Farûk Sakik
Piştî ku derbarê CHPê de biryara “bêhukmiya teqez” hat dayin, civak vê biryarê meraq kir. Em behsa piştî biryara “bêhukmiya teqez” nekin. Di hiqûqê de tê çi vateyî bidin aliyek. Ji bo ku ev biryar biryarek hiqûqî nine. Ev biryarek siyasiye. Hedef û armancê vê biryarê yên ji navendek hatî plankirin, henin.
Her hemleyên Erdogan yên li dijî mixalefetê stratejiyek xwe heye. Ne bi tenê li dijî CHP’ê li hember Kurdan jî bi heman stratejiyê tevdigere.
Armanca vê hamleyê ya herî sereke rojevê biguhere. Dixwazin kes behsa rewşa siyasî ya Tirkiyê neke. Kes behsa; belengazî, bêedaletî, astengiyên li pêşiya jiyana rojane neke. Dixwazin civakê ji vê rojevê dûr bixin û bi vê hemleyê bide mijûlkirin.
Dixwazin mixalefet, tucarî rojevê destnîşan neke û însîyatîfê negire dest xwe. Armancek xwe ya din jî mixalefetê her tim di moda xwe parastinê de bihile.
CHP îroj di vê rewşêdeye. Ji Ekrem Îmamoglu destpêkirin. Herkesî dizanibû ku ev biryarek siyasiye, lê ew ketin moda parastinê. Her roj derketin qadan sond xwarin, gotin ‘bi qûran’ me van sûca pêknaniye.
Civak ji xwe dizanibû ku ev biryar siyasiye û bi van biryaran bawerî nedanîn. Lê mixabin ev baweriya civakê CHP nedît û heroj sond dixwarin ku em bêgunehin.
Gel bawernekir lê Kiliçdaroglu bawerîanî. Di daxwiyaniyên xwe de behsa bêehlaqiyê dike. Kiliçdaroglu bi vê sekna xwe ji kîjan siyasetê re xizmet dike wê di rojên pêş de zelal bibe.
CHP serkeftina xwe ya 31’ê Adara 2024’an jibîr kirin. Nezanibûn ku ev êriş, êrişên li dijî vê serkeftinênin. Îktidar derdora xwe çiqas biçûk bixe ewqas mezin dibe. AKP jî vê yekê dike.
Ev êrişên li dijî CHPê, di salên berê de li ser siyaseta demokratîk an Kurdan jî hebû. Dizanibûn ku civak bawernake ku siyasetmedarên Kurdan sûcê kirmînal pêk bînin. Radibûn bi ‘terorê’ tewanbar dikirin. HDP-DEM partî bi van yekan îtibar nedikir û têkoşîna xwe didomandin.
Piştî serdama nû pêngava aştî û civaka demokratîk destpêkir. Heman tiştî dixwaze bide pêş tevgera azadiyê. Dixwaze Kurd jî bikevin pozîsyona xwe parastinê.
Diviya hin gav bavêtina qanûn bihatina guhertin-derxistin, lê wan hebûna PKK’ê dewam dike wek hincet nîşan dan û pêvajo dan seknandin-paşvaxistin. Tevgera azadiyê neket vê defikê, neket moda xwe parastinê. Stratejiyên xwe yê têkoşînê dixin meriyetê. Rojev jî îroj ji aliyê Rêber Apo û tevgera azadiyê ve têne destnîşankirin.
Me nedît ku rojek bikevin moda xwe parastinê û bibêjin, me hemû çekên xwe îmha kirin û dawî li şer anî. Ji bo çi vê yekê nabêjin? Dizanin û herkes dizane ku li gor rihê-kodên serdema nû tevgeriyane.
Daxwazên dewletên yên ku pêvajo ji aliyê îstixbarat û eskerî ve were teyitkirin, leyîzke.
Kurd bi vê yekê mijûl nabin û yek tişt digirin rojev xwe. Dibêjin, ji bo ku Serok Apo bikaribe vê pêvajoyê birêve bibe jî divê statuya wî bê diyarkirin. Pêwîst e ev statu bibe hiqûqî, bibe qanûnî û bibe biryar. Têkoşîna xwe ji li gor vê yekê dizayin dikin.
Ango aliyên Kurdan rojeva xwe, bixwe destnîşandikin û li gor wê jî tevdigerin. Rêber Apo di hevdîtina dawî de jî dibêje; “Em hewl didin, girêka di meseleya Kurd de bi salan e korbûyî, vekin. Em dikarin ji vê pêvajoyê re bêjin, ji nû ve sererastkirin, hemdemkirin û modernkirina têkiliya Kurd û Tirkan.”
Kurd hewldanên dewletê yên ‘siyaseta xweparastinê’, datînin aliyek, li gor peyamên Rêber Apo tevdigerin.






