Stêrk Mihemed/Qamişlo
Berdevka Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê Roksan Mihemed diyar kir ku ew silavên xwe ji jinên ku piştgirî dane kampanya piştgirya YPJ’ê re, dişînin û wiha got: “Em li benda kesî nemane ku mafê me bide me, em di herêmê xwe de bûn û di nav gelê xwe de tên qebûlkirin, lê belê bi zanebûn, têkoşîn û keda xwe em gihiştin vê astê. Divê di nava wezareta parastinê ya Sûriyê de jî hebûna YPJ’ê misoger bibe.”
Di derbarê naskirin, guhertin û avakirina ku YPJ’ê çêkirî, îradeya ku daye avakirin, entegrasyona bi hikumeta demkî ya Sûriyê re û kampanya ku rêxistin û tevgerên jinan li Rojavayê Kurdistanê ji bo piştgiriya YPJ’ê dane destpêkirin, Berdevka Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Roksan Mihemed bersiva pirsên Rojnameya me dan û hevpeyvîn wiha bû:
Her kes YPJ’ê nasdike, îro careke din em dixwazin YPJ’ê nasbikin ku kengî avabû, çi guhertin çêkir û bi xwe re çi avakir?

Salên dirêjin YPJ’ê di nava têkoşîn, guhertin, avakirin, destkeftî, zor û zehmetiyan re derbas dibe. Gelek jinên şoreşger li hember zlim, zor û bê mafiyê serîhildan e. Di dîroka gelê Kurd de jî jinên şoreşger hene mîna; Besê, Zerîfe, Leyle Qasim, Sekîne, zîlanan û heya roja damezrandina YPJ’ê herwiha her şoreşgerek ji derveyî yên ku me binavkirine mîrasek ji me re hiştin, mîrasa ku her tişt ji bo mafê jinê, tu carî serî netewandin, teslîmiyet qebûlnekirin û li pey doza xwe ketin û ev jî mîrasekî gelek girîng bû ji bo me ku em ê jî li ser van tecrûbeyên ku derbas bûne zor, zehmetî û astengirên ku nehiştiye jin bighêje mafê xwe çi ne em tecrûbeyan jê digirin. Li Rojavayê Kurdistanê salên dirêj ji têkoşîna siyasî û civakî û bi taybet weke jin. Gavavêtin ango çirûska yekemîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê hîn bêtir rola jin, berpirsyarî li hember gel, civak, dîroka xwe û bêmafiyê ku li hember jinê pêktên û çawa ku karibin mafê xwe û gelê xwe bi dest bixwe û li pey azadiya xwe bikeve, derket pêş. Jinan xwe û saziyên xwe rêxistin kirin û ava kirin. Her saziyek di salên Şoreşê de hatin avakirin bi pêşengtî û rola jinê bû.
Jinan di warê rêxistinî, civakî, ziman, çand û di her qadeke jiyanê de xwe birêxistinkirin e piştî êş û bê mafiyên mezin di derheqê jinê de çêbûye, jinê di jiyana xwe de girîngiya xweparastinê û xwe rêxistinbûnê sereke dît. Divê ku em xwe rêxistin bikin, îradeya me yek be û hêza me ya xweparastinê hebe, da ku em di vê sedsalê bighêjin maf û azadiya xwe. Yek ji encamên vê şoreşê kar û xebatên jinan bi salan kiriye Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bû. Her çiqas di kêliyên destpêkê ya avabûna YPJ’ê hejmar kêm bû, lê belê her cihê ku YPJ’ê lê amade bû rola wê hebû û dikarîbû ku pêşengtiyê bike. Di 4’ê Nîsanê de bi konfransa ku çêbûye, êdî sazûmaniya YPJ’ê û sazûmaniya hêza leşkerî, alê YPJ’ê, pîvan, silogan û endamtiya wê bi çi rengî be, hate amadekirin. Her tiştî bi aliyekî rêxistinê dest pê kir ji bo vê jî em dibêjin ji 2011-2013 helbet pêvejoyeke gelekî girîng bû, cara yekemîne li herêmên me ev tişt çêdibe ku jin çek radike û tevlî qadê parastinê dibe. Zor û zehmetî van salan helbet hebû, lê piştî ku mebesta xweparastinê hate fêmkirin, tevlîbûn di refên YPJ’ê de zêde bû.
Pêvejo û şerên ku YPJ’ê têre derbasbûye çi ne, herwiha îradeya ku ji bo hemû jinan da avakirin di çi astê de ye û belavbûna girîngiya xweparastinê di nava jinan de bi çi awayî ye?
Di 2013-2014’an û şûnde ji bo YPJ’ê pêvajoyeke cûda bû di Kobanê de hîn bêhtir YPJ’ê pêşengtiya xwe derxist, di dîroka YPJ’ê de şerê Kobanê pêvejo û mîraseke gelek girîng bû. Di Kobanê de YPJ’ê li hember zihniyata mêr û çeteyên DAIŞ’ê şer kir, ne tenê mebesta wan bû ku ax, çand an welatekî dagirbikin, lê belê xwastin di Rojava de temsîliyeta pêşenga vê şoreşê ku jin bû, wê teslîm bikin û êriş li ser hebûna jin bikin. Berpirsyartî, rol, pêşengtî û ew cesaret, xwe bawerbûna endam û fermandarên YPJ’ê ku pêşengtî di şerê li dijî DAIŞ’ê de kirine di Kobanê de derket pêş. Bi pêşengtiya Arîn Mêrkan, Rêvan, Zehra, Destînan û gelek hevalên me ku di Kobanê de gihaştin asta Şehadetê di wir de YPJ’ê karîbû dengê xwe û dengê tevahî jinan li herêma Rojava bighînin cîhanê. Ji ber ku YPJ’ê ne tenê hêzeke leşkerî ye, lê belê naveroka wê gelek cûda û dagirtî ye. Ji ber ji destpêkê de mebesta me ew bû ku em kesayet avabikin, di YPJ’ê de kesayeta jin hata avakirin. Jina ku dîrok xwe nasnekiriye, îradeya wê tune bûye, jina ku bi kevneşopiyan ve hatibû sînordarkerin ango zagonê ku di derheqê wê de dihat standin, li hemberî wê YPJ’ê ji bo wan xwebawerbûyîn, avakirina xwesertiyê di milê zanistî û zanbûna de ku cihê lêbe diyar be û şopê xwe bihêle di nava YPJ’ê de avakirina jin û mirovbûnê esas bû.
Ji ber ku tu kesayet ava nekî, tu nikarî şer bikî û danasîna parastinê jê fêm bikî, ji ber sîstemê hertişt ji dest jinê birî bi vê yekê re me xwe û dîroka xwe naskir ku em ê çawa parastina xwe bikin. Li ser vê esasê me dest bi têkoşîna xweparastinê kir. Divê makanîzmeya xweparastinê di her alî de hebe eger di leşkerî de tune be divê di mejî, giyan û hestan de hebe. Aliyên xweparstinê gelek in rojnemevan bi kemîreya xwe diparêze, nivîskar bi pênûsa xwe û bijîşk bi zanebûna xwe parastina vê civakê dike, di her beşeke civakê de aliyê wê ya parastinê heye bi giştî jî weke laşkerî eger aliyê wê ya xwepatrastinê tune be ew hebûn ne di nava ewlehiyê de ye. Ji ber ku bi salane êriş û siyaseta qirkirinê bi taybet li hember jin heya roja me ya îro tê meşandin, ji ber sîstema jinê di warê rêxistinî, civakî û leşkerî de tune bû.
YPJ’ê her tişt di nava xwe de hewand, felsefe û çandek bi xwe re afirand. Her çiqas pêvajoya YPJ’ê têre derbas bûne zehmetî û xetayî hebûn li kêlek wê, gelek destkeftî jî bidestxistin. YPJ’ê di qada parastinê de li herêm û cîhanê, gava yekem bû. Ji ber heta niha tu rêxistinbûneke leşkerî a jinan derveyî YPJ’ê nîn e. Ew danasîna di sîstema heyî de jin di hindek qadan de bimîne ev nasîn serwere. Di fikir û felsefeya me de jin dikare di her warî de cih bigire. Di heman demê de ew cihê ku jin lê hebe hîn daha zêdetir pêşketin lê heye. Di qada leşkerî de careke dîtir weke jin li Rojavayê Kurdistanê bi pêşengtiya jina Kurd piştre tevlîbûna jinên ereb, Asûr, Tirkmen, Sûryan û anternasyonal e. Di vir de hişmendiyek hate avakirin eger ez ê hebûna xwe biparêzim pêwîst e hêzeke min a leşkerî hebe. Parastin jî mafeke rawa ye, li ser wê esasê di hemû pêvejoyên ku em tê re derbas bûne, ji pêşengtiya ku YPJ’ê kiriye, şihadeta ku çêbûne, fermandartiya şer û heyanî gaziyên şer; ev hemû mîrasên YPJ’ê ne.
Dema em behsa hebûn û mafê jinan dikin em ne tenê behsa jinên li Rojava dikin, lê belê em behsa tevajî jinan dikin ji ber ku doza jin dozeke giştî ye. Her çiqas sîstem dixwaze wê parçe û lawaz bikin lê em dizanin ku hebûna jin hebûn û dozeke azadiyê ya giştî ye. Bi vê mebestê me şer dimeşandin, perwerdeyên ku me dîtine û akademiyên ku li gel me him di warê fikrî û leşkerî de hemû li ser esasê em van pîvanên jiyanê û civakê nasbikin, biparêzin û mezin bikin. Em di her pêvajoyê de bi gelê xwe re bûn, ji bo me weke YPJ’ê piştgiriya gelê me hêza herî esas e û têkoşîna jinan yê ku bê navber didom e, ev dihêlê di warê xweparastinê de me hîn bêhtir di hurgulî û zanistiyên xweparastinê de, xwe kûrtir bikin ku em karibin van destkeftiyan biparêzin û misoger bikin.
Giringiya misogerkirima mafê jinan bi tayber YPJ’ê di nava artêşa Sûriyê û destûr de çi ye?
Maf nayê dayîn, lê belê tê standin bi taybet ji bo jinan, têkoşîna me li ser vê esasî ye. Me sedeqeyek ji kesî nexwast, em dawaxa mafê xwe bi têkoşîn û berdêlên ku me da ye, dikin. Em li benda kesî neman ku mafê me bide me, lê belê bi zanebûn, têkoşîn û kedê xwe em gihîştin vê astê. Pêwîstî nîne ku kes were me biparêze anjî nêrîn û biryar di derbarê me de bidin. Ji ber ku em êdî gihaştine wê astê ku em bibin xwedî îrade. Êrişa li ser hebûna jin tê wateya ku êdî em nêzî azadiya xwe dibin. Her çiqas zehmet be jî em nêzî misogeriya mafê xwe dibin.
Niha di ortê de mijara entagrasyonê heye, helbet YPJ’ê jî hêzeke esasî ye di vê herêmê de. Têkoşîna 14 salan ne hêsane em bi têkoşîn û xwîdana jinan gihaştine vê astê. Mafê jinan mafekî rawa ye, kes nikare derveyî vê bêje. Di nava wezareta parastina Sûriyê de anjî destûrî de dive mafê jinê were parastin û cihê xwe bigire. Em di herêmê xwe de ne û berê jî em di herêmê xwe de bûn. Di nav gelê xwe de em tên qebûlkirin, divê bi awayekî zagonî di artêşê de jî YPJ’ê ango jin werin qebûlkirin. Qabûlkirina YPJ’ê qebûlkirina tebahî jinan e. tekoşîneke mezin li pêşiya me heye, ji ber zihniyata ku jinê qebûlnake li beramberî me heye.
Di 26’ê Nîsana 2026’an de paltforma çalakiyên hevbeş a tevger û rêxistinên jinan li Rojava ji bo piştgitriya YPJ’ê herwiha beşdariya YPJ’ê di nava wezarata parastinê ya Sûriyê de kampanyeke dan destpêkirin, ev kampanya bi awayekî bi lez belav bû, herwiha gelek jinan li Kurdistanê û Rojhilata Navîn nameyên piştgiriyê ji bo YPJ’ê şandin, hûn vê piştgiriyê çawa dibînin, herwiha ew kesên ku piştgiriya we kirine nameyên we ji bo wan çi ye?
Di pêvajoya ku em niha tê re derbas dibin bi taybet di warê jin de ji bo rol û misyona jin û misogeriya mafê jin di destûra Sûriyê ya nû de ji aliyê rêxistin û saziyên jin ên Rojavayê Kurdistanê ve kampanya pitgiriya hêza xwe YPJ’ hate dest pê kirin. Ev kampanya çawa ku di 26’ê nîsanê de dest pê kir bi wê re gelek têkilyên mezin hatin raberkirin. Di vê çarçoveyê de gelek name ji jinên Misirî, Yemen, Libnan, Cezaêr, welatên Amerîka Latînî, Abilyaya, Berazîl, Ercentîn û Kudistanê gelek name û dîmenên piştgiriyê û rêzeçalakî, kom xebat, panel û hwd hatin derxisitin. Ev çalakî me bi hêztir dike ku em têkoşîna xwe bidomînin ku çawa me dengê xwe gihandiye tevahî jinan divê êdî em vê dengî di warê zagonî de misoger bikin. Bi vê mebestê em slav, rêzdayîn û hezkirina xwe ji hemû piştgirên wê kampanyê re dişînin. Di nava hevkariya me ya fikir de sînor nînin, sînor nikarin girêdanê me ji hev qut bike. Sîstem çiqas hewil dide bi êrişên xwe jinan biberçoqîne, hebûn û destkeftiyên jinan ji holê rabike, lê bi vê kampanyê re careke dîtir derdikeve pêş ku jin êdî tema azadiyê dikin ku gihaştiye wê zanebûnê ku tu siyaset nikare îradeya wê bişkîne û mafê wê ji dest bigire. Her çiqas rê zehmet be lê zehmetî bi serkeftinê re misoger û domdar dibe. Em ê bi hevre bibib dengê tevahî jinan û bibin bersiva jinên şoreşger û tekoşer yên ku di dîrokê de ked dane emê keda wan misoger bikin .






