Ronahî Sadûn
Dewleta Tirk di gelek qonaxên dîrokê de, dema ku bi qeyran û tengasiyan re rû bi rû maye, çareserkirina pirsgirêka Kurd ji bo xwe xelaskirinê bikar aniye. Lê bi berdewamkirina siyaseta înkar û asîmîlasyonê, aştiya rastîn pêk nayê. Çareseriya pirsgirêka Kurd bi demokratîkbûna Tirkiyê û qebûlkirina mafên Kurdan ve girêdayî ye.
Dîroka dewleta Tirk her tim reş û bêaram e. Dewleta Tirk di xwe xelaskirinê de gelekî zîrek e, her dema ku tengasiyek li ser wê hatiye, xwe avêtiye deriyekî û bi wê rêyê xwe xelas kiriye. Lê aliyê ku herî zêde xwe pê xelas kiriye, Kurd in. Di dîroka dûr û dirêj de gelek serhildanên Kurd li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hatine lidarxistin, lê bi xapandin an jî bi xiyaneta dewletê, ew serhildan nîvco mane an jî têk çûne.
Bakurê Kurdistanê
Bakurê Kurdistanê yek ji çar beşên erdnîgarî yên Kurdistanê ye û beşa herî mezin a Kurdistanê ye. Bakurê Kurdistanê di roja îro de di nava sînorên polîtîk ên Tirkiyê de maye ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, bi parçekirina Kurdistanê re, ji aliyê Tirkiyê ve hatiye kolonîzekirin. Bi damezrandina Komara Tirk re, ji aliyê dewletê ve li hemberî ziman û çanda Kurdî polîtîkayên astengkirinê, zextê û înkarkirinê hatine destpêkirin, heya roja îro jî berdewam kirine. Bi damezrandina Tirkiyê re, nakokiyên pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên li Bakurê Kurdistanê berdewam dikin. Partiyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê yên ku hewla çareseriyeke mayînde dikin, hewl didin ku polîtîkayên asîmîlasyonê, astengkirina li hemberî ziman û çanda Kurdan, herwiha binpêkirinên mafên mirovan ku ji aliyê Tirkiyê ve tên pêkanîn, kêm bikin an jî biguherînin. Bakurê Kurdistanê beşa herî zêde ya Kurdistanê ye ku bi awayekî tund di bin zexta asîmîlasyonê de maye û guhertinên demografîk û polîtîkayên valakirinê lê hatine pêkanîn. Li gorî texmînan, li Bakurê Kurdistanê nêzîkî 25 heta 30 milyon Kurd dijîn. Ji xeynî nifûsa heyî ya li Bakurê Kurdistanê, di dîrokên cihêreng de ji ber valakirin û şewitandina gundên Bakurê Kurdistanê ku di navbera salên 1990 û 2009’an de ji aliyê Tirkiyê ve hatine şewitandin û valakirin, bi sed hezaran Kurd ji Bakurê Kurdistanê koçber bûne.
Serhildanên Kurdan li Bakurê Kurdistanê yên diyarker
Serhildanên Kurdan li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, wekî berxwedaneke li dijî polîtîkayên înkar, asîmîlasyon û ji bo bidestxistina mafên neteweyî, ji damezrandina Komara Tirkiyê û pê ve, pêk hatine. Di nav wan de yên herî diyarker ev in:
Serhildana Şêx Seîd (1925): Li Pîranê dest pê kir û bû yek ji mezintirîn tevgerên neteweyî û olî yên Kurdan. Her çend dewleta Tirk serhildan tepeser kiribe jî, lê vê serhildanê bandoreke mezin li ser dîroka herêmê hişt.
Serhildanê Agiriyê (1926-1930): Di bin serkêşiya rêxistina Xoybûnê û Îhsan Nûrî Paşa de li dora Çiyayê Agirî hatin lidarxistin.
Serhildana Dêrsimê (1937-1938): Bi pêşengiya Seyîd Riza li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê pêk hat. Ev serhildan di bin navê “Terteleya Dêrsimê” de bi komkujiyeke mezin a li ser xelkê sivîl bi dawî bû. Ji bilî van serhildanan gelek serhildanên din jî pêk hatin, di salên dawiyê de li hemberî qeyûmên Şaredariyan û hwd… din jî gelê Kurd li ber xwe dan.
Berdewamkirina di siyaseta asmîlekirinê de, rêgirtina dergehê ronahiyê ye
Di nava rapora xwe de herî zêde em ê balê bikşînin li ser Tevgera Aazadiyê ya ku bi pêşengiya Rêber Apo ve hate damezrandin, herwiha pêvajoyên aştiyê yên ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û hemû pirsgirêkên din ên li Bakurê Kurdistanê hatine destpêkirin, bi taybet pêvajoya herî dawî ya “Aştî û Civaka Demokratîk” ku bû deregehek nû ji bo dewleta Tirk, lê dewlet ronahiya vê dergehê li ber çavan nagire û di berdewamkirin siyaseta xwe ya asmîlekirinê û hwd… de bi israre.
Pêvajoyên destpêkê yên ji bo çareseriyê
Pêvajoyên aştiyê yên li Bakurê Kurdistanê bi giranî di navbera dewleta Tirkiyê û Tevgera Azadiya Kurd de pêk hatin. Dîroka van hewldanan ji agirbestên salên 90’î dest pê dike û digihîje heta pêngavên berfireh ên çareseriya demokratîk.
Li vir kronolojî û qonaxên sereke yên van pêvajoyan hene:
Pêngavên destpêkê û agirbestên yekem (1993 – 1999)
Agirbesta 1993’an: Bi pêşengiya Serokkomarê wê demê Turgut Ozal û banga Rêber Apo ve, cara yekem agirbestek hat ragihandin. Lê bi mirina Ozal re pêvajo têk çû.
Agirbestên 1995 û 1998’an: Tevgera Kurd çend caran agirbestên yekalî îlan kir, lê dewletê bersivek erênî neda.
Dîlgirtina Rêber Apo 1999’an: Piştî ku Rêber Apo di 1999’an de anîn girava Îmraliyê, PKK’ê biryara vekişîna gerîlayan da û şerekî demkî yê bêçalakî dest pê kir.
Danûstandinên 2005 û 2006’an
Di vê serdemê de bi rêya navbênkaran hin hevdîtinên nepenî hatin kirin. Di sala 2006’an de dîsa banga agirbestê hate kirin, lê ji ber zextên siyasî yên li Tirkiyê ev hewldan jî bêencam man.
Pêvajoya Osloyê û aşkerekirina hevdîtinan 2009 û 2011’an
Li paytexta Norwêcê (Oslo) bi fermî şandeyên dewleta Tirk û PKK’ê li ser maseyê rûniştin. Ev hevdîtin wekî qonaxeke dîrokî dihat dîtin, lê piştî hin qeyranên siyasî û şerê li qadan di 2011’an de bi dawî bû.
Pêvajoya çareseriya demokratîk 2013 û 2015’an
Daxuyaniya Newroza 2013’an: Li Amedê di pîrozbahiyên Newrozê de peyama Rêber Apo ya agirbest û vekişînê hate xwendin. Di vê pêvajoyê de “Şanedeya Îmraliyê” ya ku ji siyasetmedarên Kurd pêk dihat û rayedarên dewletê, bi hev re hevdîtin kirin.
Protokola Dolmabahçeyê 2015’an: Di navbera hikumeta AKP’ê û HDP’ê de li Qesra Dolmabahçeyê ya Stenbolê nexşerêya çareseriyê hate eşkerekirin. Lê belê, dewleta Tirk ev pêvajo di nîvê 2015’an de betal kir.
Pêvajoya Aştiyê zêdeyî salekê hatiye destpê kirin
Di 27’ê Sibata 2025’an de di bin serenavê “Aştî û Civaka Demokratîk” de pêvajoyeke nû ya aştiyê li Bakurê Kurdistanê hate destpêkirin. Ev pêvajo ji aliyê Rêber Apo ve li ser bangkirina Devlet Bexçelî, pêk hat. Ji vê banga dîrokî re, gelek peyamên piştgiriyê hatin û bi awayekî bi lez li ser asta cîhanê ev pêvajo bû rojev. Di heman demê de di çarçoveya vê bangê de, Tevgera Azadiyê bi biryardayîneke mezin têkoşîna çekdarî ya zêdeyî 50’î salî veguheran aliyê diyalogê û ser maseyê. Pêre jî gavên dîtir avêtin û her gavek ji gava din binirxtir û hêjatir bû. Lê mixabin beramberî van gavan dewletê tevger nekir û wekî xwe ma. Dewleta Tirk weke her car dixwaze her tişt li gorî wê were kirin, tenê gotinan bêje beyî ku gavan biavêje. Lê bi vî rengî ne ji aliyê civaka Kurd û ne jî ji aliyê Tevgerê ve tê qebûlkirin. Herî kêm di nava salekê de divyabû guhertineke biçûk jî ba, pêk anî ba, lê; Tecrîd li ser Rêber Apo ranebû, mafê hêviyê yê Rêber Apo û hemû girtiyên siyasî nehate bidestxistin, guhertin di zagonên Tirkiyê de nehate kirin û Komara Tirkiyê wekî xwe maye. Ev hemû jî neyta dewletê dide diyarkirin ku ne neyta aştiyê ye.
Piştî salekê ji pêvajoyê çi rû dide?
Dewleta Tirk ne ku heyranê aştiyê ye û dixwaze pirsigirêkên li Bakurê Kurdistanê, bi taybet bi Kurdan re çareser bike. Lê dema wê dît sira şer nêzî wê dibe, herwiha qeyranên di hundirê wê de kurtir dibin, xwe da ber dîwarê aştiyê, da ku tava vê aştiyê wê binixûmîne û xelas bike. Weke tê zanîn sed sal e nexşereyeke nû ji bo Rojhilata Navîna nû hatiye dayîn û ji wê demê heya niha ve, şer, pevçûn, alozî û qeyran di nava Rojhilata Navîn de tên jiyîn. Bi taybet piştî şerê Îsraîl û Hemasê qonaxeke nû li herêmê hate destpêkirin, piştre şer û êrişên dîdtir hatin derxistin. Herwiha guhertina sîstemên sed salê pêk tên ku di nav de jî rejîma Sûriyê hilweşiya û li şûna wê hikumeteke nû hat. Herî dawî jî niha ku şerê Îsraîl-Amerîka li hemberî Îranê hate destpêkirin, da ku sîstema Îranê jî were guhertin. Di vir de dema ku şer gihaşt Îranê dewleta Tirk bi tirs bû û guman kir ku piştî Îranê dor li ser wê ye. Lê dema ku wê dît ev rejîm zû bi zû neyê hilweşandin an jî wê hevsengî werin kirin, di Pêvajoya Aştiyê de xetmandinê dide jiyankirin. Li vir ne ku Tevger Azadiyê yan jî Rêber Apo bê alternatîv in, lê di daxuyanî û nirxandinên nûnerên Tevgerê, herwiya yê Rêber Apo de jî her tişt bi zelalî derdikeve, Rêber Apo û tevger bi hemû awayan naxwazin rêya şer dîsa derkeve û neçarî çê bibe. Lewma divê dewlet li hemberî vê yekê xwe dûr nexe, pêvajo ne tenê çareserkirina pirsgirêka Kurd li Tikriyê ye, lê dema Komar were guhertin wê çareseriya hemû pirsgirêkên Tirkiyê be. Ya herî girîng mafê hêviyê pêk were.






