di cihê xwe de ye. Gelek kirdarên rejîma Şamê hene ku nîşaneya şovînîzm û dîktatoriyê ne, ew mijara Kurdî vala derdixin û wê wekî ku ji xwe re dixwazin şîrove dikin. Wek nimûne, “Meclisa Gel” niha heman Meclisa Gel a Beşar El-Esed e, ew meclisekî tezwîrî ye, ne hilbijartin e û ne pêşbirk hene. Di bingeh de, tevî ku rejîma Esed ket jî, jiyana siyasî ya rastîn, herwiha firehî û pirrengiya siyasî tune ye. Mafê karê siyasî li ser asta hemû Sûriyê tune ye ku em bikaribin behsa hilbijartinên rastîn bikin.
Di qonaxeke wiha tevlihev de, eger yekrêziya Kurdî pêk neyê wê çi encaman bi xwe re bîne?
Tiştê ku niha li Sûriyê çêbûye ev e ku desthilatdarek di çarçoveya peymanên navdewletî û herêmî de hat dayîn ku ew jî HTŞ’ê ye. Niha tiştê ku çêdibe ne qonaxek an pêvajoyeke veguhêz e, ev tenê guhertina sîstemê ye, sîstema Baas ket, sîstema HTŞ’ê hat. Ev rastiyek e. Lê niha kesek ku siyasetê dike, bi taybetî aliyê Kurdî, nikare wisa tevbigere ku her tiştê ku li ser wî were ferzkirin bê qebûlkirin û bêje temam ma em ê çi bikin, ev ne siyaset e. Mirov dikare vê yekê wek cureyek ji teslîmbûnê binirxîne. Siyaset ew e ku tu zanibî çawa danûstandinê bi rastiya heyî re bikî û çawa ji tiştên berdest sûd werbigirî. Carinan jî pêdivî ye ku mirov fersendên nû biafirîne, rêyên nû veke û hewl bide ku çember û planên ku li dijî wî hatine avakirin, vala derxe û bişkîne. Lê yekrêziya Kurdî mixabin niha li Rojava di rewşeke nebaş de ye. Tevî ku berxwedana li Şêxmeqsûd û navçeyên din hemû derket holê, helwesteke Kurdistanî ya herî beriz derket ku di dîroka tevgerên siyasî û azadîxwaz de ev asta yekgirtin û piştgirîya civaka Kurdistanî li her çar parçeyên Kurdistanê, nebûye û çênabe. Lê mixabin me nikarîbû li ser vê yekê ava bikin, taybetî li Rojavayê Kurdistanê. Ew hemû piştgirî ku ji bo Kurdan çêbû, Kurdistan dikaribû li ser lingan seknî ba ye. Heger em behsa Başûrê Kurdistanê bikin, ji Silêmaniyê heya beşên din piştgiriyeke herî xurt pêk hat, dikaribû ev rewş bi awayekî baştir bihata bikaranîn û ji bo xurtkirina cihê xwe yê diyalogê li gel hikumeta Şamê sûd jê wergirtiba. Lihevkirinên ku heta niha hatine çêkirin, bi taybetî Peymana 10’ê Adarê, gelek xalên lewaz hene. Bi rastî jî ev lihevkirin di cihê xwe de ne têrker in, ji dosiya mafê Kurdan, bêtir xizmeta hikumeta demkî kirine. Ev lihevkirina dawî jî di heman çarçoveyê de ye. Mijara Meclîsa Gel jî wisa ye ku dibêje tenê 4 endamên Kurd hebin. Ger Kurd serê sedî 10’ê xelkê Sûriyê bin jî, ev ne dadperwer e. Herî kêm Kurd ji sedî 15 heta 20 xelkê Sûriyê ne, ji ber vê yekê, ger em tenê sedî 10 jî hesab bikin, divê di vê meclîsê de kêmanî 25 endamên Kurd hebin.
Gotina te ya dawî çi ye?
Tiştê niha çêdibe, divê em hewl nedin ku di bin navê tektîk, siyaset û êrişan vala derxînin, tişta ku rastî çêdibe, tesfiyekirina doza Kurd li Sûriyê ye. Wekî ku ew ji xwe re dibînin û dibêjin, Kurd li Parêzgeha Hesekê ji sedî 20 dernakevin û di hejmarê kursiyan de jî bi vî awayî cih girtine. Ev çar kes wekî nûnerên Kurdan, di nav 210 kesên hikumeta demkî de ku piraniya wan kevne baasî, HTŞ û DAIŞî ne, çi dikarin bikin? Tiştekî wiha li hev nayê. Her çiqas em bêjin ev qonaxek xebatê ye, lê bi vî rengî nabe. Mijara Kurdan bi paş de vedigere û destkeftiyên Rêveberiyê bi vê nêzîkatiyê vala derdikevin. Ji ber ku li Sûriyê sîstemek navendî tê avakirin, taybetmendiyên Kurdan û navçeyên Kurdî heta niha nayên parastin. Her kes bi vê nêzîkatiyê texmîn dike ku lihevkirin bi vî rengî naçe serî.






